NAVENDA NÛÇEYAN - Di hevdîtinên "Herêma ewlekariyê" ya dinavbera Tirkiyey û DYA'yê de, Tirkiye planên xwe ferz dike. Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê, planên Tirkiyeyê nirxand û got: "Mînaka Efrînê li holê ye. Emê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin."
Berdevkê Rêveberiy a Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê, bertek nîşanî helwesta Tirkiyeyê ya di hevdîtinên "Herêma ewlekariyê' ya DYA'yê re da. Ehmê ji nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) Ersîn Çaksû re axivî û wiha got: "Gefên Tirkiyeyê ne nû ne. Mînaka 'Herêma ewlekariyê' ya Efrînê li holê ye. Li Efrînê bi sedhezaran mirov ji cih û warên wan kirin. Taxên wê talan kirin, komên biçek bi cih kirin û demografiya herêmê guhertin. Tevahiya cîhanê jî ev rastî dît û dîbîne."
Ehmê diyar kir, ji herêma wan tu gef li Tirkiyeyê nehatiye xwarin, Tirkiye ji bo dagirkirinê li bahaneyan digere û got: "Welatên ku me bi hev re li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn meşandin divê vê yekê bibînin û helwestê nîşan bidin."
ŞERTÊN HERÊMA EWLE
Loqman Ehmê bi bîr xist, ji bo deverek weke 'herêma ewle' bê dîtin 3 şertên xwe hene û got, "Divê herêm ji aliyê gelê xwe ve bê birêvebirin û mirovên koç kirine jî li cih û warê xwe vegerin, jiyana xwe ava bikin." Ehmê got, "Li herêmên me ev her sê şert hene. Herêmên me ji xwe ewle ne."
Ehmê destnîşan kir, li gorî qanûnên navneteweyî sedema avakirina 'herêma ewle' ew e ku deverek ji 'welat an jî hêzên leşkerî yên cîran bê parastin' e û got, "Me ti gef li Tirkiyeyê nexwarine. Ji ber vê yekê jî dema em dibêjin bila herêma ewle ava bibe, mebesta me ew sedem e."
'DYE NAVBEYNKARIYÊ DIKE'
Ehmê bi bîr xist, şertê wan ê tevlîbûna dewleta Tirk li nava koalîsyonê li herêma ewle ew e ku dawî li dagirkeriya xwe ya li Efrînê bîne û destnîşan kir, wê qebûl nekin ku Tirkiye ya xwe ferz bike. Ehmê got, "Di pêşnûmeya me de ev yek heye. Di vê mijarê de DYE navbeynkariyê dike. Hevdîtinên bi Tirkiyeyê re jî bi me re jî didomin. James Jeffrey çend roj berê diyar kir ku ew ê tiştekî ku Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê qebûl neke ferz nekin."
'DAXUYANIYA ESPER ERÊNÎ YE'
Ehmê diyar kir, ew daxuyaniya doh a Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Esper erênî dibînin û got, "Em vê daxuyaniyê erênî dibînin. Beriya niha jî dikarîbûn helwesteke bi vî rengî eşkere nîşan bidabûna."
EGER ÊRÎŞ BÊ KIRIN DIBE KU DAÎŞ'Î BIREVIN
Berdevkê Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ehmê anî ziman ku li herêmê metirsiya DAÎŞ'ê bi dawî nebûye, têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ'ê re tê zanîn û hişyarî da, ku eger êrîşek bê kirin dibe ku DAÎŞ'iyên li girtîgehan bibin metirsiyek li dinyayê. Loqman Ehmê got, "Yek ji armancên êrîşên Tirkiyeyê jî ji nû ve zindîkirina DAÎŞ'ê ye. Êrîşeke gengaz dikare bibe sedem ku DAÎŞ'î birevin."
DIVÊ PENABERÊN SÛRIYEYÎ LI XAKA XWE VEGERIN
Berdevk Ehmê anî ziman ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe rewa bike argumana "em ê penaberên Sûriyeyî li wan deveran bi cih bikin" bi kar tîne û got, "Rêveberiya Xweser li her platformê dibêje ku divê Sûriyeyiyên li derveyî welat li xaka xwe vegerin. Beriya çend rojan me heman bang kiribûn. Rêveberiya Xweser amade ye ku piştevaniya wan bike ku ji nû ve jiyana xwe ava bikin."