Şaredarî kirin qereqol 2019-07-14 12:58:14   ERZIROM - Derket holê ku di serdema qeyûm de hemû butçeya şaredariya Qereyaziyê pêşkêşî eskerî û midûriyeta polîsan kirine. Qeyûm butçeya şaredariyê ji bo pîsta helikoptêr, restorasyona qereqol, stendina maşîneyên cendirmeyan cilşoşên ji bo qereqolê û gelek melzemeyên din xerç kiriye. Dîsa heqê xwarina endam û rêveberên AKP’ê jî di navde bi milyonan tl pere qerç kiriye.    HDP'ê piştî di hilbijartina rêveberiyên herêmî de şaredariya Qereyaziyê ji destê AKP'ê derxist, gelek rastiyên qeyûm derketin holê. Derket holê ku qeyûm hemû butçeya şaredariyê li şûna ji bo xizmeta gel xerç bike, ji bo xizmeta esker û polîsan xerç kiriye. Şaredariya Qereyazî ya HDP'ê têkildarî vê yekê rapor amade kir. Şaredariyê komîsyona ku ji hiqûqnas, muşavîrê malî, ekonomist û endamên meclîsa şaredariyê pêk tê ava kir û lêkolîn kir. Komîsyonê piştî lêkolîn kir rapor amade kir. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku qeyûm hemû lêçûna şaredariyê ji bo pîsta helikoptêr, restorasyona qereqol, stendina maşîneyên eskeran, cilşoşên ji bo qereqolê û gelek melzemeyên din xerç kiriye. Dîsa heqê xwarina endam û rêveberên AKP’ê jî di navde bi milyonan tl pere qerç kiriye.     400 HEZAR TL LI PÎSTA HELÎKOPTERÊ XERÇ KIRINE   Komîsyonê di raporê de destnîşan kir ku qeyûmê ewil ji bo pîsta helîkopterê 400 hezar TL pere xerç kiriye û wiha cih da raporê: "Qeyûm 400 hezar tl ji bo pîsta helîkopterê xerç kirin. Lê ji roja pîst hat avakirin heta niha helîkopterê daneketiye pîstê. Ji bo çi pêdivî bi vê pîstê dîtine diyar nekirine. Pîsta helîkopterê jibo kijan saziyê û kijan armancê ava kirine diyar nekirine. Di envanterên Şaredariya Qereyazî de helîkopter tune ye."    HILBERÎN KÊM BÛ LÊÇÛN ZÊDE BÛ    Komîsyonê di raporê de anî ziman ku di serdema qeyûm de zêde mazot hatiye şewitandin û wiha got: "Di serdema şaredariya DBP'ê de salê 239 hezar tl mesrefa maşîneyan diçû. Di serdema qeyûm de li gel maşîne zêde nebûne jî lêçûn ji sedî 203 qat zêde bûye. Di 2018'an de 724 hezar TL li maşîneyan xerç kirine. Lê îzaheta vê yekê tune ye.  Ev mazot ji bo çi û li ku hatiye xerçkirin. Di sala 2015'an de lêçûn û şewata mazota maşîneyên belediyê  bi giştî 629 hezar û 708 tl ye. Ev raqam di sala 2018'an de derketiye 1 mîlyon û 368 hezar û 473 TL yî. Li gel ku li parka maşîneyan a şaredariyê guhertin nebûye jî dîsa lêçûn ji sedî 117 zêde bûye.    QADA BAZARA SEWALAN 4 QAT BUHA STENDIN   Komîsyonê destnîşan kir ku Qada Bazara Sewalan li ser 20 dolim zevî plan kirine û ji bo bazare heqê rayiçê 4 qat zêde westine. Ji bo krîna vê qadê ji butçeya 760 hezar TL pere razandine.    400 TON ASFALT LI KU XERÇ KIRIN?    Komîsyonê da zanîn ku hêj nehatiye diyarkirin ku qeyûm 400 ton asfalta ku Hevpariya Anonîm a Petrdolên Tirkiye (TPAO) bi 1 milyon û 100 hezar TL da Şaredariyê li ku û ji bo kê xerç kiriye. Komîsyonê destnîşan kir ku ji 400 tonî tenê 60 ton asfal ji bo şaredaiyê maye û 340 ton asfal jî nayê zanîn ku li ku hatiuye xerçkirin.    Komîsyonê dîsa di raporê de destnîşan kir ku ji bo bernameya vekirinê ya Wezîrê Tenduristiyê 22 hezar û 356 TL, ji bo wekîla AKP'ê Zehra Taşkesen û heyeta pêre 16 hezar 826 TL pere ji bo xwarinê xerç kirine. Di ziyareta Zehra Taşkesen de ji bo 190 kes û 210 kesan xwarin hatiye dayîn. Ji bo heyeta Orhan Delîgoz 195 kesan xwarin xwariye. Dîsa ji bo xebatên hilbijartinê xwarin dane 102 kes û 196 kesên din. Di Nîsanê de jî bi 33 hezar û 894 TL xwarin dane.    Li gorî hin daneyên derketine holê:    * Ji bo Kamerayên bi avahiya qeymeqamiyê ve girêdan 58 hezar TL * Deriyê ketin û derketina navçeyê boyax kirin: 10 hezar 600 TL * Ji bo pergala Kamera ya Cendirmeyan 67 hezar û 260 TL * Ji bo pergala kamera ya Fermandaiya Cendirmeyan: 54 hezar û 547 TL * Ji bo xwarina polisan: 23 hezar û 101 TL * Ji bo alîkariya Navenda Cendirmeyan a Navçeyê: 45 hezar û 200 TL * Ji bo restorasyona Nokteya Kontrola Polîsan: 23 hezar û 194 TL * Ji bo tamîrkirina qazana Midûriyeta Polîsan: 8 hezar û 283 TL * Ji bo tamîra midûriyeta polîsan a navçeyê: 8 hezar û 142 TL * Ji bo tamîra Qereqola Cendirmeyan a Elmalıdere: 31 hezar û 842 TL * Ji bo lêçûna midûriyeta polîsan a navçeyê: 23 hezar û 446 TL * Ji bo Jeneratora Qeymeqamiyê û ristina têlan: 21 hezar û 470 TL * Ji bo lêçûna midûriyeta polîsan 16 hezar û 694 TL * Ji bo qada torenê ya qeymeqamiyê: 44 hezar û 545 TL * Ji bo xwarina polîsan: 11 hezar û 934 TL * Ji bo deriyên midûriyeta polîsan û cendirmeyan: 44 hezar 896 TL * Malzemeyên qereqola cendirmeyan a Goksu: 33 hezar û 276 TL * tamira maşîneyên qeymeqamiyê: 3 hezar 585 TL * Xwarina polîsan: 9 hezar û 255 TL *  Ji bo midûriyeta polîsan tv cilşo û alikariyên din: 19 hezar û 388 TL * Ji bo cendirmeyan maşîne kirê kiriye: 8 hezar û 961 TL * Xwarin dane polîs û eskeran: 9 hezar û 234 TL * Ji bo midûriyeta polîsan Jenerator stendine: 70 hezar TL   ŞAREDARÎ KIRIN QEREQOL    Hevşaredara Qereyaziyê Melike Goksu, diyar kir ku ev rapora derketiye holê hemû lêçûnên wan ên ji bo esker û polîsan nîşan nade û ev tenê yên hatine diyarkirin û wiha got: "Lêçûnek zêdetir xerç kirine. Hemû kes dizane ku şaredariyê ji bo maşineyên polîsan mazot daye. Lê fatûra vê yekê tune ye. Dîsa esker û polîsên ji bo operasyonê hatine navçeyê hemû lêçûn, xwarin û vexwarina wan aydî şaredariyê bû. Dora şaredariyê tev bi dîwaran lê kirin û kirin qereqol. Butçeya wê kirin butçeya qereqolê. Dema me pirsî gotin 'Me bi fermana wezîrê karên hundir ev yek kiriye. Kes nikare lêpirsîna vê yekê bike' Ev talbo her tiştî radixe ber çavan."    MA / Adnan Bilen