Eren Keskîn: Ji bo îktîdarê AKP û 'dewleta kûr' li hev kirin 2019-07-14 09:05:34 STENBOL – Di Doza Ergenekonê de ku serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo wê gotibû "ez dozgerê vê dozê me", piştî 12 salan ji xeynî 5 kesan bersûc hemû hatin berdan. Dadgeha Bilind, bi biryara "rêxistin tune ye" bersûc berdan. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku got "AKP, ji bo îktîdara xwe biparêze bi dewleta 'kûr' re li hev kiriye" bilêv kir ku ji ber ew dewletê baş nas dikin, bi vê biryarê ecêbmayî nemane.    Piştî di 12'ê Hezîrana 2007'an de li şevnişîneke li Umraniye ya Stenbolê 27 bombeyên destan hatin dîtin, Doza Ergenekonê dest pê kiribû. Piştî Dadgeha Bilind got "hebûna rêxistina Ergenekonê nehatiye tespîtkirin", cezayê berê hatibûn birîn xera kiribû û darizandina ji nû ev dest pê kiribû û piştî 12 salan biryar hat dayîn. Li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê 274 bersûc hatibûn darizandin û Serfermandarê Giştî yê berê Îlker Başbûg jî di nav de li gelek eksan cezayê muebetê û muebeta giran hatibû birîn.   Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo vê dozê gotibû "ez dozgerê vê dozê me", lê belê piştî navebra AKP û Gulenê xirab bû, Dadgeha Bilind di sala 2016'an de biryara hatibû dayîn xera kiribû. Dadgehê bi hinceta "hebûna rêxistina Ergenekonê nehatiye tespîtkirin" biryara hatibû girtin û cezayên hatibûn birîn xera kiribû. Piştî Dadgeha Bilind biryar xera kir, Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Stenbolê di 1'ê Tîrmehê de bryar da û bersûcên dozê hemû beraat kirin. Tenê li kiryarên êrîşa li ser Şûraya Dewletê û rojnameya Cumhûriyetê Alparaslan Arslan û 4 kesenên din cezayê muebetê hat birîn.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn mijara navbirî nirxand.    Keskîn, destnîşan kir ku niha ser doza Ergenekonê hatiye girtin lê belê ev nayê wateya ku têkoşîna mirovên demokrasîxwaz a li dijî dewleta kur hatiye astengkirin û got: "Têkoşîna me ya parêzvanên mafên mirovan, ya demokratan ew e ku ji sala 1915'an heta niha sûcên ku dewletê kirine aşkere bikin. Wê têkoşîna me bidome. Jixwe ne li benda biryareke erênî bûm. Loma neheyirîm."    ‘TU CARÎ NEBÛ DEWLETEKE RASTEQÎN'    Keskîn, diyar kir ku li vê ernîgariyê ji sala 1915'an ve ji çanda îttîhatkaran dewleta kûr heye û got: "Jixwe dewleta niha tu carî nebûye dewleteke rasteqîne." Keskşn, destnîşan kir ku li vê ernîgariyê tim û tim dewleteke kûr heye û ev ne tiştekî nû ye û got: "Em parêzvanên mafên mirovan, di salên 90'î de bûne şahidê vê yekê. Çimkî di salên 90'î de 'kontrgerîla', 'dewleta kûr, daîreya herba taybet' hebû. Ev avaniya nepen gelek eks kuştin, di bin çavan de gelek eks winda kirin, gund şewitandin û ev sûc hebû bê encam man."    Parêzer Keskîn, bi bîr xist ku dema AKP bûye îktîdar gotiye wê dewleta kûr bi dawî bibe, wê serdema torosên spî biqede. Keskîn, got: "Lê piştî demeke kurt AKP û dewleta kûr li hev kirin. Bi rastî jî di doza Ergenekonê de kesên sûcên mirovahiyê kirin hatin darizandin. Velî Kuçuk, Levent Ersoz, Kemal Kerînçsîz... Lê piştî demekê kesên eleqeya wan bi vê dozê tune bûn jî daxilî nav vê dozê bûn û di doza Ergenekonê de sûcên li Kurdistanê hatin kirin daxilî vê dozê nehatin kirin. Me dizanibû wê ev dosye ji rojevê bê derxistin û w biryarên beraatê bê dayîn. Taliya talî jî wiha bû. Piştî me dît kesên diviya di vê dozê de nehatana darizandin jî daxilî vê dozê hatin kirin, wê çaxê me fam kir ku wê encam ev be. Taliyê bi lihevkirina dewleta kûr û AKP'ê re ev encam derket holê."    ‘JI BO ÎKTÎDARÊ AKP Û DEWLETA KÛR LI HEV KIR'    Keskîn, destnîşan kir ku di salên 1990'î de kesên wekî Mehmet Agar û Tansû Çîller fermana sûcên mezin dane û îro kesên bi vî rengî li cem AKP'ê cih digirin û loma biryara dadgehê ew neheyirandine. Keskîn, got: "Ez wisa têkoşîna li dijî dijminahiya AKP'ê kêm e. Ev yek dewletê bi me dide jibîrkirin. Wê AKP biçe lê wê dewlet bimîne. Her wiha AKP, ji bo îktîdara xwe bi dewleta kûr re li hev kir. Loma em kesên dewletê baş nas dikin, bi encamên di doza Ergenekonê de neheyirîne."    Keskîn, destnîşan kir ku divê dewlet baş bê naskirin.    ‘EV DER NE TC, KOMARA ŞIRNEXÊ YE!'    Keskîn, bilêv kir ku ji xeynî vê avaniya çaryekî tu tişt nabe dewlet, tenê dem bi dem ji aliyê dewletê ve hatine bikaranîn. Keskîn, anî ziman ku Cemaeta Fethullah Gulen jî di nav vê avaniyê de bû û niha rewşa AKP'ê jî heman rewş e. Keskîn, bal kişand ser destpêkirina doza Ergenekonê:    “Ji ber şerê îktîdarê yê di nav dewletê de dozeke bi vî rengî dest pê kir. Lê piştî demekê alîgir cih guherandin. Navbera AKP'ê û Cemaeta Gulen xirab bû û ji bo li ser piya bisekine bi wê avaniya kûr re li hev kir. Piştî li hev kir ne mimkun bû doza Ergenekonê bidome. Bi ya min di vir de tişta êşbar ev e; Em kesên parêzvanên mafên mirovan kesên di vê dozê de hatin darizandin baş nas dikin. Mesela, Levent Ersoz li Şirnexê fermandar bû. Wexta li Şirnexê fermandar bû wê demê 2 HADEP'î hatin binçavkirin. Dema em ji bo vê bûyerê çûn Şirnexê, Levent Ersoz got 'Ev der Komara Şirnexê ye, ne Komara Tirkiyeyê ye. Li vira gotina min derbasdar e.' Levent Ersoz zilamekî wisa bû. Em behsa kesên ku li wir sûcên mezin kiriye dikin. Lê niha Levent Ersoz beraat kiriye. Niha em ê tazmînatê jî bidin wan. Ji ber girtî mane wê tazmînat bê dayîn. Yanî i gor min ev rewşeke pir erjeng e."    Keskîn, bilêv kir ku kesên beraat kirine bi awayekî aşkere "sûcdar" in û ji bo bersûcê êrîşa Şûraya Dewletê Alparslan Arslan jî got, ew piyonek e. Keskîn, got: "Eger kesên ev peywir dane bên darizandin jixwe wê rêxistina sûcî derkeve holê. Dewletê got çi; 'adiz bûne, rabûne çûne dadger kuştine.' Bûyer qediya. Li vê erdnîgariyê heta em lêpirsînê nekin û heta em bêjin 'wê her tişt xweş bibe' û xwe bixapînin bi ya min wê kiryarên tu sûcî dernekevin holê. Jixwe kiryarê wê sûcê dewlet bixwe ye. Wê tu carî jî dernekeve holê. Heta em dewletê esas negirin û rabin tenê hin kesan û hin partiyan esas bigirin û muxalefetiya xwe jî li ser vê bikin encamgirtin ne mimkun e."    ‘SIYASETA SIVÎL A KURD DEWLETÊ PIR TIRSAND'    Her wiha Keskîn, bal kişand ser rewşa siyasetmedarên kurd ên girtî jî. Keskîn, destnîşan kir ku niha herî zêde dewlet ji siyasete sivîl a kurd ditirse û got: "Çimkî tiştekî wisa bû ku bi HDP'ê re siyaseta sivîl pir xurt bû. 15 ji sedî deng girtin û wê ev rêje her biçe zêdetir bibe. Bi ya min ev yek dewletê pir tirsand. Di serî de Selahttîn Demîrtaş ji gelek siyaseta sivîl a lurd tirsiya û loma niha hevalên me di girtîgehê de ne. Dadger fetoyî ye, neteperest e, kemalîst e qet ferq nake. Eger tu kurd bû, ev biryar derbasdar e. Tenê biryarên wan î din tên nîqaşkirin."