AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bertek nîşanî nûçeyên bi ser navê "PKK li Şaredariyê ye" ku di hin sazî û dezgehên çapemeniyê de hatibûn weşandin da û diyar kir ku li dijî van nûçeyên dûrê rastiyê dê serlêdana sûc bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî nûçeyên bi ser navê "PKK li Şaredariyê ye" ku di hin sazî û dezgehên çapemeniyê de hatibûn weşandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qaşo nûçeyên ku di wan de şaredariya hedef hatiye nîşandan û êrîşî mafên takekesî yên xebatkarên şaredariyê hatiye kirin, berovajî ne û derveyî rastiyê ne. Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di hemû xebat û xizmetên xwe de welatiyan dikin rêza yekemîn û li gorî vê yekê tevdigerin. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kêmasiyên xwe yên peronelan derbas dikin û di vê çarçoveyê de mexdûriyeta ku 2 sal û nîv e pêk tê gav bi gav ji holê radikin.
Şaredariyê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku berovajiyê nûçeyên ku hatine weşandin herkesî li gorî hiqûqê digirin û kar derbarê nûçeyên ku wan hedef nîşan dane û êrîşî mafên takekesî yên xebatkarê wan kirine hem wek sazî û hem jî wek kes dê serlêdana sûc bikin.