RIHA - Li Xelfetiyê, zilamê bi navê C.E. hevjîn û keça xwe ya 17 salî kuştin.
Li Taxa Hîlalî ya navçeya Xelfetî ya Rihayê, zilamê binavê C.E. yê 43 salî, hevjîna xwe Fîlîz a 40 salî û keça xwe Rûkiye ya 17 salî kuştin.
Cendirmeyên li ser îxbara welatiyan hatin cihê bûyerê C.E. binçav kirin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin keç û dayikê jiyana xwe ji dest dane. Piştî lêkolînê cenazeyên dayik û keça wê rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê.
Piştî bûyerê, 7 zarokên ji 18 salî biçûktir, xistin bin parastina dewletê.