WAN - Li Navçeya Erdîşê ya Wanê Qeymeqamê Erdîşê gotubêj û roja îmzeyan a pirtûka "Mavî Sevgî" ku Nivîskar Şahabettin Demîr nivîsandiye qedexe kir.
Qeymeqamê Erdîşê roja îmzeyan û gotûbêjê ya pirtûka "Mavî Sevgî" ya ku nivîskar Şahabettîn Demir nivîsandiye qedexe kir. Şahabettin Demîr xwest li navçeya Erdîşa Wanê îro saet di 11.00 û 19.00'an de li Baxçeyê Çayê yê Emrah û Selvî rojên îmzeyan a pirtûka "Mavi Sevgi" li dar bixe. Lê Qeymeqamiyê daxwaza nivîskar Demîr red kir. Demîr bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku qedexeya 12'ê Îlonê hêj didome. Demîr, anî ziman ku ev qedexeyên heyî êdî darbeya 12'ê Îlonê derbas kirine û wiha got: "Pirtûk romanek derûnî ye. Min di nava 2 salan de ev pirtûk nivîsand. Pirtûk jiyana 2 ciwanên ku jiyana wan li metrepolên cuda derbas dibe tîne ziman. Pirtûk bi Bandrole û li gorî zagonên Tirkiye hatiye çapkirin. Lê niha qeymeqam vê bernameya îmzeyan qedexe dike. Min mehek berê dawetiye û afîş amade kirin. Min nêzî 3 hezar mirov dawetî bernameyê kir. Duh êvarî bang li min kirin û diyar kirin ku guncav nehatiye dîtin. Sedema wê jî biryara Walîtiya Wanê ya qedexeyên dawî nîşan dan. Ev yek berdewama darbeya 12'ê îlonê ye."