MÊRDÎN - Şewata li Çiyayê Bagokê li gel hemû astengiyan jî, piştî bi rojan ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk ê çû herêmê û lêkolîn kir, da zanîn ku di warê şewatê de xemsariyek mezin heye.
Şewata ku di encama şerê di 2’yê Tebaxê de, li Çiyayê Bagokê ya dikeve navbera navçeyên Nisêbîn û Midyad ên Mêrdînê pêk hat de rû da, ji aliyê welatî û ekîbên agirkûj ên aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve piştî bi rojan hat vemirandin. Şewat herî zêde li gundên Kafro, Arkah, Badîbe û Hebab ên Surnaniyan bi bandor bû û bû sedema xesarek madî ya mezin. Şewata, her ku çû belav bû, erdên çandiniyê, rez, darên behîvan û fêkiyan ên welatiyan kirin xwelî.
XESARÊN MADÎ LI PERESTGEH RÛ DAN
Ji ber herêm çiyayî bû, wesayîtên vemirandinê nekarin bikivin herêmê. Ji ber ku şewat di demê xwe de nehat vemirandin, 12 perestgeh û 14 keşîşxaneyên Sûryaniyan bi bandor bûn. Dinava perestgehên ji ber şewatê bi bandor bûn, Dêra Mor Yakûp a di sala 2013’an de hat vekirin jî heye. Zirar gehiştine dîwarên derê û gelek darên di baxçeyê dêrê de jî bûne xwelî. Dîsan ji bo ku mirin çênebe, welatiyan malên xwe terk kirin û di encam mudaxile û xebata 4 rojan de şewat hat vemirandin. Di haman demê de gelek zindî ji şewatê bi bandor bûn.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Tûma Çelîk, Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF) Evgîl Turker û Endamê Yekitiya Suryaniyên Ewropa (ESU) Davîd Vergîlî yên çûn herêma şewatê, hevdîtin bi welatiyan re kirin û li herêmê lêkolîn kirin, derbarê şewatê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
TURKER: LEŞKERAN VEMIRANDIN ASTENG KIRIN
Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF) Evgîl Turker, diyar kir k udi 2’yê Tebaxê de nêzî herêma Dêra Mor Yakûp lê bû pevçûn derket û wiha axivî: “Piştî pevçûnê şewatê rû da. Di demek kinde şewat belav bû û gehişt dêrê. Şewat bi alîkariya welatiyên derdorê hat vemirandin. Qedeke daristanê ya bi hezaran dar bûn xwelî. Leşkeran bi hinceta pevçûnê, bûn sedem ku şewat belavî qadek mezin bibe. Em bang dikin ku mexduriyeta derketiye holê bê çareserkirin.”
VERGÎLÎ: GER MUDAXILE BIKIRAN ZIRAR DÊ EVQAS NE MEZIN BÛYA
Endamê Yekitiya Sûryaniyên Ewropa (ESU) Davîd Vergîlî jî, anî ziman ku hema bêjê her sal herêm di şewite û wiha got: “Şewatên îsal pir cuda bûn. Hem li Bakurê Sûriyeyê û hem jî li herêmê gelek şewat rû dan. Bi şewatê re mirovên herêmê gelek mexdûr bûn. Divê ev mexdûriyet bê derbaskirin. Ji bo vê jî em ê li Tirkiyeyê û Ewropayê dest bi xebatan bikin.” Vergîlî, bang li rayedaran kir ku pêşiya şewatên wiha bigirin.
ÇELÎK Ê HDP’Î: HEMÛ KEDA ÎSAL TUNE BÛ
Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk jî, bal kişand ser şert û mercên eraziyên herêmê yên şewatê lê rû da û wiha axivî: “Diviya bû rayedaran bergirî bigirtan. Ger li vê derê bergirî bihata girtin, ne pêkan bû ku evqas qad bişewite. Di vir de xemsariyek mezin heye. Ji ber şewatê zirarek mezin rû daye. Hemû keda welatiyan a îsal tune bû. Hemû cih ripûreş bûne. Ji bo ku mirovan herêmê mexdûr nebin emê dest bi xebatan bikin.
MA / Mehmet Şah Oruç