ÎZMÎR – Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi dirûşma “Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in” civîn çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Abdulkadîr Baydur di civînê de got : “Yên êrîşî gelên Bakurê Sûriyeyê bikin dê bi ser nekevin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan bi dirûşma “Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in” li avahiya xwe civîn çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de bertek nîşanî gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Abdulkadîr Baydur daxuyanî xwend û got: “100 sal berê li ser vê axê nijadperestiyê dan destpêkirin û ev zîhniyeta yekperest û talanger dewam dike. Li ser vê axê tu demê êşa gelan kêm nebûye. Sedsalek e li dijî gelan li ser bingeha yekperestiyê qirkirin didome. Bûye aktorê sereke ya polîtîkayên komkujiyê. Ev feraset dixwaze di roja îro de jî li ser vê axê qirkirin û êşên mezin bide jiyîn.”
‘BILA HER KES BERTEK NÎŞAN BIDE’
Baydur da zanîn ku bloka AKP/MHP’ê ji bo berjewendiyên îktîdara xwe carek din dixwaze herêmê serûbin bike û niha jî dixwaze erdnîgariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşîne. Baydur gef û hewldanên êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: “Yên êrîşî gelên Bakurê Sûriyeyê bikin dê bi ser nekevin. AKP rola çeteyên cîhadîst birêve dibe. Li dijî êrîşa muhtemel a li ser gelên Rojava em hemû gelê xwe, saziyên demorkatîk û partiyên siyasî vedixwînin ku bertek nîşan bidin.”