AMED - Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1'an Hatîce Efe derbarê yên ku li hemberî biryara Dadgeha Makeqanûnê ya Akademîsyenên Aşitiyê derketin de got ku kesên ku ketine nava vê seknê bila bizanin ku bi awayekî vekirî sûc dikin.
Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê li avahiya şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1'an derbarê yên ku li hemberî biryara Dadgeha Makeqanûnê ya Akademîsyenên Aşitiyê derketî de civîna çapemeniyê li dar xist. Şaxa SES'ê ya Amedê, Akademîsyênên Aşitiyê û endam û reveberên Egîtîm Senê tevlî civînê bûn. Pankartên "Em bi daxwaza xwe ya aşitiyê ısrar in, nabin hevparî vî sucî" û "Akademî bîat nake" hatin daliqandin. Di civînê de Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1'an Hatîce Efe dest nîşan kir ku derbarê akademîsyenên danezana "Em nabin hevparên vî sûcî" îmze kirî de Dadgeha Makeqanûnê biryara "îhlala maf" dabû û wiha got: "Piştî vê biryarê komeke ku ji ABC'ya nasnameya akademîsyenan fêm nakin bi talîmata rêveberiyên zanîngehan li hemberî biryara Dadgeha Makeqanûnê derketin û di dîroka zanîngehên Tirkiyê de kampanyayeke ku bi şerm were bibîranîn rêvedibin."
'BÛNE HEVPARÎ SÛCEKÎ GIRAN'
Efe diyar kir ku rêveberiyên zanîngehan li pişta hev tevlî vê kampanyaya bi kerb bûn û bûne hevparî sûcekî giran. Efe da zanîn ku rêveberiyên zanîngehan, Akademîsyenên Aşitiyê wek "sûcdar" nîşan didin û wiha ev tişt ziman: "Biryara Dadgeha Makekanûnê û makeqanûnê tune dihesibînin. Kesên ketine nava vê seknê bila bizanin ku bi awayekî vekirî sûc dikin." Efe daxuyand ku sendîkaya wan kampanyaya li hemberî hiqûqê dane destpêkirin dê teşhîr bikin û parastina azadbûna akademiyan berdewam bikin.
BIRYARA HATIYE WERGIRTIN BILA BI CIH BÎNE
Efe di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku biryara Dadgeha Makeqanûnê biryara ku wergirtî bila bi cih bîne û wiha got: "Divê lêpirsîn û cezakirinên hiqûqî û îdarî yên di derbarê akademîsyenan de bên dawîkirin. Divê akademîsyenên hatine îhraçkirin bi hemû mafên xwe ve di demeke nêzîk de peywîra wan were îadekirin. Akademîsyenên Aşitiyê rûmeta me ne."