ENQERE - Her pênç kesên ku li Enqere û Qersê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Duh serê sibehê polisan li Enqereyê bi ser malan de girtibû û nûçegîhanê PÎRHA'yê Cebraîl Aslan, Feryal Yazici, Perîhan Yogûrtçû, Bayram Kaya û di çarçoveya heman lêpirsînê de Endamê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Enqereyê Dr. Onûr Nacî Karahanci jî li Qersê binçav kiribûn.
Her pênç jî piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polisan hatin berdan. Hat hînbûn ku her pênç jî ji ber ku tevlî çalakiyên "Ala Spî" yên dema qedexeyên derketina derve yên sala 2016'an ku ji bo bajarên qedexe li ser hebûn dihatin lidarxistin bûne hatine binçavkirin.