WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gundan sewalan dişo. Şaredarî sewalan di serşokên mobîl de dişo û bi vê yekê wan hênik dike û bi dermanên ku nav avê dixe wan ji nexweşiyan diparêze.
Serôkatiya Daîreya Xizmetên Çandiniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di çarçoveya xebatên pêşxistina çandinî û sewalkariyê de karên sewalkaran hêsan kir û sewalên li gundên Wanê di serşokên mobîl de şûşt. Şaredarî van serşokên mobîl dibe gund û zozanan û ji bo parastina sewalan a ji nexweşiyan, dermanan li nav avê dixe û sewalan di van serşokên mobîl de dişo. Ekîbên şaredariya van serşokên xwe birin taxa Sirimliyê ya navçeya Serayê û sewalên gund yeko yeko bi ava derman şûştin.
Serokê Serôkatiya Daîreya Xizmetên Çandiniyê ya Şaredariyê Haktan Akman têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku xwediyên sewalan berê sewalên xwe bi avên çem û newalan ên nepaqij şûştine û wiha got: "Ev yek jî dibû sedema nexweşiyan. Ji bo pêşiya van nexweşiyan bê girtin me jî vê xebatê da destpêkirin û sewalan bi ava derman di serşokên mobîl de dişon. ME van serşokan li Wanê 3 cihan bi cih kiriye û radestî keyayan kiriye. Êdî cotkarên me kîjan dema ku bixwazin dikarin ji xizmetê feyde bibînin."
Ji ber xizmeta şaredariyê gundiyan jî kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiyên xwe pêşkêşî ekîbên şaredariyê kirin.