ENQERE - Hevseroka KCD'ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven, binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên ketibûn greva birçîbûnê û pêvajoya dermankirina girtiyan bi Meclîsê.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîkk (KCD) û Palementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, derbarê binpêkirinên mafan ên di dema tedawîkirina girtiyên ketibûn greva birçîbûnê hatin jiyîn de, du pêşniyar pirsên nivîskî da Meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi bersivînin.
Guven ji Gul û Koca ev pirs pirsîn:
“* Li 92 girtîgehan di mijara şopandina pêvajoya piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê de karek hatiye kirin?
* Eger hatibe kirin, çi hatiye kirin?
* Hûn ê vî karî bi raya giştî re parve bikin?
* Haya wezareta we ji helwestên kêfî û metirsîdar ên rêveberiyên girtîgehan û nexweşxaneyan ên li dijî girtiyên di grev birçîbûnê de bûn heye?
* Der barê van helwestên kêfî de çend gilî li wezareta we hate kirin?
* Der barê kes û rêveberên giliyê wan hatiye kirin de wezareta we karek kiriye?
* Ji bo xisareke mayinde li bedena kesên demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane rû nede, tevî Wezareta Tenduristiyê hûn karekî dikin?
* Ji bo mexdûriyeta girtiyên ku ji ber lêpirsînê nayên berdan hûn ê tiştekî bikin? Hejmara girtiyên ku cezayên wan temam bûne lê ji ber lêpirsîna dîsîplînê nayên berdan çend e."