Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê

img
RIHA – Bi ser qetilkirina rojnameger Huseyîn Denîz re 27 sal derbas bû. Keça Denîz, Zozan Denîz ji bo bîranîna bavê xwe got: “Em yek bên kuştinê em ê bi hezaran werin şûna wî. Wan digot ku wê lêgerînerên heqîqetê xilas bikin, lê wan xwe xapand.” 
 
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 27 sal berê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Huseyîn Denîz qetil kirin. Tevî ku 27 sal bi ser qetilkirina Denîz re derbas bû jî lê hêj dewletê kujerên wî dernexistiye holê. 
 
Denîz dema ji mala xwe diçû buroya rojnameyê di 9’ê tebaxa 1992’an de hat gulebarankirin û wî bi giranî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Denîz di roja 10’ê tebaxê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û tev li karwanê cangoriyên çapemeniya azad bû. 
 
Dema Denîz hat kuştin, keça wî Zozan Denîz hêj 9 mehî bû û bavê xwe ji wêneyan nas dike. 
 
‘EZ BI BAVÊ XWE SERBILIND IM’ 
 
Zozan Denîz behsa bîranîna bavê xwe kir û got wê seranaserî jiyana xwe bi serbilindî têkoşîna bavê xwe aniye heta îro û her roja diçe ew bêriya bavê xwe dike. Denîz diyar kir ku li gel bavê wê bi roj li ber çavên şadihan hat qetilkirin lê 27 sal in kujerên dernexistine holê û nehatine darizandin. 
 
KUJER TÊ BERDAN 
 
Denîz derbarê doza ji bo bavê wê hat vekirin de jî got: “Cînayet du sal kiryar ne diyar ma. Di sala 1994’an de çeka bavê min pê hat kuştin li ser endamê Hîzbullahê Mehmet Şah Bakir derket û hat girtin. Ev kes bi cezayê muebetê yê hepsê hat darizandin. Lê ji ber ku edalet li welatê me nîne ev kujer piştî du salan hat berdan.” 
 
‘HÛN NIKARIN HEQÎQETÊ BIKUJIN’ 
 
Denîz anî ziman ku ew kujer û kesên fermana kuştina bavê wê dane baş nas dikin û got: “Wan bavê min û gelek hevrêyên wî kuştin. Wan digot qey ku wê rojnamegerên li pey heqîqetê dimeşin xilas bibin. Lê wan kujeran û dewleta tarî nizanibû ku ew yekî bikujin wê hezar werin şûna wan. Yanî em yek bên kuştinê em bi hezaran zêde dibin. Dibe ku bedena bavê min hatibe veşartin lê ramanên wî her ku çû belav bû. Sed sal jî derbas bibe ez ê dest ji têkoşîna bavê xwe berendim. Ew ê her tim rêya têkoşîna me ronî bike. Ez bavê xwe û hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim.” 
 
HUSEYÎN DENÎZ KÎ YE?
 
Huseyîn Denîz di sala 1956’an de li gundê Sitîlîlê ya bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tê dine. Piştî sala 1975’an li navçeya Siwêreg a Rihayê û li Nisêbînê mamostetiyê dike. Di darbeya 12’ê Îlonê de tê girtin û 5 sal û nîv li Zîndana Amedê tê ragirtin. Denîz li zîndanê dest bi xebatên ziman û folklora kurdî dike û li derve didomîne. Pirtûka "Gotinên Pêşiyên Kurdan" a Denîz di sala 1991’an de hat weşandin. Ew zewicî û bavê 4 zarokan bû. Endamê Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî ya PEN’ê bû. Denîz di rojnameyên Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Dogru, Welat û gelek rojnameyan de nivîs nivîsandin. Piştî rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşana xwe kir li navçeya Serêkaniyê dest bi nûçegihaniya rojnameyê dike û di kuncikê forumê de nivîsan dinivîsine. 
 
Zane û rewşenbîrê kurd Apê Musa xalê Huseyîn Denîz e. Ji heman gundî ne. Bi hev re li rojnameyê dixebitin. 
 
 

Sernavên din

09/08/2019
21:18 Polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girtin
21:08 Hevşaredarê Ebaxê yê HDP'î ji kar dûr xistin
15:55 Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ji ber ku kirê nade cih nabîne ku bikevê
15:50 Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
15:39 Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
15:31 Ji bo girtiyên jin qert şandin
15:23 Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
15:19 Lêgerîna bînaya HDP'ê piştî 8 saetan bi dawî bû
15:01 Sîxuriyê li endamên TOP'ê ferz dikin
14:26 ‘Biçin Girtîgeha Xarpêtê û şahidiya îşkenceyê bikin'
14:25 Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye
13:53 Sewal di serşokên mobîl de tên hênikkirin
13:51 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
13:51 ‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?'
13:46 PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin
13:45 ‘Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in’
13:23 TURK-ÎŞ'ê biryara çalakiyê stend
12:21 Serokê MASAK'ê ji peywirê hat girtin
12:13 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 TJA'yê ji girtiyan re kartên cejnê şand
11:35 Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
11:34 Li Dîlokê 2 kes hatin girtin
10:32 Hevserokên HDP’a Mûşê hatin binçavkirin
10:21 'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '
09:14 ‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’
09:13 ‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
09:12 Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar
09:10 Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
09:08 Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin
09:06 Di 4 mehan de hevseroka HDP’ê 9 car xistin ber lêpirsînê
09:03 ‘Ji bilî mirinê tu rêyek penaberên Sûriyeyê nîne’
09:01 Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN
08:08 Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin
08/08/2019
21:47 Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin
17:43 Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me
16:48 Hatîce Efe: Bi awayekî vekirî sûc dikin
16:30 Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin
15:53 Îxrackirina Serokê SES'ê yê Amedê Oruç protesto kirin
15:37 Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin!
15:11 Di 3 salan de 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
15:02 Li Rihayê kesekî bombe li ser hat girtin
14:41 Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir!
14:26 Rapora ku zoriyên penaber dijîn, hat weşandin
14:12 'Li Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di 2 mehan de 37 pitik mirin'
13:34 Haşem Tîlaver li gundê xwe hat definkirin
13:33 Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn
13:09 ‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’
13:01 Leşkerên Îranê kolberekî kuştin
12:47 ‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
12:31 Li Wanê OHAL didome: Gotubêja pirtûka 'Mavi Sevgi' qedexe kirin
12:10 Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin
10:58 Hevjîn û keça xwe kuştin
10:47 Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye
10:44 Li Elihê 14 kes hatin berdan
10:43 Şaredariya Bajar Mezin a Amedê: Nûçe derveyî rastiyan e
10:18 Li Amedê bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
10:06 Şewata li Mêrdînê rû da bû sedama tirsê
10:06 AKP'ê qeyûmên xwe xelat kir!
09:57 2 siyasetmedar li Şirnexê hatin berdan
09:52 ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin
09:32 4 kesên ku polisan wan derb kir hatin berdan
09:09 Parêzer Ongor: Pêwîste komîsyona meclîsê tavilê biçe Girtîgeha Osmaniyeyê
09:08 Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!
09:07 Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê
09:07 Dê li Dersimê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin
09:06 Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
09:05 Li Wanê 3 walî guherîn lê 991 roj in qedexe didome
09:04 Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
09:04 Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
09:01 DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
09:00 Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN
07/08/2019
21:43 Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
18:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Ocalan re hevdîtin kirin
16:07 Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
15:04 DAIŞ’iyê lêgerîna wî ya înterpolê heyî: Dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin
14:43 Li Êlihê 5 ciwanên HDP'ê hatin berdan
14:25 'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’
12:49 Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye
12:17 Siyasetmedaran ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amede kirin
12:09 Endama Meclîsa Nisêbînê Demîr hat berdan
11:57 Li Tirbespiyê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:38 Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin
11:06 Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
11:01 Gunay: Dilê aştî û demokrasiyê Grava Îmraliyê ye
10:26 Şewata li Bagokê piştî bi rojan hat vemirandin: Hemû der riprûş bûn
10:13 ‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'
09:48 Yagiz: Şer raweste wê tifaqa AKP-MHP'ê jî hilweşe
09:20 Rojnameger Guleş û girtiyên din nayên dermankirin
09:18 ‘Armanc ew e ku komeleyên elewî belav û parçe bikin’
09:16 Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye
09:14 ‘Aram Tîgran pira navbera dostaniya gelan bû’
09:12 Beştaş: Alternatîfa rejîma kevn û nû rêya sêyemîn e
09:09 Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin
09:07 Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire
09:05 'Her çi be ev gule her tim li Kurdistanê dipekin'
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan