Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?

img

ÎDLIB - Di pêvajoya ku di hevdîtinên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de yên li ser 'Herêma Ewle' de tu encam derneketine, Rûsya li gel 'agirbestê' jî li Îdlîbê ket tevgerê.  

Hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeya Dmeokratîk (HSD) de ku bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo avakirina 'Herêma Ewle' tên kirin, didomin. Di hevdîtinên ku 2 rojan hatin kirin de tu encam derneket û Serokkomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniya ku dê 'bikevin rojhilatê Firatê' da. Li dijî vê yekê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Thomas Esper jî ragihand ku dê rê nedin operasyoneke yekalî ya Tikriyeyê. Di encama hevdîtinên ku 2 rojan dewam kirin de ne ji hêla Tirkiyeyê ve ne jî ji hêla Amerîkayê ve tu duxayanî nehat dayîn. Ev rewş nîşan dide ku Amerîka û Tirkiyeyê hê jî li hev nekiriye û aktoreke din a şerê Sûriyeyê, Rûsya ket dewrê. Rûsya ji bo 'rojhilatê Fıratê' dîplomasiyeke kûr a leşkerî û siyasî dimeşîne û careke din li Îdlîbê ku di navbera rejîm û komên radîkal ên di bin kontrola Tirkiyeyê de demeke dirêje bûye qada şer, ket tevgerê. 
 
BÊÇARETIYA ÎDLÎBÊ
 
Bi mehan e aktorên şerê Îdlîbê yên li qadê Artêşa Sûriyeyê û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ/El Nusra) in. Li pişt Artêşa Sûriyeyê Rûsya û li piştî Heyet Tehrir El Şam'ê (HTŞ/El Nusra) jî Tirkiye heye. Îdlîb ku di 2 salên dawîn de di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de cihekî girîng girt, dem deman NATO û Rûsyayê anî li hemberî hev. Tirkiye hem di çarçoveya lihevkirina Astanayê hem jî lihevkirina Soçiyê de peywira derxistina HTŞ'ê û komên din ên biçûk û mezin ji Îdlîbê girtibû ser xwe. Tirkiye her carê polîtîkayek meşand û li herêmê bû sedema pevçûnên mezin. 
 
ROLA TIRKIYEYÊ
 
Herî dawî Tirkiye peywira derxistin komên radîkal a ji qadeke bi qasî 15-20 kîlometreyî ya li başûrê Îdlîbê girt ser xwe. Heke Tirkiye vê yekê pêk banîna dê ev qad weke qada ku hatiye 'bêçekkirin' bihatina ragihandin. Lê ji ber ku berovajiyê vê yekê piştgirî da komên li vê qadê û ji wan re çek şand, rejîm û Rûsyayê li hemberî vê qadê operasyonan li dar xistin û hin deveran ji HTŞ'ê û komên din girtin. Di pevçûnên ku bi mehan dewam kirin de HTŞ'ê jî hin deveran ji rejîmê stand. 
 
'HERÊMA EWLE' Û AGIRBESTA ÎDLÎBÊ
 
Ji ber ku tê payîn 'Herêma Ewle' li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin, çavê herkesî li ser hevdîtinên di navbera Amerîka, HSD û Tirkiyeyê de ye. Dema ku 'rojhilatê Firatê' ket rojevê, liv û tevgera li rojavayê firatê kêm bû. Li rojavayê Firatê rejîmê li Îdlîbê agirbest ragihand. Li gel ku têkildarî sedema agirbestê gelek agahiyên cuda hatin dayîn jî tê gotin ku Rûsya dixwaze hin pêngavan bi pêş bixe. 
 
GELO TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ LI HEV KIR?
 
Hat hînbûn beriya çend rojan ji îstîxbarata Suriyeyê Alî Memlûkî, şêwirmendê Beşar Esad Bûseyna Şaban û Berdevkê Serekkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Musteşarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan, bi garantoriya Rûsyayê hatine gel hev. Tê gotin ku di vê hevdîtinê de aliyan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kiriye. Heyeta Tirkiyeyê têkildarî operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev lixwegirtin (teahûd) daye Heyeta Sûriyeyê: "Em ê terorê paqij bikin û ji xaka we derin" Tê gotin gotin ku Sûriye jî bi agahdariya Rûsyayê vê yekê qebûl kiriye. Tê destnîşankirin ku dê Rûsya ji Tirkiyeyê hêsaniyê pêk bîne û hewl bide ku NATO'yê bide zorê.  
 
JI AGIRBESTÊ BER BI PEVÇÛNAN
 
Tê ragihandin ku ji ber aliyan di vê hevdîtinê de li hev kirine, rejîmê li Îdlîbê agirbest ragihandiye. Lê ji ber ku planên Tirkiyeyê weke dixwest bi pêş ve neçûn, rejîmê careke din li Îdlîbê dest bi operasyonan kir. Li qada Sûriyeyê ku rohilat û rovayê Sûriyeyê bandorê li hev dikin hêz û aktorên din jî qertên xwe nîşanî hev didin. Li gorî agahiyên tên bidestxistin Rûsya di vê çarçoveyê de dixwaze bi hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî hevdîtinan bike. 
 
MA / Nazim Daştan
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/08/2019
21:18 Polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girtin
21:08 Hevşaredarê Ebaxê yê HDP'î ji kar dûr xistin
15:55 Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ji ber ku kirê nade cih nabîne ku bikevê
15:50 Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
15:39 Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
15:31 Ji bo girtiyên jin qert şandin
15:23 Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
15:19 Lêgerîna bînaya HDP'ê piştî 8 saetan bi dawî bû
15:01 Sîxuriyê li endamên TOP'ê ferz dikin
14:26 ‘Biçin Girtîgeha Xarpêtê û şahidiya îşkenceyê bikin'
14:25 Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye
13:53 Sewal di serşokên mobîl de tên hênikkirin
13:51 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
13:51 ‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?'
13:46 PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin
13:45 ‘Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in’
13:23 TURK-ÎŞ'ê biryara çalakiyê stend
12:21 Serokê MASAK'ê ji peywirê hat girtin
12:13 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 TJA'yê ji girtiyan re kartên cejnê şand
11:35 Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
11:34 Li Dîlokê 2 kes hatin girtin
10:32 Hevserokên HDP’a Mûşê hatin binçavkirin
10:21 'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '
09:14 ‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’
09:13 ‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
09:12 Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar
09:10 Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
09:08 Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin
09:06 Di 4 mehan de hevseroka HDP’ê 9 car xistin ber lêpirsînê
09:03 ‘Ji bilî mirinê tu rêyek penaberên Sûriyeyê nîne’
09:01 Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN
08:08 Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin
08/08/2019
21:47 Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin
17:43 Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me
16:48 Hatîce Efe: Bi awayekî vekirî sûc dikin
16:30 Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin
15:53 Îxrackirina Serokê SES'ê yê Amedê Oruç protesto kirin
15:37 Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin!
15:11 Di 3 salan de 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
15:02 Li Rihayê kesekî bombe li ser hat girtin
14:41 Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir!
14:26 Rapora ku zoriyên penaber dijîn, hat weşandin
14:12 'Li Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di 2 mehan de 37 pitik mirin'
13:34 Haşem Tîlaver li gundê xwe hat definkirin
13:33 Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn
13:09 ‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’
13:01 Leşkerên Îranê kolberekî kuştin
12:47 ‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
12:31 Li Wanê OHAL didome: Gotubêja pirtûka 'Mavi Sevgi' qedexe kirin
12:10 Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin
10:58 Hevjîn û keça xwe kuştin
10:47 Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye
10:44 Li Elihê 14 kes hatin berdan
10:43 Şaredariya Bajar Mezin a Amedê: Nûçe derveyî rastiyan e
10:18 Li Amedê bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
10:06 Şewata li Mêrdînê rû da bû sedama tirsê
10:06 AKP'ê qeyûmên xwe xelat kir!
09:57 2 siyasetmedar li Şirnexê hatin berdan
09:52 ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin
09:32 4 kesên ku polisan wan derb kir hatin berdan
09:09 Parêzer Ongor: Pêwîste komîsyona meclîsê tavilê biçe Girtîgeha Osmaniyeyê
09:08 Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!
09:07 Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê
09:07 Dê li Dersimê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin
09:06 Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
09:05 Li Wanê 3 walî guherîn lê 991 roj in qedexe didome
09:04 Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
09:04 Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
09:01 DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
09:00 Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN
07/08/2019
21:43 Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
18:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Ocalan re hevdîtin kirin
16:07 Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
15:04 DAIŞ’iyê lêgerîna wî ya înterpolê heyî: Dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin
14:43 Li Êlihê 5 ciwanên HDP'ê hatin berdan
14:25 'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’
12:49 Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye
12:17 Siyasetmedaran ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amede kirin
12:09 Endama Meclîsa Nisêbînê Demîr hat berdan
11:57 Li Tirbespiyê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:38 Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin
11:06 Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
11:01 Gunay: Dilê aştî û demokrasiyê Grava Îmraliyê ye
10:26 Şewata li Bagokê piştî bi rojan hat vemirandin: Hemû der riprûş bûn
10:13 ‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'
09:48 Yagiz: Şer raweste wê tifaqa AKP-MHP'ê jî hilweşe
09:20 Rojnameger Guleş û girtiyên din nayên dermankirin
09:18 ‘Armanc ew e ku komeleyên elewî belav û parçe bikin’
09:16 Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye
09:14 ‘Aram Tîgran pira navbera dostaniya gelan bû’
09:12 Beştaş: Alternatîfa rejîma kevn û nû rêya sêyemîn e
09:09 Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin
09:07 Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire
09:05 'Her çi be ev gule her tim li Kurdistanê dipekin'
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan