Eren Keskîn: Ji bo îktîdarê AKP û 'dewleta kûr' li hev kirin

  • rojane
  • 09:05 14 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Di Doza Ergenekonê de ku serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo wê gotibû "ez dozgerê vê dozê me", piştî 12 salan ji xeynî 5 kesan bersûc hemû hatin berdan. Dadgeha Bilind, bi biryara "rêxistin tune ye" bersûc berdan. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku got "AKP, ji bo îktîdara xwe biparêze bi dewleta 'kûr' re li hev kiriye" bilêv kir ku ji ber ew dewletê baş nas dikin, bi vê biryarê ecêbmayî nemane. 

 
Piştî di 12'ê Hezîrana 2007'an de li şevnişîneke li Umraniye ya Stenbolê 27 bombeyên destan hatin dîtin, Doza Ergenekonê dest pê kiribû. Piştî Dadgeha Bilind got "hebûna rêxistina Ergenekonê nehatiye tespîtkirin", cezayê berê hatibûn birîn xera kiribû û darizandina ji nû ev dest pê kiribû û piştî 12 salan biryar hat dayîn. Li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê 274 bersûc hatibûn darizandin û Serfermandarê Giştî yê berê Îlker Başbûg jî di nav de li gelek eksan cezayê muebetê û muebeta giran hatibû birîn.
 
Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo vê dozê gotibû "ez dozgerê vê dozê me", lê belê piştî navebra AKP û Gulenê xirab bû, Dadgeha Bilind di sala 2016'an de biryara hatibû dayîn xera kiribû. Dadgehê bi hinceta "hebûna rêxistina Ergenekonê nehatiye tespîtkirin" biryara hatibû girtin û cezayên hatibûn birîn xera kiribû. Piştî Dadgeha Bilind biryar xera kir, Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Stenbolê di 1'ê Tîrmehê de bryar da û bersûcên dozê hemû beraat kirin. Tenê li kiryarên êrîşa li ser Şûraya Dewletê û rojnameya Cumhûriyetê Alparaslan Arslan û 4 kesenên din cezayê muebetê hat birîn. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn mijara navbirî nirxand. 
 
Keskîn, destnîşan kir ku niha ser doza Ergenekonê hatiye girtin lê belê ev nayê wateya ku têkoşîna mirovên demokrasîxwaz a li dijî dewleta kur hatiye astengkirin û got: "Têkoşîna me ya parêzvanên mafên mirovan, ya demokratan ew e ku ji sala 1915'an heta niha sûcên ku dewletê kirine aşkere bikin. Wê têkoşîna me bidome. Jixwe ne li benda biryareke erênî bûm. Loma neheyirîm." 
 
‘TU CARÎ NEBÛ DEWLETEKE RASTEQÎN' 
 
Keskîn, diyar kir ku li vê ernîgariyê ji sala 1915'an ve ji çanda îttîhatkaran dewleta kûr heye û got: "Jixwe dewleta niha tu carî nebûye dewleteke rasteqîne." Keskşn, destnîşan kir ku li vê ernîgariyê tim û tim dewleteke kûr heye û ev ne tiştekî nû ye û got: "Em parêzvanên mafên mirovan, di salên 90'î de bûne şahidê vê yekê. Çimkî di salên 90'î de 'kontrgerîla', 'dewleta kûr, daîreya herba taybet' hebû. Ev avaniya nepen gelek eks kuştin, di bin çavan de gelek eks winda kirin, gund şewitandin û ev sûc hebû bê encam man." 
 
Parêzer Keskîn, bi bîr xist ku dema AKP bûye îktîdar gotiye wê dewleta kûr bi dawî bibe, wê serdema torosên spî biqede. Keskîn, got: "Lê piştî demeke kurt AKP û dewleta kûr li hev kirin. Bi rastî jî di doza Ergenekonê de kesên sûcên mirovahiyê kirin hatin darizandin. Velî Kuçuk, Levent Ersoz, Kemal Kerînçsîz... Lê piştî demekê kesên eleqeya wan bi vê dozê tune bûn jî daxilî nav vê dozê bûn û di doza Ergenekonê de sûcên li Kurdistanê hatin kirin daxilî vê dozê nehatin kirin. Me dizanibû wê ev dosye ji rojevê bê derxistin û w biryarên beraatê bê dayîn. Taliya talî jî wiha bû. Piştî me dît kesên diviya di vê dozê de nehatana darizandin jî daxilî vê dozê hatin kirin, wê çaxê me fam kir ku wê encam ev be. Taliyê bi lihevkirina dewleta kûr û AKP'ê re ev encam derket holê." 
 
‘JI BO ÎKTÎDARÊ AKP Û DEWLETA KÛR LI HEV KIR' 
 
Keskîn, destnîşan kir ku di salên 1990'î de kesên wekî Mehmet Agar û Tansû Çîller fermana sûcên mezin dane û îro kesên bi vî rengî li cem AKP'ê cih digirin û loma biryara dadgehê ew neheyirandine. Keskîn, got: "Ez wisa têkoşîna li dijî dijminahiya AKP'ê kêm e. Ev yek dewletê bi me dide jibîrkirin. Wê AKP biçe lê wê dewlet bimîne. Her wiha AKP, ji bo îktîdara xwe bi dewleta kûr re li hev kir. Loma em kesên dewletê baş nas dikin, bi encamên di doza Ergenekonê de neheyirîne." 
 
Keskîn, destnîşan kir ku divê dewlet baş bê naskirin. 
 
‘EV DER NE TC, KOMARA ŞIRNEXÊ YE!' 
 
Keskîn, bilêv kir ku ji xeynî vê avaniya çaryekî tu tişt nabe dewlet, tenê dem bi dem ji aliyê dewletê ve hatine bikaranîn. Keskîn, anî ziman ku Cemaeta Fethullah Gulen jî di nav vê avaniyê de bû û niha rewşa AKP'ê jî heman rewş e. Keskîn, bal kişand ser destpêkirina doza Ergenekonê: 
 
“Ji ber şerê îktîdarê yê di nav dewletê de dozeke bi vî rengî dest pê kir. Lê piştî demekê alîgir cih guherandin. Navbera AKP'ê û Cemaeta Gulen xirab bû û ji bo li ser piya bisekine bi wê avaniya kûr re li hev kir. Piştî li hev kir ne mimkun bû doza Ergenekonê bidome. Bi ya min di vir de tişta êşbar ev e; Em kesên parêzvanên mafên mirovan kesên di vê dozê de hatin darizandin baş nas dikin. Mesela, Levent Ersoz li Şirnexê fermandar bû. Wexta li Şirnexê fermandar bû wê demê 2 HADEP'î hatin binçavkirin. Dema em ji bo vê bûyerê çûn Şirnexê, Levent Ersoz got 'Ev der Komara Şirnexê ye, ne Komara Tirkiyeyê ye. Li vira gotina min derbasdar e.' Levent Ersoz zilamekî wisa bû. Em behsa kesên ku li wir sûcên mezin kiriye dikin. Lê niha Levent Ersoz beraat kiriye. Niha em ê tazmînatê jî bidin wan. Ji ber girtî mane wê tazmînat bê dayîn. Yanî i gor min ev rewşeke pir erjeng e." 
 
Keskîn, bilêv kir ku kesên beraat kirine bi awayekî aşkere "sûcdar" in û ji bo bersûcê êrîşa Şûraya Dewletê Alparslan Arslan jî got, ew piyonek e. Keskîn, got: "Eger kesên ev peywir dane bên darizandin jixwe wê rêxistina sûcî derkeve holê. Dewletê got çi; 'adiz bûne, rabûne çûne dadger kuştine.' Bûyer qediya. Li vê erdnîgariyê heta em lêpirsînê nekin û heta em bêjin 'wê her tişt xweş bibe' û xwe bixapînin bi ya min wê kiryarên tu sûcî dernekevin holê. Jixwe kiryarê wê sûcê dewlet bixwe ye. Wê tu carî jî dernekeve holê. Heta em dewletê esas negirin û rabin tenê hin kesan û hin partiyan esas bigirin û muxalefetiya xwe jî li ser vê bikin encamgirtin ne mimkun e." 
 
‘SIYASETA SIVÎL A KURD DEWLETÊ PIR TIRSAND' 
 
Her wiha Keskîn, bal kişand ser rewşa siyasetmedarên kurd ên girtî jî. Keskîn, destnîşan kir ku niha herî zêde dewlet ji siyasete sivîl a kurd ditirse û got: "Çimkî tiştekî wisa bû ku bi HDP'ê re siyaseta sivîl pir xurt bû. 15 ji sedî deng girtin û wê ev rêje her biçe zêdetir bibe. Bi ya min ev yek dewletê pir tirsand. Di serî de Selahttîn Demîrtaş ji gelek siyaseta sivîl a lurd tirsiya û loma niha hevalên me di girtîgehê de ne. Dadger fetoyî ye, neteperest e, kemalîst e qet ferq nake. Eger tu kurd bû, ev biryar derbasdar e. Tenê biryarên wan î din tên nîqaşkirin." 

Sernavên din

17/07/2019
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê
13:06 Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
13:01 Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
12:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir
11:19 Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyazi û encûmenên şaredariyê dirêj kirin
10:35 Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin
10:00 Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn
09:25 2 hezar gurzê giha şewitî
09:24 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
09:01 ‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’
09:00 Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN
14/07/2019
20:32 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
19:54 Di pevçûna li Colemêrgê rû da 3 leşker mirin
19:09 Ciwanê ket Çemê Dîcle winda bû
17:53 Ji Heskîfê bang kirin: Heskîf li cihê xwe xweşe
17:37 Xwendekarên ODTU li dijî talankirina Kavaklikê meşiyan
16:48 Dolmîşa rêwiya qulipî: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
16:41 Ji bo Heskîfê xwe avêtin Bahra Marmarayê
15:44 Koçyîgît: Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje
15:29 Hatimogullari: Ger em xwe birêxistin nekin emê winda bikin
14:33 Rojnameger Kanbal wê sibê îfadeya wî bigirin
14:32 Cenazeyê ciwanê ku şandin ser întîharê 2 meh şûndê dîtin
14:24 Guven bang li Barzanî kir: Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin
13:26 Li Endonezyayê erdheja hêza wê 7.3 pêl rûda
12:59 14'ê Tîrmehê li Wanê hat bibîranîn
12:58 Şaredarî kirin qereqol
12:47 HDP'ê ji bo 14 Tîrmehê daxuyanî da: Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye
12:27 Operasyona leşkerî li Pîranê dest pê kir
11:14 Cenazeyê zarokên di bendavê de winda bûn hatin dîtin
10:29 Hevalê Kiliç ê kawîşê Îrfan Kiliç vegot
10:28 Li Wanê jinek din jî bi şik û guman jiyana xwe ji dest da
09:54 Agahî ji 3 zarokên ketin bendavê nayê girtin
09:54 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên KCD’ê kir
09:32 Li Zozanên Çewlikê di demsala havînê de bihar
09:06 Astengiya li ber çûyîna Îmraliyê rabû, lê vê carê jî astengiyeke kêfî ket dewrê
09:05 Eren Keskîn: Ji bo îktîdarê AKP û 'dewleta kûr' li hev kirin
09:04 Ji bo dev ji hevjînê xwe berde wê serî li AYM'ê bide
09:03 'Jiyana li gund aramiyeke pir xweşik li min peyda dike'
09:01 Nav û tahma nanê Çewligê heta Ewropayan jî çûye
09:00 Çelebî: Em ê tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexne bikin
09:00 Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2019'AN
13/07/2019
19:21 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat binçavkirin
17:37 HDP: Hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e
16:47 Li ser komkujiya Zîlanê axivîn
16:11 Li Dersimê malbata ku gef lê hat xwarin serî li dozgeriyê da
15:35 Iraq jî beşdarî operasyona TSK’ê ya li Kurdistana Federe dibe
15:34 'Bijîjk jî tevlî polîtîkaya paşguhkirina girtiyên nexweş bûn'
15:11 Çalakgerên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
14:44 33 sal in mafê mirovan diparêze
14:21 Morning Star: Girtina Aykol êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji daxwaza adaletê bernedin
14:02 Di çalakiyên Xizmên Windayan de bertek nîşanî operasyonan dan
13:29 Li ODTU'yê meş: Kok banga berxwedanê dikin
12:05 HDP'a Amedê banga tevlêbûna mîtînga ‘Li dijî şer çareseriya demokratîk" kir
11:54 Zarokên di keştiyê de rastî tacîzê hatin ji ber polîs nehatin glî nekirin
11:45 Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê girêdayî destûrê kir
11:30 37 salên Girtîgeha Amedê û greva birçîbûnê
11:23 Li Hênê 693 kesî di GBT'ê re derbas kirin
11:09 'Kelepçeyê wisa şidandin kirin ku qevdên destên wî xwîn bibin'