PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin

img
AMED - Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel, bertek nîşanî êrîşên li dijî Herêma Kurdistan a Federe û Bakurê Sûriyeyê da û xwest hemû Kurd û partiyên siyasî li dijî vê yekê helwesta neteweyî nîşan bidin û got: "Li dijî kijan perçeyên Kurdistanê êrîşek pêk hat divê her kes helwesta neteweyî nîyan bidin." 
 
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), têkildarî êrîşên Tirkiye yên li dijî Herêma Kurdistana Federe û Bakurê Suriyeyê daxuyaniya nevpar dan. Li ser navê partiya Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê daxuyanî xwend û wiha got: "Êrîş û dagirkirinên li ser destkeftîyên Kurdan rawestînin. Miletê Kurd îro careke din, li êrîş û planên stratejîk yên ku hebûna wî jî ji xwe re dike armanc rû bi rû dibe. Dewleta Tirkîyeyê eve demeke, bi navê ‘têkoşîna li dijî terorê’  gelek cîhên Başûrê  Kurdistanê bombebaran dike û li wan deverên ku operasyonên leşkerî li dar dixe de, qereqolên (meqerên) eskerî ava dike. Dewleta Tirkîyeyê stratejîyeke weha ya sîyasî û leşkerî  li Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Surîyeyê) jî daye ber xwe. Piştî dagirkirina Efrînê, Dewleta Tirkîyeyê  nuha jî hêzeke leşkerî ya mezin li ser hidûde xwe û  Rojavayê Kurdistanê de  bi cîh kirîye û bi navê ‘Herêma  Aram’ dixwaze hemû axa Rojavayê Kurdistanê  dagir bike. Dewleta Tirkîyeyê bi vê jî namîne û dixwaze 3.500.000 penaberên Sûrîyeyê yên ku li Tirkîyeyê ne, li vê ‘Herêma Aram’ bi cîh bike." 
 
 
Bozyel, anî ziman ku Tirkîyeyê dixwaze vî 3.500.000 kesên ku piranîya wan Ereb in, li Rojavayê Kurdistanê bicîh bike, da ku demografîya Rojavayê Kurdistanê biguherînê û wiha axivî: "Dewleta Tirkîyeyê bi vê sîyasetê, di eslê xwe de dixwaze ‘Projeya Kemera Erebî’ careke din pêk bîne. Dewleta Tirkîyeyê gava ku dixwaze êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike, ‘tehdîdên YPGyê’ ji xwe re dike behane. Lê aşkere ye ku armanca Tirkîyeyê ne rê li ber girtina ‘tehdîdên YGPyê’ ye; ew dixwaze bi dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, rê li ber statuyeke sîyasî ya li vî perçeyê  Kurdistanê bigire. Dewleta Tirkîyeyê bi vê hewla dagir kirinê ve, heger ji destê wî bê, dê  hemû destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê ji holê rake; heger nikaribe vê bike jî, dê bixwaze destê Kurdan lawaz bike. Rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê û bi taybetî jî desthilatdarîya AKP û MHPyê, bi  sîyaseta êrîşker û dagirker, bi sîyaseta ku li ser dijminatîya Kurdan hatîye ava kirin, dixwaze pêlên şowenîyê xurtir bikin û herweha dixwazin rê li ber têkçûna desthilatdarîya xwe ya ku hêdî hêdî şikestê dixwe bigire. Lê aşkere ye ku  CHP û İyi Partî jî piştgirîyê didin vê  sîyaseta dagirker û êrîşker. Hemû partîyên Tirkan ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ‘mitabaqeteke milî’ di navbera xwe de pêk anîne. Gelê Kurd divê li himberî vê ‘mitabaqata milî ‘ ya partîyên Tirkan bi biryardarî helwestê bigire.
Bi taybetî  jî berpirsîyarîyên mezin dikeve ser milên tevgera sîyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê." 
 
DIVÊ HEMÛ AKTORÊN SIYASÎ YÊN KURT TEV LI VÊ PÊVAJOYÊ BIBIN
 
Bozyel, bang li hemû aktoran kir û got: "Beriya her tiştî hemû aktorên sîyasi yên li Rojavayê Kurdistanê divê Mitabaqatên Hewlêrê û Dihokê ji xwe re bikin rêbaz û li ser vê rêbazê revebirîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ava bikin. Divê hemû aktorên sîyasî yên Kurd beşdarî vê pêvajoyê bibin. Em careke din bangî PYD, TEV-DEM, ENKS û hemû partiyên Kurdan dikin da ku li ser stratejîyeke netewî, niştimanî mitabaqateke berfireh pêk bînin. Dewleta Tirkiyeyê wê sîyaseta ku li ser Rojavayê Kurdistanê dimeşîne, dixwaze li ser Başûrê Kurdistanê jî bimeşîne. Heta van demên dawî jî, Dewleta Tirkiyeyê bi bahaneya PKKyê bes êrîş dibir ser Başûrê Kurdistanê;  lê nuha li ser axa Başûrê Kurdistanê dest bi ava kirina  qereqolên (Meqerên) leşkerî  yên  mayînde kirîye. Ev gavên leşkerî yên Tirkîyeyê, berîya her tiştî, darbeyeke mezin li desthilatdarî û îstîkrara Başûrê Kurdistanê dixe. PKK jî bi çalakîyên xwe yên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê, rê ji êriş û hewlên Dewleta Tirkîyeyê yên ku dixwaze îstîkrara Kurdistanê têk bide, xweştir dike.
 
BANGÎ PKK'Ê KIR  
 
Bozyel, bang li PKK'ê jî kir û wiha pêde çû: "Di şerdên heyî de, çalakîyên leşkerî yên PKK'yê yên ku li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, zerarê digihîne destkeftîyên federe û ji provokasyonan re jî  rê xweştir dike. Ji ber vê yekê jî, dîvê PKK rêzê li hebûn û îradeya Rêvebebirîya Federe ya Başûrê Kurdistanê bigire û divê li Bakurê Kurdistanê jî, li Başûrê Kurdistanê jî, şer rawestîne, dest ji çalakîyên leşkerî  berde. Lêxwedî derketina destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê weke watinîyeke dîrokî li ser milên hemû Kurdan e. PKK jî divê rêzê li desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bigire û dest ji hewl û gotarên xwe yên ku zerarê dide destkeftiyên vî perçeyê welatê me berde. 
 
BANG LI DEWLETA TIRKIYE KIRIN
 
Bozyel, herî dawî bang li dewleta Tirkiye jî kir û wiha bi dawî kir: "Em careke din dixwazin bala her alîyekî bikşînin ser wê rastîyê ku, Dewleta Tirkîyeyê heta îro çawa ku nikarîbûye bi rê û alavên leşkerî pirsa kurd ji holê rake; dê ji îro pê de jî bi van rê û alavan dê nikaribe vê meseleyê ji holê rake. Ji ber vê rastîyê, em careke din bangî rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dawî li vê sîyaseta ku bi  şer, êrîş, şîdetê  û bi  dijayetîya Kurdan ve hatîye hûnandin berde.  Em bangî  Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku rêzê li maf û azadîyên  meşrû, milî, demokratîk ya  gelê me yê Rojavayê Kurdistanê  bigire. Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li mafê statûya sîyasî ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê  bigire. Herweha Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li desthilatdarîya meşrû ya Başûrê Kurdistanê bigire û divê hikumranîya Rêvebirîya Federe ya Başûrê Kurdistanê qebûl bike, rêzê lê bigire. Pirsa kurd û Kurdistanê ne ‘pirsa  terore’ ye. Dewleta Tirkîyeyê nikare bi êrîş û rêbazên leşkerî  vê pirsê ji holê rake. Kilîda çareserîya vê pirsê, qebûl kirina maf û azadîyên netewî û demokratîk yên gelê Kurd e.
 
Di derbarê çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê de, watinîyên mezin li ser milên hêzên navnetewî  yên weke Netewên Yekgirtî, Yekitîya Ewrûpa, Emerîka û  Rûsya yê ne. Ji bo rê li ber girtina êrîşên nû yên li ser gelê Kurd û ji bo çareserîyeke sîyasî ya ku li ser esasê wekhevîyê hatîye ava kirin, divê ev aktorên navnetewî însîyatîfên aktîf bigirin. Em bangî Hikûmeta Merkezî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin da ku, li himberî van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên ku zerareke mezin digihîne gelê me yê Başûrê Kurdistanê helwestê bigirin û li gel Netewên Yekgirtî  peywendîyan deynin da ku Netewên Yekgirtî  rê li ber  van êrîşan  bigire. Em bangî gelê xwe, bangî hemû partîyên sîyasî yên li her çar perçeyên Kurdistanê dikin da ku, li himberî  hemû êrîş û dagirkirinên li ser her perçeyekî welatê me  helwestê bigirin. Divê gelê me û hemû partîyên sîyasî, li himberî çalakî, kiryar û sîyasetên ku ji êrîşên dagirkeran re rê xweştir dikin, zerarê didin destkeftiyen gelê me hişyar bin, li dijî van çalakî û sîyasetan  helwestê bigirin. Gelê me û hemû partîyên sîyasî yên li her çar perçeyên Kurdistanê bi hişmendîyeke netewî û niştimanî,  divê  li himber provokasyonên ku rê ji şerê navxweyî  re vedikin  hişyar bin û divê li himberî van provokasyonan helwestê bigirin. " 
 

Sernavên din

09/08/2019
21:18 Polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girtin
21:08 Hevşaredarê Ebaxê yê HDP'î ji kar dûr xistin
15:55 Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ji ber ku kirê nade cih nabîne ku bikevê
15:50 Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
15:39 Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
15:31 Ji bo girtiyên jin qert şandin
15:23 Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
15:19 Lêgerîna bînaya HDP'ê piştî 8 saetan bi dawî bû
15:01 Sîxuriyê li endamên TOP'ê ferz dikin
14:26 ‘Biçin Girtîgeha Xarpêtê û şahidiya îşkenceyê bikin'
14:25 Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye
13:53 Sewal di serşokên mobîl de tên hênikkirin
13:51 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
13:51 ‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?'
13:46 PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin
13:45 ‘Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in’
13:23 TURK-ÎŞ'ê biryara çalakiyê stend
12:21 Serokê MASAK'ê ji peywirê hat girtin
12:13 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 TJA'yê ji girtiyan re kartên cejnê şand
11:35 Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
11:34 Li Dîlokê 2 kes hatin girtin
10:32 Hevserokên HDP’a Mûşê hatin binçavkirin
10:21 'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '
09:14 ‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’
09:13 ‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
09:12 Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar
09:10 Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
09:08 Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin
09:06 Di 4 mehan de hevseroka HDP’ê 9 car xistin ber lêpirsînê
09:03 ‘Ji bilî mirinê tu rêyek penaberên Sûriyeyê nîne’
09:01 Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN
08:08 Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin
08/08/2019
21:47 Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin
17:43 Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me
16:48 Hatîce Efe: Bi awayekî vekirî sûc dikin
16:30 Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin
15:53 Îxrackirina Serokê SES'ê yê Amedê Oruç protesto kirin
15:37 Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin!
15:11 Di 3 salan de 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
15:02 Li Rihayê kesekî bombe li ser hat girtin
14:41 Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir!
14:26 Rapora ku zoriyên penaber dijîn, hat weşandin
14:12 'Li Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di 2 mehan de 37 pitik mirin'
13:34 Haşem Tîlaver li gundê xwe hat definkirin
13:33 Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn
13:09 ‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’
13:01 Leşkerên Îranê kolberekî kuştin
12:47 ‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
12:31 Li Wanê OHAL didome: Gotubêja pirtûka 'Mavi Sevgi' qedexe kirin
12:10 Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin
10:58 Hevjîn û keça xwe kuştin
10:47 Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye
10:44 Li Elihê 14 kes hatin berdan
10:43 Şaredariya Bajar Mezin a Amedê: Nûçe derveyî rastiyan e
10:18 Li Amedê bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
10:06 Şewata li Mêrdînê rû da bû sedama tirsê
10:06 AKP'ê qeyûmên xwe xelat kir!
09:57 2 siyasetmedar li Şirnexê hatin berdan
09:52 ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin
09:32 4 kesên ku polisan wan derb kir hatin berdan
09:09 Parêzer Ongor: Pêwîste komîsyona meclîsê tavilê biçe Girtîgeha Osmaniyeyê
09:08 Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!
09:07 Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê
09:07 Dê li Dersimê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin
09:06 Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
09:05 Li Wanê 3 walî guherîn lê 991 roj in qedexe didome
09:04 Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
09:04 Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
09:01 DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
09:00 Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN
07/08/2019
21:43 Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
18:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Ocalan re hevdîtin kirin
16:07 Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
15:04 DAIŞ’iyê lêgerîna wî ya înterpolê heyî: Dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin
14:43 Li Êlihê 5 ciwanên HDP'ê hatin berdan
14:25 'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’
12:49 Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye
12:17 Siyasetmedaran ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amede kirin
12:09 Endama Meclîsa Nisêbînê Demîr hat berdan
11:57 Li Tirbespiyê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:38 Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin
11:06 Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
11:01 Gunay: Dilê aştî û demokrasiyê Grava Îmraliyê ye
10:26 Şewata li Bagokê piştî bi rojan hat vemirandin: Hemû der riprûş bûn
10:13 ‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'
09:48 Yagiz: Şer raweste wê tifaqa AKP-MHP'ê jî hilweşe
09:20 Rojnameger Guleş û girtiyên din nayên dermankirin
09:18 ‘Armanc ew e ku komeleyên elewî belav û parçe bikin’
09:16 Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye
09:14 ‘Aram Tîgran pira navbera dostaniya gelan bû’
09:12 Beştaş: Alternatîfa rejîma kevn û nû rêya sêyemîn e
09:09 Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin
09:07 Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire
09:05 'Her çi be ev gule her tim li Kurdistanê dipekin'
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan