Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê 2019-07-15 13:53:06 ENQERE - Hevseroka KCD'ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven, binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên ketibûn greva birçîbûnê û pêvajoya dermankirina girtiyan bi Meclîsê. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîkk (KCD) û Palementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, derbarê  binpêkirinên mafan ên di dema tedawîkirina girtiyên ketibûn greva birçîbûnê hatin jiyîn de, du pêşniyar pirsên nivîskî da Meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi bersivînin.   Guven ji Gul û Koca ev pirs pirsîn:   “* Li 92 girtîgehan di mijara şopandina pêvajoya piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê de karek hatiye kirin?   * Eger hatibe kirin, çi hatiye kirin?   * Hûn ê vî karî bi raya giştî re parve bikin?   * Haya wezareta we ji helwestên kêfî û metirsîdar ên rêveberiyên girtîgehan û nexweşxaneyan ên li dijî girtiyên di grev birçîbûnê de bûn heye?   * Der barê van helwestên kêfî de çend gilî li wezareta we hate kirin?   * Der barê kes û rêveberên giliyê wan hatiye kirin de wezareta we karek kiriye?   * Ji bo xisareke mayinde li bedena kesên demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane rû nede, tevî Wezareta Tenduristiyê hûn karekî dikin?   * Ji bo mexdûriyeta girtiyên ku ji ber lêpirsînê nayên berdan hûn ê tiştekî bikin? Hejmara girtiyên ku cezayên wan temam bûne lê ji ber lêpirsîna dîsîplînê nayên berdan çend e."