Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar

img
EDENE – Ferdên malbata Korkmaz ê di 6’ê tebaxê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin diyar kirin ku polîsan dema bi ser kargeha wan de girtiye bi lêdanê îşkence li wan kiriye û gefên kuştinê li wan xwarine. 
 
Li taxa Gulbahçeyê ya navçeya Seyhana Edeneyê di 6’ê tebaxê de polîsan bi ser kargeha malbata Korkmaz ve girtin. Nîhat Mustafa, Ramazan, Refîk û Serdar Korkmaz ê polîsan wan binçav kir diyar kirin ku polîsan îşkence li wan kiriye. Ferdên malbatê gotin piştî polîsan bi îdiaya “li dijî polîsan derketine” îfadeyê wan hatine girtin û pişt re berdane. 
 
MALBATÊ GILIYÊ POLÎSAN KIR 
 
Ferdên malbatê rapora polîsan li wan daye wergirtine û çûn Serdozgeriya Komarê û giliyê polîsan kirin û her wiha daxwaznameyek têkildarî polîsan ji Wezareta Karê Hundir re şandin. Ferdên malbatê gotin polîsan li gel îşkenceyê gefên kuştinê li wan xwariye. 
 
DI DÎMENAN DE TÊ XUYAKIRIN POLÎS BI SER KARGEHÊ DE DIGIRIN 
 
Di dîmenên kameraya ewlehiyê ya kargeha malbatê de tê dîtin komek polîs bi ser kargehê ve digirin, Ramazan Korkmaz li gel xwe dibin qadek vala. Di dîmen de tê dîtin di wê kêliyê de welatî li derdorê kom dibin û kuçikê polîsan êrîşî wan dike. Di dîmenek din de polîs di tariya şevê de li qadê lêgerînê pêk tîne. Tevî ku di ser bûyerê de 3 roj derbas bûn jî şopên îşkenceya li ser ferdên malbatê tên xuyakirin. Ferdên malbatê tiştên hatin serê wan vegotin. 
 
‘BERNEDIN HEWA BERDIN SERÊ WAN’ 
 
Ramazan Korkmaz diyar kir ku polîsan wî biriye cihek tarî lê dane û got: “Me ji paş ve kelepçe kirin û li erdê dirêj kirin. Kuşikê polîsan êrîşî birayê min kir. Polîsan digot ‘Atak êrîş bike.’ Kuçik lingê piyê min birîndar kirin. Polîsan ji me re got ‘tiryakê bidin me. Tiryakê bidin, heke hûn nedin em ê we bikujin. Guleyan bernedin hewa, berê serê wan bidin.’ Dema bavê min li gel polîsan hat qereqolê, polîsan çeke xwe bi kêleka xwe ve daliqand. Saetekê li gel kuçik lêgerîn kirin, lê tiştek nedîtin. Li ser îxbarek bêbinî hatibûn. Gule berdidan hewa. Di maşîneyên xwe de jî li me dan. Xwestin em dest ji gilîkirinê berdin. Lê me dest ji gilîkirina xwe berneda.” 
 
‘ÎŞKENCEYA GIRAN LI ME KIRIN’ 
 
Serdar Korkmaz jî anî ziman ku piştî agahî dane wî ew çûye cihê kar û wiha got: “Polîsan heqaretên giran li me kirin. Bi qûndaxên çekan li me didan. Çar pênc polîsan me diavêt erdê û îşkence li me dikirin. Destên me kelepçe kirin û gaza îsotê reşandin çavên me û li me dan. Tiştekî nedîtin. Gule direşandin. Berê çekên xwe didan serê me û digotin ‘berê serê wan bidin.’ Polîs devê min qelaşt. Di maşîneyê de polîsan ji min re got ‘Em ê nihat we bibin cihek kamera lê heye. Bêjin ku me sûc kiriye. Tiştên ji te re dibêjim bêje.’ Me li pêşberî kameraya tiştên hatine serê me vegot. Ez di nava xwînê de mam. Polîs ji min re got ‘Ha ji te re vê îmze bike, kaxezê derketina te ye. Lezgîn viya îmze bike em ê te berdin.’  Sê çar kexezan tije kirin ku va em karê tiryakê dikin. Digotin ku birayê min karê tiryakê dike û ji hepsê derketiye. Derewan dikin. Birayê min 15 sal berê çûye Stenbolê û li wir dixebite. Min îfadeyên wan qebûl nekir. Polîs hatin ser me paqij kirin. Cixare dan min. Polîs li ser vê yekê, ser wê îfadeyê reş kir. Ji me xwestin ku em bêjin polîs bêsûc in. Lê me viya qebûl nekir. Xwestin kumpasê li me bikin. Komîser ji min re got ‘Ez kîloyek deynim wir û te bixapînim. Tiştên wisa neke. Tu me nas nakî.’ Li nexweşxaneyê ez di nava xwînê de bûm. Polîsan wezîfeya xebatkarên tenduristiyê asteng dikirin. Polîsan ji me re got ‘Heke hûn bibin dozdar wê serê we bikeve belayê. Dest jê berdin û ser meseleyê bigirin.’ Lê em ê dest ji vê meseleyê bernedin.” 
 
Refîk Korkmaz jî got polîsan li ber çavê hevjîn, zarok û xizmên wî îşkenceyê lê kirine û polîsan îşkence li zarokên wî jî kirine û gefên înfazkirinê li wan xwarine. Korkmaz anî ziman ku wan giliyê polîsan kiriye û dê dest ji bûyerê bernedin. 
 
MA / Hamdullah Kesen
 

Sernavên din

09/08/2019
21:18 Polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girtin
21:08 Hevşaredarê Ebaxê yê HDP'î ji kar dûr xistin
15:55 Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ji ber ku kirê nade cih nabîne ku bikevê
15:50 Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
15:39 Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
15:31 Ji bo girtiyên jin qert şandin
15:23 Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
15:19 Lêgerîna bînaya HDP'ê piştî 8 saetan bi dawî bû
15:01 Sîxuriyê li endamên TOP'ê ferz dikin
14:26 ‘Biçin Girtîgeha Xarpêtê û şahidiya îşkenceyê bikin'
14:25 Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye
13:53 Sewal di serşokên mobîl de tên hênikkirin
13:51 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
13:51 ‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?'
13:46 PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin
13:45 ‘Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in’
13:23 TURK-ÎŞ'ê biryara çalakiyê stend
12:21 Serokê MASAK'ê ji peywirê hat girtin
12:13 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 TJA'yê ji girtiyan re kartên cejnê şand
11:35 Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
11:34 Li Dîlokê 2 kes hatin girtin
10:32 Hevserokên HDP’a Mûşê hatin binçavkirin
10:21 'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '
09:14 ‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’
09:13 ‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
09:12 Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar
09:10 Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
09:08 Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin
09:06 Di 4 mehan de hevseroka HDP’ê 9 car xistin ber lêpirsînê
09:03 ‘Ji bilî mirinê tu rêyek penaberên Sûriyeyê nîne’
09:01 Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN
08:08 Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin
08/08/2019
21:47 Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin
17:43 Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me
16:48 Hatîce Efe: Bi awayekî vekirî sûc dikin
16:30 Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin
15:53 Îxrackirina Serokê SES'ê yê Amedê Oruç protesto kirin
15:37 Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin!
15:11 Di 3 salan de 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
15:02 Li Rihayê kesekî bombe li ser hat girtin
14:41 Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir!
14:26 Rapora ku zoriyên penaber dijîn, hat weşandin
14:12 'Li Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di 2 mehan de 37 pitik mirin'
13:34 Haşem Tîlaver li gundê xwe hat definkirin
13:33 Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn
13:09 ‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’
13:01 Leşkerên Îranê kolberekî kuştin
12:47 ‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
12:31 Li Wanê OHAL didome: Gotubêja pirtûka 'Mavi Sevgi' qedexe kirin
12:10 Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin
10:58 Hevjîn û keça xwe kuştin
10:47 Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye
10:44 Li Elihê 14 kes hatin berdan
10:43 Şaredariya Bajar Mezin a Amedê: Nûçe derveyî rastiyan e
10:18 Li Amedê bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
10:06 Şewata li Mêrdînê rû da bû sedama tirsê
10:06 AKP'ê qeyûmên xwe xelat kir!
09:57 2 siyasetmedar li Şirnexê hatin berdan
09:52 ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin
09:32 4 kesên ku polisan wan derb kir hatin berdan
09:09 Parêzer Ongor: Pêwîste komîsyona meclîsê tavilê biçe Girtîgeha Osmaniyeyê
09:08 Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!
09:07 Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê
09:07 Dê li Dersimê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin
09:06 Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
09:05 Li Wanê 3 walî guherîn lê 991 roj in qedexe didome
09:04 Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
09:04 Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
09:01 DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
09:00 Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN
07/08/2019
21:43 Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
18:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Ocalan re hevdîtin kirin
16:07 Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
15:04 DAIŞ’iyê lêgerîna wî ya înterpolê heyî: Dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin
14:43 Li Êlihê 5 ciwanên HDP'ê hatin berdan
14:25 'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’
12:49 Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye
12:17 Siyasetmedaran ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amede kirin
12:09 Endama Meclîsa Nisêbînê Demîr hat berdan
11:57 Li Tirbespiyê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:38 Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin
11:06 Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
11:01 Gunay: Dilê aştî û demokrasiyê Grava Îmraliyê ye
10:26 Şewata li Bagokê piştî bi rojan hat vemirandin: Hemû der riprûş bûn
10:13 ‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'
09:48 Yagiz: Şer raweste wê tifaqa AKP-MHP'ê jî hilweşe
09:20 Rojnameger Guleş û girtiyên din nayên dermankirin
09:18 ‘Armanc ew e ku komeleyên elewî belav û parçe bikin’
09:16 Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye
09:14 ‘Aram Tîgran pira navbera dostaniya gelan bû’
09:12 Beştaş: Alternatîfa rejîma kevn û nû rêya sêyemîn e
09:09 Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin
09:07 Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire
09:05 'Her çi be ev gule her tim li Kurdistanê dipekin'
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan