NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku DAIŞ’iyê herî bi xeter ê lêgerîna wî ya înterpolê heye Danîel Demage yê Swîsî, ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatiye girtin. Demage, diyar kir ku ew naxwaza wî îadeyî welatê wî bikin û dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin.
DAIŞ’iyê herî bi xeter ê lêgerîna wî ya înterpolê heyî Danîel Demage yê Swîsî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve di operasyona meha Hezîranê de hatibû girtin. Demage, dema xwest bi hevjîna xwe ya Cezayîrî ya welatiya Fransayê re bireve hat girtin. Demage, yê di heman demê de muhendisê înşaetê ye, di sala 2015’an de piştî ji Swîsrê derket, şopa xwe winda kiribû. Demage yê girtî, ji ajansa ANHA ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike re axivî û li xwe mukir hatin.
YEK JI 6 EWROPIYÊN LÎGERÎNA WÎ HEYE
Demage yê yek ji 6 Ewropiyên lêgerîna wî ya înterpolê heye, di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê dibe û li gorî nûçeyên di çapemeniyê Swîsrê cih girtin de, heya niha 73 Swîsrî beşdarî DAIŞ’ê bûne. Ji van 73 kesan 23 kesan di demên cuda û pevçûnê cuda de hatin kuştin û 16 jê veriyan welatên xwe. Ji 34 kesên din jî tu agahî nayê girtin.
TEYBET HAT PERWERDEKIRIN
Li gorî qeydên Dadgeha Federal a DYA’yê Demage, nêzî 6 mehan perwerdeya leşkerî dîtiye û bi awayekê pispor li ser rêbazên êrîşan û êrîşên wesayîtên bombeyi hatiye perwerde kirin.
2 HEFTEYAN LI STENBOLÊ DIMÎN E
Demage yê derbarê tevlîbûna xwe ya DAIŞ’ê de axivî, wiha got: “Ez bi navbeynkariya hevalekê xwe yê Swîsrî di 5’ê Gulana 2015’an beşdarî DAIŞ’ê bûm. Dema ku DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, ez derbasî ola Îslamê bûm. Min daxuyaniyên Serokê DAIŞ’ê El-Bagdadî guhdar kirin û ez jî mîna hemû DAIŞ’yên dest pê kê derbasî Stenbolê bûm. Ez rastî tu astengiyan nehatim û nêzî 2 hefteyan li Stenbolê mam. Dûre ez bi otobusê derbasî Rihayê bûm. Ji Rihayê jî derbasî Sûriyeyê bûm. Ez carekê birindar bû. Li Mûsilê hatim dermankirin. Dûre dîsan vegeriyam Sûriyeyê û heya demekê li Babê mam. Piştî Babê, ez derbasî Hamayê bûm û li vê derê min perwerdeya sefkaniyê dît. Ez ji vir jî derbasî herêma Meyadin a Dêrazorê bûm. Li vê derê jî, ez bi jineke DAIŞ’î ya eslê xwe ji Cezayîrê welatiya Fransayê re zewicîm.”
‘BI BERDELA 5 HEZAR DOLAR HATIM BERDAN’
Danîel Demage, da zanîn ku ew di dema operasyona hêzên QSD’ê ya Reqayê de reviya Baxozê û wiha bilêv kir: “Heya demekê li wir mam. Dûre derbasî herêmek din bûm û ji wir jî çûm Ezazê. Li Ezazê ez ji aliyê çeteyên Sûltan Mûrad ve hatim girtin. Bi berdela 5 hezar dolar ez cardin berdan.”
‘DIXWAZE LI TIRKIYEYÊ BÊ DARIZANDIN’
Demage, diyar kir ku naxwaza îadeyî welatê xwe bê kirin û xwest li Tirkiyeyê bê darizandin.