ANTALYA – Rêveberiya AKD’ê Mala Cemê ya Konyaalti ya Antalyayê ji aliyê navenda giştî ji wezîfeyê hat girtin Serokê Şaxê Abidîn Şahîn bertek nîşan da û got: “Armanc esasî ew e ku komeleyên elewiyan belav û parçe bikin.”
Navenda Giştî ya Komeleyên Çandê ya Elewî (AKD) rêveberî û serokê Şaxa AKD’ê ya Mala Cemê ya Konyaaltiya Antalyayê di 25’ê tîrmehê de ji wezîfeyê girt û rêveberiyek nû tayîn kir. Serokê Şaxa AKD’ê ya Konyaalti Abidîn Şahîn bertek nîşanî biryara ji wezîfeyê girtinê da û got biryar bi yekalî hatiye girtin.
Navenda Giştî ya AKD’ê di biryara xwe ya bi hêncet de ku rêveberiya şaxa xwe ji wezîfeyê girt eşkere kir ku rêveberiya wan li gorî tuzika wan tevnegeriyaye.
‘ARMANC BELAVKIRIN Û PARÇEKIRIN E’
Serokê Şaxa AKD’ê ya Konyaalti Abîdîn Şahîn ê ji wezîfeyê hat girtin diyar kir ku biryara navenda wan giştî biryarek li gorî daxwaza îktîdara siyasî ye û di armanca vê çarçoveyê de tevger dike. Şahîn got: “Armanca esasî ewe ku komeleyên elewî ji hev belav û parçe bikin. Eleqeya biryarê ne bi baweriya elewtiyê re heye û ne li gorî wîjdanan e. Em ê li dijî vê bêhiqûqiy3e têbikoşin.”
‘KÎ ÇI DIBÊJE BILA BIBÊJE’
Têkildarî mijarê me xwe gihand Serokê Giştî yê AKD’ê Dogan Demîr û diyar kir ku ew naxwaze têkildarî mijarê biaxive û got: “Tişta me kir şixûlîna me ya navxweyî ye. Em dizanin kî çi dibêje. Haya me jê heye. Kî çi dibêje bila bibêje lê me eleqdar nake. Me pêwîstiya şixûlîna navxweyî aniye cih.”
MA / Hamdullah Kesen