NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryarnameya tayînkirinê ya Wezareta Karên Hundir, cihê peywirê yê 403 amîrên îdareyê hat guhertin. Hemû qeyûmên li herêmê ji bo bajarên cuda tayînî rayeyên bilindtir hatin kirin.
Wezareta Karên Hundir, bi Biryarnameya Tayînkirina Amîrên Îdareya Mulkî ya 2019'an, cihê peywirê yê 403 amîrên îdareyê ku dema wan a peywirê ya cihê lê peywirdar bûn, tije bûbû, guherand. Wezareta Karên Hundir têkildarî mijarê ev daxuyanî da; "Alîkarên waliyan, qaymeqam û bi taybetî jî qeyûmên ku li herêmên Başûrê Rojhilatê û Rojhilat peywir kirin, ji bo rayeyên bilindtir hatine nirxandin. Ji bo navçeyên me yên bajarên mezin ên mîna Stenbol, Enqere û Îzmîrê û navçeyên me yên din ên stratejîk qaymeqamên ciwan û çalak hatine tayînkirin."
Li gorî vê yekê cihê 10 amîrên îdareya mulkî yên li sazûmana navendî ya Wezareta Karên Hundir peywirdar hatiye guhertin û 13 qaymeqam û 4 alîkarên waliyan li navenda wezaretê hatine peywirdarkirin. Dîsa 29 amîrên îdareya mulkî yên li navend û sazûma bejahiyê ya wezaretê peywirdar jî di encama nirxandinên ku hatine kirin de tayînî serçavdêriya mulkî hatine kirin. Her wiha 4 amîrên îdareya mulkî ku li navenda wezaretê peywir dikinrin jî weke alîkarên waliyan hatine tayînkirin.
Bi biryarnameyê re ji bo hemû navçeyên herêmê qaymeqamên nû hatine tayînkirin û hemû qeyûmên li herêmê ji bo bajarên cuda tayînî rayeyên bilindtir hatin kirin.4