MÛŞ – Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mûşê de girt. Polîsan bi ser mala hevserokên bajêr de jî girt û ew binçav kirin.
Polîsan li Mûşê serê sibê bi ser malan de girtin. Polîsan avêt ser mala Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Mûşê Ferhat Çaki û Muhlîsê Karaguzel û wan binçav kirin. Kutbettîn Çelîk jî hat binçavkirin. Polîsan piştî binçavkirinê bi ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Mûşê de jî girt û li vir lêgerîn pêk anîn. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mûşê.
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN’
Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik bi ser de girtina malan û binçavkirina hevserokên partiya xwe şermezar kir û got: “Bi salane bi vê nêzîkatiyê têkoşîna me ya demokrasiyê û siyasî têk bibin û biçewisînin. Bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê her roj qels dibe. Her roj gelê me xwedî li partiya xwe derdikeve. Bloka faşîst a ku vê xwedî derketinê dibîne dixwaze me biçewisîne. Di rojên dawî de pêla binçavkirin û girtina hevalên me li bajarên herêmê zêde bûye. Bila viya ji bîr nekin, çi dibe bila bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo avakirina siyaseta demokratîk û aştiyane em ê hin bêtir têbikoşin.”