WAN - Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê, ji ber ku kirêya xwe neda, ji bînaya ku têdebû hat derxistin. Hat angaştkirin ku dê mîduriyet derbasî bînayeke terkkirî bibe.
Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê, ji ber ku kirêya xwe neda, ji aliyê xwediyê bînaya ku têdebû hat derxistin. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Bedîr Yamaç têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber ku ji bînayê hatiye derxistin Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ku nêzî 6 hezaran xebatkar û xwendekarên hîndekariya ji drve jî di nav de nêzî 120 hezaran xwendekarên wê hene 4 rojên nikare xizmet bide.
Yamaç di berdewamê de jî diyar kir ku bînaya ku miduriyet derbas dibe jî bînayeke terkkirî ye û wiha got: "Miduriyet derbasî bînaya Pansîyona Lîseya Îmam Hatîp a Anadoluyê ya Keçan ku salekî ye valaye û heta nîvê di nav avê de ye dibe. Sitûnê bînayê terikîne û kufikî bûye. Bîna ji bo tenduristiya mirovan ne guncav e. Em diyar dikin ku ev bîna ji bo miduriyetê ne guncav e û li bendêne ku pirsgirêk bê çareserkirin."