ÎZMÎR – Serokê Komeleya Piştevaniya Bi Penaberên Sûriyeyê Re Muhammed Salih bal kişand ser paş ve şandina penaberên Sûriyeyê û got: “Ji penaberan re dibêjin ya vegerin Sûriyeyê bimirin an jî birevin û bimirin.”
Hemwelatiyên Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî neçar man koçî Tirkiyeyê bikin. Penaberên Sûriyeyê ev çend sal in li gelek bajarên Tirkiyeyê bicih bûne. Li ser fermana Wezareta Karê Hundir tê xwestin ku penaberan paş ve bişînin Sûriyeyê. Vê fermana paş ve şandinê tirs û gumanan di nava penaberan de zêde kir. Rêxistinên civakî yên sivîl ku ji bo penaberan xebat birêve dibin diyar dikin ku penaber bi van gefan dişînin mirinê.
‘DEST JI GEFXWARINÊ BERDIN’
Serokê Komeleya Piştevaniya Bi Penaberên Sûriyeyê Re Muhammed Salih got ji destpêka şer ve penaber di nava nediyariyekê de jiyana xwe didomînin. Salih da zanîn ku sedemê mezin ê vê nediyariyê ji ber ku statûya penaberan nadin wan û heke statû bidana penaberan dê îro ev gefên paş ve şandinê nehatina qewimandin. Salih bal kişand ser şert û mercên penaberan û got: “Ji penaberan re dibêjin ya vegerin Sûriyeyê bimirin an jî birevin û bimirin. Ji xeynî mirinê tu rêyek ji penaberan re nehiştine. Em dixwazin bijîn, em naxwazin bimirin. Em dixwazin siyasetmedar dest ji van gefxwarinên xwe berdin. Dest ji sûcdarkirina penaberên Sûriyeyê berdin.”
‘PAŞ VE ŞANDIN ZILM E’
Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Maf Mehmet Arîf Koçer jî da zanîn ku pirsgirêkên penaberên li Turkiyeyê gihîştine asta xeternak û ji destpêka şerê Sûriyeyê ve ku penaber hatine Tirkiyeyê heta niha ji bo wan polîtîkayek baş nehatiye birêvebirin. Koçer anî ziman ku ji ber cihek ewle li Sûriyeyê nîne penaber naxwazin biçin û wiha got: “Mixabin ji ber ranta emperyalîzma cîhanê li Sûriyeyê cihek ku welatî lê bimînin nîne. Wê kengê ev xilas bibe? Ne diyare. Pêwîste statû bidin hemû penaberan. Ev rewşek mirovatî nîne. Gelek partiyên siyasî polîtîkayên xwe yên li dijî koçberan dixin dewrê. Ev tiştek talûke ye. Ev li dijî mirovahiyê ye. Em bang li wan partiyan dikin dest ji helwesta xwe ya nijadperest berdin. Ev mirov xwedî mafên bingehînin. Paş ve şandin zilmek mezin e.”
MA / Sevda Aydin