STENBOL – Rojnameger Pakrat Estukyan diyar kir ku hunermend Aram Tîgran hunermendek êşa hemû erdnîgariya diaanî ziman û got: “Aram Tîgran bi stranên kurdî, ermenkî di nava gelan de pira dostaniyê ava kir.”
Dema mirov dibêje Aram Tîgran “Lo lo bilbilo” tê bîra mirov. Tenê ne strana “Lo lo bilbilo” bi dehan stranên wî yên bi zimanê kurdî û ermenkî tên bîra mirov. Tîgran bi stran û awazên xwe yên xweş xwe xistiye bîra bi milyonan kurd û ermenan. Her çiqas 10 sal bi ser koça dawî ya Tîgran re derbas bû jî lê ew kêliyek jî ji hişê xelkê derneketiye. Stranên wî bûne bîra gelê kurd û ermen. Tîgran tevahiya temenê xwe da afirîneriya muzîka kurdî û ermenkî. Tîgran bi eslê xwe ji malbatek ermen a ji gundên Bandê ya bi ser navçeya Sasonê ya Êlihê ye. Malbata wî ji qirkirina ermenan a di sala 1915’an de rizgar dibe û koçî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike. Ew li Qamişlo tê dinê. Jiyana Tîgran ji Sasonê dirêjî Qamişlo û heta Ewrûpayê dibe. Tîgran 14 albûm ango berhemên kurdî di nava gelan de pirek muzîkalî ava kir.
MÎRATEYA BAVÊ XWE DEWAM DIKE
Tîgran dibêje ku ew bi hewldana bavê xwe xwe arasteyî muzîkê kiriye û di temenê biçûkatiya xwe de li udê daye û jiyana wî ya hunermendiyê dest pê kiriye. Ewil bavê wî dersa muzîkê dide. Tîgran xwendina xwe li Qamişlo temam dike û konsera ewil di sala 1953’an de şeva Newrozê derdikeve ser dikê û hunera xwe pêşkêş dike. Di sala 1966’an de li gel malbata xwe koçî Ermenîstanê dike. Di sala 1984’an de jî li Radyoya Êrîvanê dest bi kar dike û di sala 1995’an de jî koçî Ewrûpa dike û li Atînayê bicih dibe. Aram Tîgran di sala 2009’an de hat pîrozbahiya Newroza Amedê û li vir nexweş dikeve û anjiyo dibe. Pişt re li Yewnanîstanê dermankirina xwe didomîne. Tîgran di 8’ê Tebaxa 2009’an de di temenê xwe yê 75 saliyê de koça dawî kir.
Xeyala mezin a Tîgran ew bû ku wî li Amedê defin bikin. Lê dewletê destûr neda û cenazeyê Tîgran li Brukselê veşartin.
‘DU ZIMANÊ WÎ YÊN DAYIKÊ HEBÛN’
Nivîskar-rojnameger Pakrat Estukyan li ser jiyana Aram Tîgran axivî û wiha got: “Du zimanê wî dayikê hebûn yek ermenkî bû yek jî kurdî bû. Wî hunera muzîkê ji bavê xwe mîrate wergirt û bi evîndariya xwe ya stranbêjiyê bi stranên kurdî û ermenkî temam kir.”
‘HUNERMENDEK PIRA DOSTANIYA GELAN BÛ’
Estukyan anî ziman ku wî li Stenbolê Tîgran nas kiriye û got: “Min wî bi rêya rewşenbîrên kurd nas kir. Me Aram Tîgran û hevjîna wî li Dêra Ermenî ya li Boyacikoyê ezimand. Cara ewil min wî li wir nas kir. Stranên kurdî û ermenkî yên ji hev xweştir digot. Hunermendek resen bû. Belkî di civaka ermen de rastî eleqeyek mezin nehatibe, lê di civaka kurd de hunermendek îdol bû. Hunermend Aram Tîgran hunermendek êşa hemû erdnîgariya dianî ziman. Aram Tîgran bi stranên kurdî û ermenkî di nava gelan de pira dostaniyê ava kir.”
MA / Sadiye Eser – Nacî Kaya