* Akademîsyen Doç. Dr. Cengîz Guneş, ji bo “korîdora ewlekariyê” ya hîna detayên wê nehatine aşkere kirin wiha got: “Pirsgirêka Kurd a li Tirkiye û Sûriyeye bi hev ve girêdayî ye. Ger yek bê çareserkirin, wê ya din jî bê çareser kirin. Di vî warî de jî, Ocalan ji bo çareseriyê rola serekeye.”
* Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Sînan Tutal pêvajoyek diyalogê ya li Îmraliyê bo dest pê bike pêşniyar kir û got: “Peyama Ocalan a ‘ji bo çareseriyê amade me’ erêniye. Em hêvîdarin wê dewlet bersivê bide û pêvajoya muzakereyê dest pê bike. Pêwîste daxwaza Ocalan a aştiyê bê mezinkirin.”
* N.Y., ji roja zewicî heta niha rastî tundiya hevjînê xwe V.Y., hat. N.Y., li gel ku gelek caran serî li rayedaran da û daxwaza parastinê kir jî daxwaza wê ya parastinê bê bersîv ma. N.Y., niha ji bo hevjînê xwe berde ji rayedaran û nûnerên rêxistinên demokratîk û saziyên jinan alîkariyê dixwaze.
* Endamê Koordinasyona Înîsiyatifa Heskifê Abdulhakim Daş, diyar kir ku qedera Heskîfê û Çiyayê Kaz yek e û wiha got: "Divê ji bo Heskifê û Çiyayê Kaz tora têkoşîna hevpar bê avakirin.
* Li Şaredariya Akdenîzê, 20 kesên karê wan hat îadekirin, ji ber ku maeşê wan ê demê derbasbûyî yê mafê wan bû nehatin dayîn, wê serê li Şûrayê Dewletê bibin. Serokê Şaxa Giştî-Kar Kemal Gursoy, diyar kir ku heya bêhiqûqî û nêzîkatiyên keyfî ji holê bên rakirin ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.
* Li Girtîgeha Osmaniye, girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê ji sedî 25 dilê wî dixebite ji ber ku hejmara li ser piyan qebûl nekir, ji aliyê gardiyenan ve hat derpkirin û gardiyenan ew bi erdê re kaş kirin.
* Jinên ku ji “Talanan re bêjin êdî bese” ber bi Çiyayên Kazê ve ketin rê, diyar kirin ku ew ê li dijî texrîbatên xwezayê derkevin û banga banga piştevanî û têkoşîna bi hevre li hemû jinan kirin.
* Geliyê Bertûl ê li qûntara Çiyayê Gabarê ye û ji ber qedexeyên bi salan ên li herêmê, bi bîrkirinê re rû bi rû ye, bi xweza û sûlavên xwe mirovan dike heyranê xwe.
* Mûçeyê alîkarê şaredarê Şaredariya Tûşbayê ku ji HDP'ê hat girtin û radestî AKP'ê hat kirin, diyar bû. Koma HDP'ê mûçeyê alîkarê şaredar li ser heqê rê, simît û çayek hesab kir û mehê weke 265 TL diyar kir.
* Bi boneya Cejna Qûrbanê, wê li Amed û navçeyên wê goristan bên ziyaret kirin. (10.00-16.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi şîara "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" wê li ber Sumerbank a Konakê çalakiya rûniştinê li dar bixe. (13.00)
* Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan wê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê di hefteya 750’emîn de, ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. (12.00)
* Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê çalakiyên xwe yên şemiyê li şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam bikin (12.00)
* Komîsyona mafên girtiyên nexweş a şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)
* Komîsyona Girtiyên Nexweş ya ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 385’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bike. (13.30)
* Kenan Gungordu yê ji Şaredariya Zeytînbûrnû bi awayekê bêmaf ji kar hat derxistin û 500 rojin çalakiyê li dar dixe, wê li Qada Edliyê ya Zeytûnbûrnû daxuyanî bide çapemeniyê. (17.00)