ŞIRNEX - Hevparên TJA'yê yên Şirnexê bi minasebeta Cejna Kurbanê kartên cejnê ji jinên siyasetmedar ên girtî re şand.
Hevparên Tevgera Jinên azad (TJA) li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê beriya Cejna Kurbanê, ji bo jinên girtî yên siyasetmedar kartên cejnê şandin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, hevşaredarên jin û gelek aktîvîstên TJA li Postexaneya Cizîrê (Şaxa PTT) kart şandin. Jinan beriya kartan bişînin daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê kart şandin.