WAN - Mûçeyê alîkarê şaredarê Şaredariya Tûşbayê ku ji HDP'ê hat girtin û radestî AKP'ê hat kirin, diyar bû. Koma HDP'ê mûçeyê alîkarê şaredar li ser heqê rê, simît û çayek hesab kir û mehê weke 265 TL diyar kir.
Di hilbijartinên 31'ê Adarê de namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya Tûşbayê ya Wanê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî li gel ku ji sedî 52'yê dengan girtibûn û hatibûn hilbijaretin jî Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta KHK'ê mazbatayê nedabû wan û li şûna wan mazbatayê dabû namzetê AKPê Salih Akman weke şaredar tayîn kiribû. Li Şaredariya Tûşbayê ji bo diyarkirina mûçeyê alîkarê Akman Azad Gulengul civîneke hat lidarxistin. Meclisa Şaredariyê ku piraniya wê ji endamên meclisê yên HDP'ê pêk tê, mûçeyê ku ji bo Gulengul diyar kiribû pêşkêşî meclisê kir û bi piraniya dengan hat qebûlkirin.
'ROJANE SIMÎT Û ÇAYEK'
Koma HDP'ê tabloya mûçeyê Gulengul li ser heqê rê, simît û çay hesab kir û derxist. Li gorî vê yekê komê mehê heqê rê 135 TL, heqê simîtek 45 TL, Heqê çay jî 30 TL û heqê mêvaniya temsîlî jî mehê 55 TL hesap kir û mûçeyê Gulengul mehê weke 265 TL diyar kir. Komê di dawiya tabloya mûçe de jî ev nîşe nivîsand "Di encamê de karê şaredariyê karê dildarî ye" nivîsand.
Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz têkildarî mijarê diyar kir ku madem ku karê şaredariyê karê dildariyê divê mûçe jî wê demê nekin pirsgirêk.
MA / Adnan Bilen