WAN - Wezareta Karê Hûndir Hevşaredarê Ebexê yê HDP’î Farûk Demîr bi biryarekî “keyfî” ji kar dûr xist.
Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de HDP’ê Şaredariya navçeya Ebex a Wanê bi ferqekî 50 ji sedî qezenç kiribû. Mazbataya Hevşaredara Leyla Atsak nehatibû dayîn û hincet jî îxraça bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) hatibû nîşandan. Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbata dabû namzetê AKP’ê Şefîk Ensarî û piştre hevşaredarê din Farûk Demîr weke Berdevkê Koma Şaredariya HDP’ê li meclîsê endamtiya xwe domand.
Demîr ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve ji kar hat dûrxistin. Demîr nerazîbûn nîşanî biryara keyfî da û got; “Em nizanin hinceta ji kar derxistinê çi ye. Em vêya dizanin ku li tiştekî derveyî mewzûat (hiqûq) me tiştek nekiriye.”
Demîr, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hewldanên me ji bo derxistina holê ya nelirêtiya demê qeyûm de û îhaleyên ku ji bo alîgirên AKP’ê hatine dayîn derxînin holê hebûn. Tenê hedefkirina me dikare bi vî awayî were eşkere kirin. Lê me ti caran dev jî têkoşîna xwe bernedaye.”