MÊRDÎN - Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Samiye Demîr, bi şertê “Kontrola edlî” hat berdan.
Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Samiye Demîr, di 6’ê Tebaxê de, ji bo îfade bide çû Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê û li wir hatibû binçavkirin. Demîr a duh îfadeya wê hat girtin, sewqî Edliya Mêrdînê hat kirin.
Dozger îfadeya Demîr girt û bi daxwaza şertê “Kontrola Edlî” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrdînê kir. Demîr a îfade da Dadgeha Cezayê Sûlhê, bi şertê “kontrola edlî” hat berdan.