Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin

img
WAN – Li Wanê di salên bihûrî de li kolanên bajêr kelecana Cejna Qurbanê hebû. Çend roj ji cejnê re ma lê şênbûna berê nîne. Welatî dibêjin ji ber ku her tişt biha bûye ew nikarin tiştekî bikirin. 
 
Li Wanê coş, kelecan û şênbûna Cejnên Qurbanê yên berê nîne. Di salên bihûrî de hêj heftiyek ji cejnê re dima kes nikaribû ji qelebalixiyê û kêfxweşiya cejnê li kolanên Wanê bimeşe. Lê niha ev kolan bêdeng in û çûnehata welatiyan kêm e. Kes li derdora dezgehên hatine vekirin nîne û her dever di nava xemgîniyekê de ye. Welatî ji ber bihabûnê û esnaf jî ji ber nikarin tiştek bifiroşin bi gazin in. Welatî dibêjin her çiqas 4 roj ji cejnê re mabe jî ji ber krîza aborî nikarin tiştekî bikirin û pêdiviyên xwe bingehîn pêk bînin û danûsitandina cejnê êdî ketiye astek luksê. 
 
‘MIN DÊNA XWE DAYÊ HER TIŞT BIHA YE’ 
 
Kudret Demîr da zanîn ku li gorî salên bihûrî tişt bêtir bihane û got: “Ez derketime danûsitandinê lê piştî min bihayê tiştan dît, min biryar da ku ez tiştekî nekirim. Krîze kes nikare tiştekî bikire. Fiyetan serê xwe rakiriye û firiyane. Jixwe kar tune, li gel vê yekê her roj her tişt biha dibin. Divê demildest ji vê yekê re çareserî bê dîtin.”
 
‘FEQÎR NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN’ 
 
Alî Ortakçi jî da zanîn ku ji ber zemkirinê ew nikarin tiştekî bikirin û got: “Her tişt biha bûye. Yên feqîr jixwe nikarin tiştekî bikirin. Ev yek herî zêde li ser feqîran bandora xwe dide nîşandan. Em kirîna qurbanan deynin aliyekî, em pêdiviyên xwe yên bingehîn jî nikarin bikirin.” 
 
'ÎNSAN BI DEYN TIŞTEKÎ DIKIRIN’ 
 
Faîk Elmas jî destnîşan kir ku însan danûsitandina dikin jî bi deyn dikin û got: “Ji ber krîza aborî êdî di berîka însanan de pereyê çayê jî nîne. Em her sibeh bi zemkirinan re hişyar dibin. Dikarin ji vê rewşê re çareserî bibînin, lê xemek wiha ya rayedaran nîne ku çareseriyê bibînin. Ji ber ev xem nîne jî hewldanan jî nakin.” 
 
'ESNAF DERABEYÊN XWE DIGIRIN’ 
 
Veysel Genç ê esnafiyê dike jî anî ziman ku ew ji ber krîza aborî nikare tiştekî bifiroşe û got: “Ez nikarin heqê kirêya xwe derxim. Fêkî û zebzeyên em tînin di destê me de dimînin û em zirarê dikin. Em neçarin bi erzanî bifiroşin. Ji ber kar nabe, li Wanê gellek esnafan dikanên xwe girtin. Çend roj ji cejnê re maye, lê sûk viqûvala ye. Kes nikare tiştekî bikire. Em ji vê rewşê ne kêfxweş in. Heke ev rewş wiha bidome dê her kes derabeyên xwe bigire û biçe li mala xwe rûnê. Li Tirkiyeyê rewşa her kesî bi tengezarî derbas dibe.” 
 
MA / Cemîl Ugur
 

Sernavên din

09/08/2019
21:18 Polîsan bi ser Şaredariya Peyasê de girtin
21:08 Hevşaredarê Ebaxê yê HDP'î ji kar dûr xistin
15:55 Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rêya Armûşê ji ber ku kirê nade cih nabîne ku bikevê
15:50 Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin
15:39 Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
15:31 Ji bo girtiyên jin qert şandin
15:23 Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
15:19 Lêgerîna bînaya HDP'ê piştî 8 saetan bi dawî bû
15:01 Sîxuriyê li endamên TOP'ê ferz dikin
14:26 ‘Biçin Girtîgeha Xarpêtê û şahidiya îşkenceyê bikin'
14:25 Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye
13:53 Sewal di serşokên mobîl de tên hênikkirin
13:51 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
13:51 ‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?'
13:46 PSK û PAK’ê banga 'Helwesta neteweyî' kirin
13:45 ‘Em li dijî dagirkerî û şer aştiyê diparêz in’
13:23 TURK-ÎŞ'ê biryara çalakiyê stend
12:21 Serokê MASAK'ê ji peywirê hat girtin
12:13 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 TJA'yê ji girtiyan re kartên cejnê şand
11:35 Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
11:34 Li Dîlokê 2 kes hatin girtin
10:32 Hevserokên HDP’a Mûşê hatin binçavkirin
10:21 'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '
09:14 ‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’
09:13 ‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
09:12 Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar
09:10 Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe
09:08 Çiyayê Sof ê ruh dide Dîlokê tê talankirin
09:06 Di 4 mehan de hevseroka HDP’ê 9 car xistin ber lêpirsînê
09:03 ‘Ji bilî mirinê tu rêyek penaberên Sûriyeyê nîne’
09:01 Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN
08:08 Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin
08/08/2019
21:47 Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin
17:43 Ocalan: Ez ji bo çareseriyê amade me
16:48 Hatîce Efe: Bi awayekî vekirî sûc dikin
16:30 Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin
15:53 Îxrackirina Serokê SES'ê yê Amedê Oruç protesto kirin
15:37 Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin!
15:11 Di 3 salan de 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
15:02 Li Rihayê kesekî bombe li ser hat girtin
14:41 Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir!
14:26 Rapora ku zoriyên penaber dijîn, hat weşandin
14:12 'Li Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan di 2 mehan de 37 pitik mirin'
13:34 Haşem Tîlaver li gundê xwe hat definkirin
13:33 Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn
13:09 ‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’
13:01 Leşkerên Îranê kolberekî kuştin
12:47 ‘Ji bilî şer tu sozên AKP û MHP’ê yên bidin civakê nemane’
12:31 Li Wanê OHAL didome: Gotubêja pirtûka 'Mavi Sevgi' qedexe kirin
12:10 Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin
10:58 Hevjîn û keça xwe kuştin
10:47 Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye
10:44 Li Elihê 14 kes hatin berdan
10:43 Şaredariya Bajar Mezin a Amedê: Nûçe derveyî rastiyan e
10:18 Li Amedê bi boneya Cejna Qûrbanê otobûsên şaredariyê wê belaş bin
10:06 Şewata li Mêrdînê rû da bû sedama tirsê
10:06 AKP'ê qeyûmên xwe xelat kir!
09:57 2 siyasetmedar li Şirnexê hatin berdan
09:52 ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin
09:32 4 kesên ku polisan wan derb kir hatin berdan
09:09 Parêzer Ongor: Pêwîste komîsyona meclîsê tavilê biçe Girtîgeha Osmaniyeyê
09:08 Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!
09:07 Keça rojnameger Huseyîn Denîz: Em yek bên kuştin hezar tên şûnê
09:07 Dê li Dersimê 30 gund û mezra ji nexşeyê bên paqijkirin
09:06 Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
09:05 Li Wanê 3 walî guherîn lê 991 roj in qedexe didome
09:04 Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
09:04 Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
09:01 DBP rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan fesh dike
09:00 Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN
07/08/2019
21:43 Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
18:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Ocalan re hevdîtin kirin
16:07 Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin
15:04 DAIŞ’iyê lêgerîna wî ya înterpolê heyî: Dixwaze li Tirkiyeyê bê darizandin
14:43 Li Êlihê 5 ciwanên HDP'ê hatin berdan
14:25 'Hinceta ku weke sûc didin nîşandan, erka me ya serekeye’
12:49 Ji partiyên kurd daxuyaniya hevpar: Şer û dagirkerî ne çareserî ye
12:17 Siyasetmedaran ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amede kirin
12:09 Endama Meclîsa Nisêbînê Demîr hat berdan
11:57 Li Tirbespiyê teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:38 Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Em ê ferzkirinên Tirkiyeyê qebûl nekin
11:06 Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
11:01 Gunay: Dilê aştî û demokrasiyê Grava Îmraliyê ye
10:26 Şewata li Bagokê piştî bi rojan hat vemirandin: Hemû der riprûş bûn
10:13 ‘Eşqa Rojnameger Ferhat Tepe wateya rojnamegeriya wêrek ya Kurd bû'
09:48 Yagiz: Şer raweste wê tifaqa AKP-MHP'ê jî hilweşe
09:20 Rojnameger Guleş û girtiyên din nayên dermankirin
09:18 ‘Armanc ew e ku komeleyên elewî belav û parçe bikin’
09:16 Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye
09:14 ‘Aram Tîgran pira navbera dostaniya gelan bû’
09:12 Beştaş: Alternatîfa rejîma kevn û nû rêya sêyemîn e
09:09 Cejna Qurbanê tê lê ew nikarin lazimatiyên cejnê bikirin
09:07 Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire
09:05 'Her çi be ev gule her tim li Kurdistanê dipekin'
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan