‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'

img

STENBOL - Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bêdlisê Ferhat Tepe 26 sal berê hat revandin û kuştin. 26 sal borîn, lê heta nhia kujer nehatin darizandin. Xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe, diyar kir ku ji ber birayê wê bi wêrekî û bi eşk nûçe çêkirin, bû hedef û wiha got: “Wêrekî û serî netewandina Ferhat û Apê Mûsayan ya bi eşq nûçe çêkirin û rojnamegerî kirin îfadeya sekna Çapemeniya Kurd nîşan dide." 

Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bêdlîsê Ferhat Tepe 26 sal berê hat revandin û hat kuştin. Di 28'ê Tîrmeha 1993'an de dema Ferhat Tepe ji mala xwe ya Bedlîsê derket, ji aliyê 3 kesên çekdar ve hat revandin. Cenazeyê Tepe 10 roj şûnde li ser rêya Xarpêtê nêzî Gola Hazarê hat dîtin. Di rapora otopsiyê de sedema mirina Tepe wekî ku "Bi avjeniyê nizane û di avê de fetisî ye" derbasî qeydan kirin. Maşîneya ku Tepe pê revandin piştre li pêş Qereqola Navçeya Navendî ya Bêdlisê hat dîtin. Tevî hemû serlêdanen malbatê rayedarên dewletê qebûl nekirin ku Tepe di bin çavan de ye. 
 
GEF LI MALBATÊ XWARIN
 
Wê demê bavê Tepe Îshak Tepe Serokê Rêxistina Partiya Demokrasiyê (DEP) ya Bedlisê bû. Beriya ku Ferhat Tepe bê revandin, Fermandarê Tugaya 6’emîn Zirxî ya Tetwanê Tuggeneral Korkmaz Tagma bang li Îshak Tepe kir û jêre got 'Hûn çima karê dewletê nakin û alîkariyê bi teroristan re dikin. Çima hûn dewletê wekî tawanbar nîşan didin. Dewlet sûc nake. Dewlet cînayetan nake. Kurê de di rojnameyê de van tiştan dinivîse. Tiştekî wisa tune ye' û gef xwarin. Piştî vê gefa Tagma Tepe hat revandin û kutin. Li gel vê gefa Tagma tu lêpirsîn nehat kirin û heta niha aqûbeta kujerên Tepe ne diyar e û hêj kujer nehatine darizandin. 
 
Kesên Ferhat Tepe revandin, bi telefonê li malabatê geriyan û şertê ku divê bavê wî Îshak Tepe îstifa bike, milyarek wê demê bide û 4 turîstên ku wê demê rêxistinê ew revandin berdin. Malbata Tepe serî li hemû deriyan dan. Piştî Ferhat tepe hat revandin, malbat dest bi greva birçîbûnê kir. Di vê navê de bi desteke gelên Bedlîsê pereyê ku kesên Tepe revandin xwestin hat komkirin. Dema malbat diçe cihê hatiye diyarkirin, kesî nabînin. Lê di 8'ê Tebaxê de cenazeyê Ferhat Tepe li peravên Sîvrîceyê yê Gola Hezerê ji aliyê masîvanekî ve hat dîtin. Ji ber wê demê baş nehat belavkirin hayê kesî ji cenaze çênebû û ji aliyê Şaredariya Xarpêtê ve li Goristana Asrî ay Xarpêtê hat definkirin. Piştî demekê hayê malbatê û rojnameyê ji cenaze çêbû û cenaze ji vir derxistin û teşhîskirin. Piştre hat dîtin ku Tepe bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin, cixare li ser bedena wî hatine tefandin û qirika wî bi têlê hatiye jidandin û fetisandin. Paşê bi karwaneke mezin a wesayîtan cenaze li Bedlîsê hat definkirin. Dayik Zubeyde Tepe, ji ber ku tim dixwaze kurê wê bi awayekî rûken bê ber çavên wê naxwaze cenaze bibîne. 
 
Ji bo kujer bên darizandin malbatê serî li gelek cihan da. Lê hemû rê li ber wan hat girtin. Wekî bi hezaran cinayetên kiryar nediyar, kiryarên Ferhat Tepe jî nehatin dîtin.  Piştî ku Ferhat tepe kuştin, malbat ji ber çewisandinên dewletê ji neçarî di sala 1994'an de berê xwe dide Stenbolê. Piştî malbatê koçî Stenbolê kir, dayik Zubeyde Tepe, li Stenbolê jî legerîna xwe berdewam kir. Li Qada Galatasarayê tevî dayikên ku zarok û xizmên wan hatine windakirin lêgerîna xwe berdewam kir. Ji wê rojê ve dayik Tepe her hefte roja Şemiyê berê xwe dide Qada Galatasarayê. 
 
DMME TIRKIYE MAHKÛM KIR
 
Malbata Tepe ku li Tirkiye ji hiqûqa navxweyî encam negirtin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME bi sedema ku Tirkiye yêpirsînek çalak nekiriye, Tirkiye bi 28 hezar avroya Tirkiye ceza kir. Disa hewldanên malbatê yên li Tirkiye bê encam man. 14 kesên ku li Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê bûn şahid ku Tepe rastî îşkenceyê hatiye, tu carî îfadeya wan nehat girtin û dadgehê li wan guhdar nekir. Ji bo ku Parêzerê malbatê Şevket Epozdemir dest ji dozê berde gelek caran rastî gefan hat. Welatî Taner Şarlak ku bû şahidê kuştina tepe piştre ji ber "Wîcdanê wî qebûl nekir" axivî û got: "Tepe li girtîgehê bi boriya avê ve girê dabûn. Kekên di ber wî re derbas dibûn digotin 'ev rojnameger e' û li wî didan." Şarlak, diyar kiribû ku ji ber di doza DMME'ê de îfadeya şaş daye 13 salin ezabê wîcdan dijî. Şarlak piştre ji rojnameyê re axivî bû û diyar kiribû ku pir poşman e.
 
'KORKMAZ TAGMA KUJERÊ KURÊ MIN E' 
 
Dayika Tepe Zubeyde Tepe,  diyar kir ku li gel kujerê Tepe diyar e jî hêj kujer nehatine darizandin û wiha got: "Wê demê me serî li hemû deriyên dareyadan da. Fermandar Korkmaz Tagma kujerê kurê min e. Dewlet wî  mahkeme û ceza neke. Midûrê Polîsan ê Bêdlisê got 'Ev yek nayê qebûlkirin. Çawa dibe ku hatibe revandin'. Ez çûm Qereqola Garnizonê ya Tetwanê. Min got 'Kurê win winda ye. Ger ku tiliya Korkmaz Tagma di nav d hebe jêre bêjin bila kurê min berdin. Min got bi revandinê pirsgirêk çareser nabe. Wan jî got 'Rojê 10 esker tên kuştin' min jî got 'Ger ku bi kuştina kurê min wê kuştina eskeran û mirovan raweste ezê bi kuştina kurê xwe razî bim.' Min aqûbeta kurê xwe ji Suleyman Demirel, Mehmet Agar û Tansu Çiller jî pirsî. Min daxwaznameya winda da hemû rayedaran. Lê hemû daxwaznameyên min bê bersîv man. Piştî kurê min revandin çend roj şûnde kesên xwe wekî “Tugaya Tolhildana Tirk" pênase kirin, bi telefonê li Îshak geriyan û gotin:  “Kurê we di destê me de ye. Agahî nedin tu kesî. Hûnê turîstên ku PKK’ê revandine bînin' Tu yê avahiya DEP'ê bigire. Tuyê fidye bide me.' û gef li bavê Ferhat Îshak xwarin." 
 
BI EŞQ ROJNAMEGERÎ DIKIR' 
 
Dayik Tepe, anî ziman ku kurê wê Ferhat Tepe bi eşqek mezin karê rojnamegeriyê dikir û wiha bi dawî kir: "Dema li Bedlisê rojnamegerî dikir her dem diçû nûçeyên gundên hatin şewidantin çêdikir. Her dem nûçeyên siyasetmedarên Kurd ên dihatin revandin û kuştin dikir nûçe. Ji ber ve yekê hat qetilkirin. Qatilê Kurê min Korkmaz Tagma ye. Tevê kujerê kurê min diyar e nayê darizandin. Hemû alem vê yekê zane. Ew qatilê gelek kesên li herêmê hatin kuştin e. Em dixwazin kujer bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne. Ji bo vê yekê wekî dayik em diçin Qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam dikin." 
 
‘JI BER BI WÊREKÎ NÛÇE ÇÊ DIKIRIN KIRIN HEDEF'
 
Xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe jî anî ziman ku birayê wê Ferhat di salên 1990’an de ku serdema herî tarî bû bi wêrekî û eşqek mezin nûçe çê dikir û wiha got: "Ji ber birayê min Tepe bi wêrekî nûçe çê dikir hat kuştin. Tu carî ji çêkirina nûçeyan netirsiya. Jiyana wî ya rojnamegeriyê heta li Xarpêtê cenazeyê wî hat dîtin berdewam kir. Ciwanekî 19 salî bû. Ji bo yên din bitirsînin ew qetil kirin. Faîl diyar in. Fermandarê Tugaya Tetwanê Tuggeneral Korkmaz Tagma ye. Ferhat wekî hevalên xwe yên wê demê hatin kuştin bû nefes û dengê gelê xwe. Bi dehan şahidên ku îfade dan û piştre îfadeya xwe paşve kişandin gotin "Ferhat li JÎTEM'a Amedê hatiye dîtin. Lê hêj faîl nehatine darizandin. Ferhat wê heta dawî di dilê gelê xwe de bijî. Heta ku kujerên Ferhat bên dîtin û darizandin jî tekoşîna me wê bidome." 
 
MA / Nacî Kaya 
 
 
 

Sernavên din

09/08/2019
21:18 Polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girtin
21:08 Hevşaredarê Ebaxê yê HDP'î ji kar dûr xistin
15:55 Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ji ber ku kirê nade cih nabîne ku bikevê
15:50 Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
15:39 Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
15:31 Ji bo girtiyên jin qert şandin
15:23 Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
15:19 Lêgerîna bînaya HDP'ê piştî 8 saetan bi dawî bû
15:01 Sîxuriyê li endamên TOP'ê ferz dikin
14:26 ‘Biçin Girtîgeha Xarpêtê û şahidiya îşkenceyê bikin'
14:25 Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye
13:53 Sewal di serşokên mobîl de tên hênikkirin
13:51 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
13:51 ‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?'
13:46 PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin
13:45 ‘Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in’
13:23 TURK-ÎŞ'ê biryara çalakiyê stend
12:21 Serokê MASAK'ê ji peywirê hat girtin
12:13 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 TJA'yê ji girtiyan re kartên cejnê şand
11:35 Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
11:34 Li Dîlokê 2 kes hatin girtin
10:32 Hevserokên HDP’a Mûşê hatin binçavkirin
10:21 'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '
09:14 ‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’
09:13 ‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
09:12 Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar
09:10 Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
09:08 Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin
09:06 Di 4 mehan de hevseroka HDP’ê 9 car xistin ber lêpirsînê
09:03 ‘Ji bilî mirinê tu rêyek penaberên Sûriyeyê nîne’
09:01 Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN
08:08 Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin
08/08/2019
21:47 Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin
17:43 Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me
16:48 Hatîce Efe: Bi awayekî vekirî sûc dikin
16:30 Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin
15:53 Îxrackirina Serokê SES'ê yê Amedê Oruç protesto kirin
15:37 Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin!
15:11 Di 3 salan de 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
15:02 Li Rihayê kesekî bombe li ser hat girtin
14:41 Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir!
14:26 Rapora ku zoriyên penaber dijîn, hat weşandin
14:12 'Li Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di 2 mehan de 37 pitik mirin'
13:34 Haşem Tîlaver li gundê xwe hat definkirin
13:33 Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn
13:09 ‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’
13:01 Leşkerên Îranê kolberekî kuştin
12:47 ‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
12:31 Li Wanê OHAL didome: Gotubêja pirtûka 'Mavi Sevgi' qedexe kirin
12:10 Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin
10:58 Hevjîn û keça xwe kuştin
10:47 Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye
10:44 Li Elihê 14 kes hatin berdan
10:43 Şaredariya Bajar Mezin a Amedê: Nûçe derveyî rastiyan e
10:18 Li Amedê bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
10:06 Şewata li Mêrdînê rû da bû sedama tirsê
10:06 AKP'ê qeyûmên xwe xelat kir!
09:57 2 siyasetmedar li Şirnexê hatin berdan
09:52 ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin
09:32 4 kesên ku polisan wan derb kir hatin berdan
09:09 Parêzer Ongor: Pêwîste komîsyona meclîsê tavilê biçe Girtîgeha Osmaniyeyê
09:08 Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!
09:07 Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê
09:07 Dê li Dersimê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin
09:06 Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
09:05 Li Wanê 3 walî guherîn lê 991 roj in qedexe didome
09:04 Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
09:04 Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
09:01 DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
09:00 Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN
07/08/2019
21:43 Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
18:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Ocalan re hevdîtin kirin
16:07 Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
15:04 DAIŞ’iyê lêgerîna wî ya înterpolê heyî: Dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin
14:43 Li Êlihê 5 ciwanên HDP'ê hatin berdan
14:25 'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’
12:49 Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye
12:17 Siyasetmedaran ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amede kirin
12:09 Endama Meclîsa Nisêbînê Demîr hat berdan
11:57 Li Tirbespiyê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:38 Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin
11:06 Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
11:01 Gunay: Dilê aştî û demokrasiyê Grava Îmraliyê ye
10:26 Şewata li Bagokê piştî bi rojan hat vemirandin: Hemû der riprûş bûn
10:13 ‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'
09:48 Yagiz: Şer raweste wê tifaqa AKP-MHP'ê jî hilweşe
09:20 Rojnameger Guleş û girtiyên din nayên dermankirin
09:18 ‘Armanc ew e ku komeleyên elewî belav û parçe bikin’
09:16 Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye
09:14 ‘Aram Tîgran pira navbera dostaniya gelan bû’
09:12 Beştaş: Alternatîfa rejîma kevn û nû rêya sêyemîn e
09:09 Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin
09:07 Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire
09:05 'Her çi be ev gule her tim li Kurdistanê dipekin'
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan