MÛŞ - Lêgerîna polîsan a li bînaya HDP'ê ya Mûşê piştî 8 saetan bi dawî bû.
Di saetên serê sibehê de polisan bi ser malan de girtibûn û hevserokên Bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel û welatiyê bi navê Kudbettîn Çelîk binçav kiribûn. Polisan destê hevserokan kelemçe kiribûn û anîbûn bînaya HDP'ê ya Mûşê û dest bi lêgerînê kiribûn. Polisan piştî 8 saetan lêgerîna xwe ya bînaya HDP'ê ya Mûşê bi dawî kir. Piştî bi dawîbûna lêgerînê polisan Çaki û Karaguzel bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Mûşê.
Nayê zanîn ku polisan ji ber çi operasyoneke bi vî rengî li dar xistiye û hevserokan binçav kiriye.