ŞIRNEX - Şaredarê Cizîrê yê berê Aydin Budak û Endamê Meclîsa Bajar ê Şirnexê yê HDP'î Alî Akdenîz yên di Adarê de hatin girtin, hatin berdan.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 23'ê Adarê de Şaredarê Cizîrê yê berê Aydin Budak di serdegirtina malan de hatibû biçavkirin û girtin. Di hilbijartina 31'ê Adarê de jî Endamê Meclîsa Bajar a Şirnexê yê HDP'î Ali Akdenîz hatibû hilbijartin û mazbata wî ji destê wî girrtin û hatibû girtin. 2 siyasetmedarê kurd ên bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin hatin berdan. Wezîrê Karên Hundir bi daxwaza Walîtiya Şirnexê Endamê Meclîsa Bajar ê Şirnexê yê HDP'î Alî Akdeniz ji peywirê dûr xistibû. Parêzeran girtina Budak û Akdeniz îtîraz kiribûn û li ser îtîraza parêzeran Budak û Akdeniz ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hatin berdan.