AMED – Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, diyar kir ku tecrîdkirina li Îmraliyê Tirkiye demokratîk nabe û wiha got: “Dilê aştî û demokratîkbûnê li Grava Îmraliyê ye. Ger ku wir tarî bê hiştin, wê tevahiya welat tarî bibe. Li welat aştî û demokrasî pêş nakeve."
Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir. Piştre bi hezaran girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kir. Ji ber gav nehatin avêtin di 30'ê Nîsanê de girtiyên siyasî yên dest bi grevê kiribûn vê carê çalakiya xwe zîvirandin rojiya mirinê. Ji ber girtiyên siyasî di çalakiyê de israr kir herî dawî parêzer piştî 8 salan di di 2'ê Gulanê de çûn ÎMraliyê. Parêzerên Ocalan piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an yekem car di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê û 4 caran hevdîtin kir. Ocalan di hevdîtina parêzeran de bang li girtiyan kir û xwest dawî li çalakiyê bînin. Li ser banga Ocalan girtiyan piştî çalakiya grevê ya 200 rojan di dawî li çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn.
DI 17'Ê NÎSANÊ DE ÎTÎRAZ QEBÛL KIRIN
Piştî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL îlan kirin, darazê 4 caran ji bo 6 mehan qedexe danîn ser parêzeran. Herî dawî 1'emîn Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê di 13'ê Adara 2019'an de li gorî esasê 1299'an a hêjmar 2019/1300 'an de hevdîtina parêzeran a bi Ocalan û 3 girtiyên din re heta 6 mehan qedexe kir. Li ser vê biryarê parêzeran di 20'ê Adarê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê îtîraz kirin û Heyeta dadgehê di 17'ê Nîsanê de îtîraz qebûl kir û diyar kirku tu astengiya hiqûqî li pêş hevdîtina parêzeran tune ye. Piştî îtîrazê 4 caran parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.
Parêzeran piştî îtîrazê û çalakiya greva birçîbûnê di 2 û 22'ê Gulanê de û di 12 û 18'ê Heziranê de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî herî dawî parêzer di 18'ê Hezîranê de çûn Îmraliyê ji wê demê heta niha hemû serledanên parêzeran ên ji bo çûna îmraliyê bê bersîv hatine hiştin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, diyar kir ku tecrîdkirina li Îmraliyê Tirkiye demokratîk nabe û wiha got: “Dilê aştî û demokratîkbûnê li Grava Îmraliyê ye. Ger ku wir tarî bê hiştin, wê tevahiya welat tarî bibe. Li welat aştî û demokrasî pêş nakeve."
'TECRÎD TENÊ BI ZIYARETA MALBAT Û PARÊZERAN RANABE'
Gunay, anî ziman ku tecrida li Îmraliyê encama pergalekê ye û wiha got: "Tecrîd tenê bi hevdîtina malbat û parêzeran ji holê ranabe. Dema hevdîtina malbat û parêzeran dihat kirin jî dîsa tecrîd hebû. Ji bo em bêjin bi temamî tecrîd bi dawî bûye divê pergala Îmraliyê belav bibe. İmralı Divê Brêz Ocalan û girtiyên siyasî yên li gel wî wekî hemû girtiyên siyasî xwedî maf, heq û hiqûq be."
Gunay, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ya "astengî rabûne û hevdîtin dikare bê kirin" û wiha lê zêde kir: "Wezaretê daxuyanî da. Lê dîsa serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersîv dimînin. Mafên hiqûqî jî pêk nayê. Tecrîd pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Tecrît ne tenê meseleya parêzeran e. Tecrîd pirsgirêka pergalê ye û ev yek xwe bi şer xwedî dike. Pergala tecrîda li Tirkiye xwe bi şer xwedî dike. Hikûmet bi polîtîkayên şer û tecrîdê xwe li ser piyan dihêle. Polîtîkayên tecrîdê xizmeta şer dike. Ger ku ne wisa bûya di hevdîtinên dawî yên bi Ocalan re, Ocalan dîsa peyamên aştî, çareseriya demokratîk dan. Brêz Ocalan her dem gavên ku rê li pêş mirinê û şer bigire davêje. Her dem ji bo aştiya civakî û demokratîkbûna Tirkiye gavan davêje. Lê ji ber ku hikûmeta AKP'ê ji polîtîkayên şer xwe xwedî dike naxwaze tecrîd bi dawî bibe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe wê polîtîkayên şer jî bi dawî bibin. 'Operasyona Pençe' polîtîkayên AKP'ê yên Rojava tenê çend mînak in. Em di hemû hevdîtinên li Îmraliyê bi Ocalan re tên kirin dibînin ku Ocalan çareserî û aştiya demokrakîk esas digire. '
Gunay, bal kişand ser astengiyên li pêş hevdîtina malbatan a bi Ocalan re û wiha bi dawî kir: "Astengiyên ku di serdema OHAL'ê de bi KHK'yan xistin meriyetê, piştî OHAL'ê kirin zagon. Dîsa di astengiyên li pêş parezeran de jî tu hincetek hiqûqî tune ye. Wezîre Dadê bi xwe ev yek anî ziman. Serokomar bi xwe got 'Parêzer dikarin biçin. tu astengiyên hiqûqî tune ye' Raste astengiyên hiqûqi tune, lê bi awayekî fîîlî asteng dikin. Redkirina hevdîtinan li dijî hiqûq û qanûnan e. Ocalan di stratejiya aştiyê û çareseriyê de zêde dema xwe bi polîtîkayên rojane heba nake. Hikûmet di mijara tecridê de bê biryar e. Divê hikûmet xwedî helwestek be."
ÎMRALÎ NAVENDA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE
Heta tecrîd bidome Tirkiye demokratîk nabe. Grava Îmraliyê dilê demokratîkbûn û aştiya Tirkiyeyê ye. Navenda demokratîkbûnê ye."
MA / Ozgur Paksoy