MERSÎN - Hewldana Mersînê ya TOP'ê, ferzkirina sîxuriyê ya ku ji aliyê polisan ve li endamên wê tê ferzkirin, şermezar kir.
Hewldana Mersînê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP), Ferzkirina sîxuriyê ya ku ji aliyê polisan ve li endamên wê tê ferzkirin, şermezar kir. TOP'ê têkildarî mijarê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê civîneke çapameniyê li dar xistin. Di civînê de li ser navê TOP'ê Soner Temûr daxuyanî da û diyar kir ku ji roja ku biryara partîbûnê dane ve xebatên wan tên astengkirin û bi damezrandina partiya xwe dê bersiva vê yekê bidin.
'SÎXURÎ LI ENDAMÊN ME TÊ FERZKIRIN Û RASTÛ TÛNDIYÊ TÊN'
Temûr di berdewamê de da zanîn ku bi sedemên vala polis endamên wan digirin dibin miduriyeta polisan û sîxuriyê li wan ferz dikin û wiha got: "Li gel ku hemû xebatên me aşkera û zelal tên kirin jî timik dost û endamên me bi hinceta ku "agahdarnameya we heye werin bigirin" vedixwînin miduriyeta polisan. Bi gefxwarin û soz dayîna kar û pereyan sîxuriyê li hin hevalên me ferz dikin. Hevalên me ji ber ku vê daxwazê red dikin, bi saetan li miduriyeta polisan îşkenceya derûnî û fizîkî li wan tê kirin.
Temûr got ku ew çi jî bikin dê nikaribin partîbûna asteng bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em ê li her derê bi bindest û kesên ji aliyê pergalê ve nayên xwestin re partiya xwe ava bikin û bi vê yekê bersiv bidin êrîşên li hemberî xwe."