AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê îxrackirina Serokê Şaxa SES'ê yê Amedê Recep Oruç şermezar kir û xwest kesên li dijî hiqûqê hatine îxrackirin bi lez li karê xwe vegerin. Platformê xwest li dijî vê bê hiqûqiyê piştevanî û şêwirmendiya civakî xurt bikin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, der barê îxrackirina Serokê Şaxa SES'ê yê Amedê Recep Oruç de li pêş Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînêde Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Saliha Aydeniz, Semra Guzel, nûnerên rêxistinên civakî û gelek saziyên din amade bûn. Nûnerên tenduristiyê di çalakiyêde pankarta "Dadgehê beraet kir, lê Wezaretê îxrac kir" vekirin û biryara îxracê ya Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin. Koma tev li daxuyaniyê bûn dirûşmeya “Bêdeng nebe, hûn bêdeng bibin wê dor bê we jî" berz kirin. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Gonul Adibellî, diyar kir ku KHK'yên di serdema OHAL'ê de hatin îlankirin mayinde dikin û wiha got: "Ev biryarên dijdemokratîk li her qadên jiyanê mayinde dibin.
JI BO ARAMIYA CIVAKÊ DIVÊ BUTÇE NE LI ŞER LI TENDURISTIYÊ BÊN XERÇ KIRIN
Adibellî, anî ziman ku li dijî geşedanên civakî yên li Tirikiye û cîhanê pêş dikevin bêdeng namînin û wiha got: "Li her derê ku şer hebe tenduristiya civakî ne pêkan e. “Li tirkiye piştî kriza aborî Serokomar li xwe mikur hat û got: "Hûn buhayê guleyekê dizanin çiqas e?" û li xwe mikur hatiuye. Ji bo aramiya civakê pêş bikev divê butçe ne li şer li qada perwerdehiyê û tenduristiyê bê xerç kirin."
Adebellî, da zanîn ku di dewleta hiqûq û demokrasiyê de mafê azadiya ramanê bi qanûna bingehîn hatiye parastin. "Li vir azadiya ramanê û îfadeyê ketiye bin pîyan. Bê pirs û lêpirsîn hevalê me hatiye îxrackirin. Em ê li dijî van êrîşan bang li cemaweriya demokratîk dikin ku têkoşîna piştevanî û şewirmendiyê xurt bikin. Li şûna kuştinê emê bidin jiyandin.
Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz jî anî ziman ku bi vê biryarê serdestiya hiqûqê û serxwebûna edaletê hatiye binpêkirin û wiha got: "Ew li şûna jiyandinê kuştinê tercîh dikin. Lê em jî li dijî kuştinê jiyandinê diparêzin. Em dixwazin 4 kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatin binçavkirin bên berdan."
Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy jî anî zimna ku kedkar her roj rastî zextên cuda tên û wiha got: "Dixwazin van zext û tundiyan asayi bikin. Lê emê destûr nedin van polîtîkayan.