EDENE - 4 kesên ku polisan wan di GBT'ê de derb kir û xist binçavan, li dadgehê hatin berdan.
Polisan li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi ser kiraathaneyekê de girtin û xwestin hemû kesên li kiraathaneyê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas bikin. Ji ber ku hin welatî li dijî vê yekê derketin polisan wan derb kir. Polisan piştî derbkirina wan welatiyên bi navê Nîhat, Mûstafa, Ramazan û Serdar Korkmaz binçav kir. Polisan her çar kesan jî bir Navenda Polisan a Şehît Mehmet Alî û derbarê wan de bi angaşta ku li dijî wan derketine û nehiştine peywira xwe bikin derbarê her çaran de jî kirarî da destpêkirin. Piştî kirariyên xwe navenda polisan her çar jî sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hatin kirin û li vir hatin berdan.
Hat hînbûn ku her çaran jî rapora derbkirinê girtine û dê derbarê polisên ku wan derb kirine serlêdana sûc bikin.