MERDÎN - Şewata ku li erdekî Navçeya navenda Artûklû rû da, bû sedema tirsê. Şewata ku derbasî herêma leşkerî bû, bi alîkariya welatiyan hat vemirandin.
Li erdeke dinavbera qadên rûniştinê yên Kolana Sevgî ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê duh bi şev şewatê rû da. Welatiyên li herêmê dijîn şewat ferq kirin û agahî dan ekîbên agirkûj. Şewata ku belavî qadên rûniştinê yên welatiyan bû, ji aliyê welatiyan û ekîbên agirkûj ve hat vemirandin. Şewata ku ji ber hewayê bilez belav bû, heya qûntarên Keleha Mêrdînê bû. Şewata ku pekiya herêma leşkerî, bi alîkariya welatiyan hat vemirandin.
Nehat zanîn ku şewat ji ber çi rû daye û derbarê bûyerê de lêpîrsîn hat destpêkirin.