Şaredarî kirin qereqol

  • rojane
  • 12:58 14 Tîrmeh 2019
  • |
img
ERZIROM - Derket holê ku di serdema qeyûm de hemû butçeya şaredariya Qereyaziyê pêşkêşî eskerî û midûriyeta polîsan kirine. Qeyûm butçeya şaredariyê ji bo pîsta helikoptêr, restorasyona qereqol, stendina maşîneyên cendirmeyan cilşoşên ji bo qereqolê û gelek melzemeyên din xerç kiriye. Dîsa heqê xwarina endam û rêveberên AKP’ê jî di navde bi milyonan tl pere qerç kiriye. 
 
HDP'ê piştî di hilbijartina rêveberiyên herêmî de şaredariya Qereyaziyê ji destê AKP'ê derxist, gelek rastiyên qeyûm derketin holê. Derket holê ku qeyûm hemû butçeya şaredariyê li şûna ji bo xizmeta gel xerç bike, ji bo xizmeta esker û polîsan xerç kiriye. Şaredariya Qereyazî ya HDP'ê têkildarî vê yekê rapor amade kir. Şaredariyê komîsyona ku ji hiqûqnas, muşavîrê malî, ekonomist û endamên meclîsa şaredariyê pêk tê ava kir û lêkolîn kir. Komîsyonê piştî lêkolîn kir rapor amade kir. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku qeyûm hemû lêçûna şaredariyê ji bo pîsta helikoptêr, restorasyona qereqol, stendina maşîneyên eskeran, cilşoşên ji bo qereqolê û gelek melzemeyên din xerç kiriye. Dîsa heqê xwarina endam û rêveberên AKP’ê jî di navde bi milyonan tl pere qerç kiriye.  
 
400 HEZAR TL LI PÎSTA HELÎKOPTERÊ XERÇ KIRINE
 
Komîsyonê di raporê de destnîşan kir ku qeyûmê ewil ji bo pîsta helîkopterê 400 hezar TL pere xerç kiriye û wiha cih da raporê: "Qeyûm 400 hezar tl ji bo pîsta helîkopterê xerç kirin. Lê ji roja pîst hat avakirin heta niha helîkopterê daneketiye pîstê. Ji bo çi pêdivî bi vê pîstê dîtine diyar nekirine. Pîsta helîkopterê jibo kijan saziyê û kijan armancê ava kirine diyar nekirine. Di envanterên Şaredariya Qereyazî de helîkopter tune ye." 
 
HILBERÎN KÊM BÛ LÊÇÛN ZÊDE BÛ 
 
Komîsyonê di raporê de anî ziman ku di serdema qeyûm de zêde mazot hatiye şewitandin û wiha got: "Di serdema şaredariya DBP'ê de salê 239 hezar tl mesrefa maşîneyan diçû. Di serdema qeyûm de li gel maşîne zêde nebûne jî lêçûn ji sedî 203 qat zêde bûye. Di 2018'an de 724 hezar TL li maşîneyan xerç kirine. Lê îzaheta vê yekê tune ye.  Ev mazot ji bo çi û li ku hatiye xerçkirin. Di sala 2015'an de lêçûn û şewata mazota maşîneyên belediyê  bi giştî 629 hezar û 708 tl ye. Ev raqam di sala 2018'an de derketiye 1 mîlyon û 368 hezar û 473 TL yî. Li gel ku li parka maşîneyan a şaredariyê guhertin nebûye jî dîsa lêçûn ji sedî 117 zêde bûye. 
 
QADA BAZARA SEWALAN 4 QAT BUHA STENDIN
 
Komîsyonê destnîşan kir ku Qada Bazara Sewalan li ser 20 dolim zevî plan kirine û ji bo bazare heqê rayiçê 4 qat zêde westine. Ji bo krîna vê qadê ji butçeya 760 hezar TL pere razandine. 
 
400 TON ASFALT LI KU XERÇ KIRIN? 
 
Komîsyonê da zanîn ku hêj nehatiye diyarkirin ku qeyûm 400 ton asfalta ku Hevpariya Anonîm a Petrdolên Tirkiye (TPAO) bi 1 milyon û 100 hezar TL da Şaredariyê li ku û ji bo kê xerç kiriye. Komîsyonê destnîşan kir ku ji 400 tonî tenê 60 ton asfal ji bo şaredaiyê maye û 340 ton asfal jî nayê zanîn ku li ku hatiuye xerçkirin. 
 
Komîsyonê dîsa di raporê de destnîşan kir ku ji bo bernameya vekirinê ya Wezîrê Tenduristiyê 22 hezar û 356 TL, ji bo wekîla AKP'ê Zehra Taşkesen û heyeta pêre 16 hezar 826 TL pere ji bo xwarinê xerç kirine. Di ziyareta Zehra Taşkesen de ji bo 190 kes û 210 kesan xwarin hatiye dayîn. Ji bo heyeta Orhan Delîgoz 195 kesan xwarin xwariye. Dîsa ji bo xebatên hilbijartinê xwarin dane 102 kes û 196 kesên din. Di Nîsanê de jî bi 33 hezar û 894 TL xwarin dane. 
 
Li gorî hin daneyên derketine holê: 
 
* Ji bo Kamerayên bi avahiya qeymeqamiyê ve girêdan 58 hezar TL
* Deriyê ketin û derketina navçeyê boyax kirin: 10 hezar 600 TL
* Ji bo pergala Kamera ya Cendirmeyan 67 hezar û 260 TL
* Ji bo pergala kamera ya Fermandaiya Cendirmeyan: 54 hezar û 547 TL
* Ji bo xwarina polisan: 23 hezar û 101 TL
* Ji bo alîkariya Navenda Cendirmeyan a Navçeyê: 45 hezar û 200 TL
* Ji bo restorasyona Nokteya Kontrola Polîsan: 23 hezar û 194 TL
* Ji bo tamîrkirina qazana Midûriyeta Polîsan: 8 hezar û 283 TL
* Ji bo tamîra midûriyeta polîsan a navçeyê: 8 hezar û 142 TL
* Ji bo tamîra Qereqola Cendirmeyan a Elmalıdere: 31 hezar û 842 TL
* Ji bo lêçûna midûriyeta polîsan a navçeyê: 23 hezar û 446 TL
* Ji bo Jeneratora Qeymeqamiyê û ristina têlan: 21 hezar û 470 TL
* Ji bo lêçûna midûriyeta polîsan 16 hezar û 694 TL
* Ji bo qada torenê ya qeymeqamiyê: 44 hezar û 545 TL
* Ji bo xwarina polîsan: 11 hezar û 934 TL
* Ji bo deriyên midûriyeta polîsan û cendirmeyan: 44 hezar 896 TL
* Malzemeyên qereqola cendirmeyan a Goksu: 33 hezar û 276 TL
* tamira maşîneyên qeymeqamiyê: 3 hezar 585 TL
* Xwarina polîsan: 9 hezar û 255 TL
*  Ji bo midûriyeta polîsan tv cilşo û alikariyên din: 19 hezar û 388 TL
* Ji bo cendirmeyan maşîne kirê kiriye: 8 hezar û 961 TL
* Xwarin dane polîs û eskeran: 9 hezar û 234 TL
* Ji bo midûriyeta polîsan Jenerator stendine: 70 hezar TL
 
ŞAREDARÎ KIRIN QEREQOL 
 
Hevşaredara Qereyaziyê Melike Goksu, diyar kir ku ev rapora derketiye holê hemû lêçûnên wan ên ji bo esker û polîsan nîşan nade û ev tenê yên hatine diyarkirin û wiha got: "Lêçûnek zêdetir xerç kirine. Hemû kes dizane ku şaredariyê ji bo maşineyên polîsan mazot daye. Lê fatûra vê yekê tune ye. Dîsa esker û polîsên ji bo operasyonê hatine navçeyê hemû lêçûn, xwarin û vexwarina wan aydî şaredariyê bû. Dora şaredariyê tev bi dîwaran lê kirin û kirin qereqol. Butçeya wê kirin butçeya qereqolê. Dema me pirsî gotin 'Me bi fermana wezîrê karên hundir ev yek kiriye. Kes nikare lêpirsîna vê yekê bike' Ev talbo her tiştî radixe ber çavan." 
 
MA / Adnan Bilen

Sernavên din

17/07/2019
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê
13:06 Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
13:01 Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
12:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir
11:19 Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyazi û encûmenên şaredariyê dirêj kirin
10:35 Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin
10:00 Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn
09:25 2 hezar gurzê giha şewitî
09:24 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
09:01 ‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’
09:00 Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN
14/07/2019
20:32 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
19:54 Di pevçûna li Colemêrgê rû da 3 leşker mirin
19:09 Ciwanê ket Çemê Dîcle winda bû
17:53 Ji Heskîfê bang kirin: Heskîf li cihê xwe xweşe
17:37 Xwendekarên ODTU li dijî talankirina Kavaklikê meşiyan
16:48 Dolmîşa rêwiya qulipî: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
16:41 Ji bo Heskîfê xwe avêtin Bahra Marmarayê
15:44 Koçyîgît: Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje
15:29 Hatimogullari: Ger em xwe birêxistin nekin emê winda bikin
14:33 Rojnameger Kanbal wê sibê îfadeya wî bigirin
14:32 Cenazeyê ciwanê ku şandin ser întîharê 2 meh şûndê dîtin
14:24 Guven bang li Barzanî kir: Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin
13:26 Li Endonezyayê erdheja hêza wê 7.3 pêl rûda
12:59 14'ê Tîrmehê li Wanê hat bibîranîn
12:58 Şaredarî kirin qereqol
12:47 HDP'ê ji bo 14 Tîrmehê daxuyanî da: Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye
12:27 Operasyona leşkerî li Pîranê dest pê kir
11:14 Cenazeyê zarokên di bendavê de winda bûn hatin dîtin
10:29 Hevalê Kiliç ê kawîşê Îrfan Kiliç vegot
10:28 Li Wanê jinek din jî bi şik û guman jiyana xwe ji dest da
09:54 Agahî ji 3 zarokên ketin bendavê nayê girtin
09:54 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên KCD’ê kir
09:32 Li Zozanên Çewlikê di demsala havînê de bihar
09:06 Astengiya li ber çûyîna Îmraliyê rabû, lê vê carê jî astengiyeke kêfî ket dewrê
09:05 Eren Keskîn: Ji bo îktîdarê AKP û 'dewleta kûr' li hev kirin
09:04 Ji bo dev ji hevjînê xwe berde wê serî li AYM'ê bide
09:03 'Jiyana li gund aramiyeke pir xweşik li min peyda dike'
09:01 Nav û tahma nanê Çewligê heta Ewropayan jî çûye
09:00 Çelebî: Em ê tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexne bikin
09:00 Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2019'AN
13/07/2019
19:21 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat binçavkirin
17:37 HDP: Hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e
16:47 Li ser komkujiya Zîlanê axivîn
16:11 Li Dersimê malbata ku gef lê hat xwarin serî li dozgeriyê da
15:35 Iraq jî beşdarî operasyona TSK’ê ya li Kurdistana Federe dibe
15:34 'Bijîjk jî tevlî polîtîkaya paşguhkirina girtiyên nexweş bûn'
15:11 Çalakgerên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
14:44 33 sal in mafê mirovan diparêze
14:21 Morning Star: Girtina Aykol êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji daxwaza adaletê bernedin
14:02 Di çalakiyên Xizmên Windayan de bertek nîşanî operasyonan dan
13:29 Li ODTU'yê meş: Kok banga berxwedanê dikin
12:05 HDP'a Amedê banga tevlêbûna mîtînga ‘Li dijî şer çareseriya demokratîk" kir
11:54 Zarokên di keştiyê de rastî tacîzê hatin ji ber polîs nehatin glî nekirin
11:45 Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê girêdayî destûrê kir
11:30 37 salên Girtîgeha Amedê û greva birçîbûnê
11:23 Li Hênê 693 kesî di GBT'ê re derbas kirin
11:09 'Kelepçeyê wisa şidandin kirin ku qevdên destên wî xwîn bibin'