STENBOL – Ji bo berdana Hevseroka Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê 3 sal in girtî ye li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş 3 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye. Bi daxwaza berdana Demîrtaş li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin. Kampanya ji aliy3e Înîsiyatîfa Ji Demîrtaş Re Azadî bi sernavê “Ji Demîrtaş Re Azadî” hat destpêkirin. Kampanya bi saeta Tirkiyeyê di 18.00’an de hat destpêkirin.
Kampanya bi hastagiya “#freeDemirtas” tê birêvebirin û kesên wêne parve dikin li ser kaxezekê “#freeDemirtas” demîrta dinivîsinin û parve dikin. Her wiha bikarhênerên twîtterê wêneyên Demîrtaş, dayika wî, hevjîna wî jî parve dikin. Bi hezaran kes beşdarî kampanyayê dibe û her ku diçe berfireh dibe. Kampanya di twîtterê de ketiye rêza yekemîn.