AMED -Serokê Şaxa MMO’yê ya Amedê Mehmet Emîn Tumur di derbarê qezayên cejnê yên ku 3 salan de pêk hatî diyar kir ku 21.402 kesan jiyana xwe ji dest dane û 911.266 kes jî birîndar bûne.
Şaxa Odeya Endezyaran a Makîneyan (MMO) a Amedê, derbarê qezayên trafîkê ku di cejnê de rû da de şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê MMO'yê Mehmet Emîn Tumur di derbarê qezayên trafîkê yên li Tirkiyê rû dan de, wiha got: “Li Tirkiyeyê di 3 salên derbasbûyî de di encama qezayên trafîkê de 21.402 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 911.266 hezar kes jî birîndar bûn.” Tumur diyar kir ku nebaşiya tabloyê li ber çavan e û wiha axivî: “Ji ber cejnê ajokarên derdikevin rê em hişyar dikin, bila kurala pêk bînin.
AJOKAR ZÊDETIR BI KUSUR IN
Tumur dest nîşan kir ku li gorî daneyên TUÎK'ê yên 2018'an ji 1.229.364 qezayan sedê 89,44 ajokar, sedê 8.44 peya, sedê 0.88 kusurên rê, sedê 0.60 rêwî, sedê 0,62 jî erebe berpirsyarin hatiye tespît kirin.
Tumur daxuya kirin ku li gorî daneyên TUÎK'ê li Amedê wesayîtên bi motor her ku diçe zêde dibe û wiha vegot: “Di sala 2019'an ve erebeyên di trafîkê de qeyd kirî gihiştiye 124.456'an. Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Ewlehiyê di sala 2018'an de di cihê qezayan de 3373 kes piştî qezayan 30 roj derbasbûyî jî bi komî 6675 kesan jiyana xwe ji dest dane.
ZAM SEWQÎ TIŞTÊ NEBAŞ DIKE
Tumur diyar kir ku ajokar ji bo ku qezayan bînin asta jêr divê muayeneyên erebeyên xwe çêkin, ekîpmanên xwe bêkemasî wergirin li cem xwe. Tumur bal kişand ku ji bo ku zam ji fiyatên sotemeniyê hatiye ajokar “10 nimre yax” tercîh dikin. Şewat jî ji ber vê yekê derdikevin.
'TEDBÎRAN BISTÎNIN'
Tumur herî dawî dest nîşan kir ku ji bo pirsgirêka ewlehiyê ya heyî divê sazî û dezgeh tedbîran bistînin.