OSMANIYE – Girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê bi rêya parêzeran binpêkirina mafan ku pê re rû bi rû mane ragihandin. Parêzerê ÎHD’yî Îlhan Ongor diyar kir ku ji ber helwesta kêfî ya girtîgehê girtî bi binpêkirina mafan re hevrû dimînin û bang li hemû partiyên siyasî û komîsyona Meclîsê kir ku bikevin tevgerê.
Girtiyên li Jimara 2’an a Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê dimînin ragihandin ku her roja diçe binpêkirina mafan zêde dibin û ew bi binpêkirinan re rû bi rû ne. Parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê di 6’ê tebaxê de bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û binpêkirina mafan a li ser girtiyan bi raya giştî re parve kirin.
‘JI BER HELWESTA KÊFÎ YA HEPSÊ DIQEWIME’
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê parêzer Îlhan Ongor diyar kir ku ew li ser daxwaza malbatên girtiyan wek 6 parêzerên ÎHD’ê di 6’ê tebaxê de li hepsê hevdîtin kirine. Ongor da zanîn ji roja hepsa Osmaniyeyê vebûye binpêkirina mafan bi awayek giran diqewimin û tevî hemû hewldanên wan jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Ongor anî ziman ku girtî ji tu mafê sûdê wernagirin û rojname, pirtûk nadin girtiyan û girtiyên nexweş jî nayên dermankirin. Ongor got ev pêkanînên dijwar hemû ji ber helwesta kêfî ya rêveberiya girtîgehê pêk tên.
‘NÊZÎKATIYA BÎRDOZÎ NÎŞAN DIDIN’
Ongor destnîşan kir ku dema girtî mafên xwe daxwaz dikin girtîgeh bi cezayan bersivê dide wan û got: “Li girtîgehê rewşek rageşî heye. Ev rewş ji ber helwest ango nêzîkatiya hepsê ya bîrdozî pêk tê. Ev rewş kêfî her tim dewam dike. Nahêlin ku girtî ji tu mafî sûdê werbigirin. Girtiyan di hundirê hepsê de xistine hundirê hepsek din.”
BANGA LEZGÎN LI MECLÎSÊ KIR
Ongor li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehê banga lezgîn li hemû partiyên siyasî û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir û xwest heyetek ava bikin û bi lezgînî biçin girtîgehê û pirsgirêkan li cihê wê lêkolîn û tespît bikin.
QURAN TÊ LÊKOLÎNKIRIN Û DEST DATÎNIN SER RADYOYAN
Ongor da zanîn ku girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nakin û rewşa hin girtiyan qet nebaş xuya dike. Ongor got hemû weşan Qurana Kerîm jî di nav de tên lêkolînkirin û piştî demên dirêj didin girtiyan. Ongor diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dest datîne ser name û radyoyên girtiyan û nahêlin ku name biçin û girtî li radyoyan guhdar bikin.
MA / Hamdullah Kesen