37 salên Girtîgeha Amedê û greva birçîbûnê

  • rojane
  • 11:30 13 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - Li Girtîgeha Amedê ya Hêjmar 5, di 14'ê Tîrmeha 1982’an de pêşengenên PKK'ê li dijî îşkence û zilma li wan hat kirin ketibûn rojiya mirinê. Piştî 37 salan vê carê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî çalakî li hemû girtîgehan belav bû û bi biryar berdewam kirin, parêzeran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Çalakiya piştî 37 salan a bi “Ruhê 14'ê tîrmehê" dest pê kir, derî li Îmraliyê vekir. 

 
Di serdema Serokomar Kenan Evren de li Tirkiye contaya leşkerî serdest bû. Di serdema contaya eskerî de darbeya 12'ê Îlona 1980’an pêk hat. Piştî Kenan Evren dest danî ser rêveberiya Tirkiye zextên li ser gelê Kurd û pêşengên gelê Kurd zêde bûn. Gelek kadro û dildraên PKK'ê wê demê hatin binçavkirin û girtin. Rastî îşkenceya gelek giran hatin. Pêşengên PKK'ê li dijî îşkenceya li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê di 14'ê Tîrmeha 1982’an de dest bi rojiya mirinê kirin. Li dijî zilma Serbaz Esat Oktay Yildiran dest bi çalakiyê kirin û xwestin ev îşkence û zilma li ser girtiyan bi dawî bibe. Ji ber îşkenceya li Zindana Amedê, Girtîgeha Amedê di nava girtîgehên cîhanê de di rêja 10'emîn a girtîgehên herî xerab de cih girt. Girtiyên PKK'ê yên ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan, bi vê berxwedana xwe ya li dijî zilmê bûn sembolê jiyanê. 
 
Dîsa pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, di Newroza sala 1982'an de bi 3 darikê çixatê bedena xwe da ber agir û bû sembola Newrozê. 58 roj şûnde agirê çaran Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengîn û Necmi Oner bedena xwe dan ber agir û dawî li jiyana xwe anîn. Di 14'ê tîrmeha 1982’an de li dijî îşkenceyê pêşengê PKK’ê Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Alî Çiçek dest bi rojiya mirinê kirin û deriyekî nû li têkoşîna gelê Kurd vekir. 
 
37 SAL ŞÛNDE LEYLA GUVEN DERIYÊ ÎMRALIYÊ HATIBÛ GIRTIN VEKIR
 
Piştî deriyê Îmraliyê bi temamî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin û şûnde dîsa çalakiyên li dijî tecrîdê dest pê kirin. 37 sal şûnde Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li Girtîgeha Amedê ya berê navê wê "Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê" bû ev kevneşopiya berxwedanê berdewam kir. Di 8'ê mijdara 2018’an de bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Guven ku di danişîna doza 7'ê Mijdarê de li hemberî heyeta dadgehê diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe ji niha û şûnde dernakeve danişînê û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dike. Guven, anî ziman ku ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vebe dest bi vê çalakiyê dike. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir Endamê HDP'ê Nasır Yagiz jî li Hewlerê dest bi grevê kir û li Girtîgehan jî di 16'e Kanûna 2018'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin di 17'ê Kanûnê de li Strasburgê 14 kesan û li Gallerê jî Îmam Şiş bi heman armancê dest bi grevê kirin. Piştî li girtîgehan çalakî belav bû di 12'ê Çile de birayê Ocalan Mehmet Ocalan şandin girtigeha Îmraliyê û hevdîtin kirin. Lê girtiyan û hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kirin ku heta bi temamî tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiyê bernadin û çalakî berdewam kirin. Ji ber ku hikûmetê û dewletê gav neavêt di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger . Li gelek bajar û welatên din çalakiya greva birçîbûnê berdewam kir. Di meha Adarê de parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Dayikan li derve dest bi çalakiyên nobetê kirin. Gelek caran dayik rastî êrîşên polîsan hatin. Li girtîgehan ji ber ku gav nehatin avêtin li bajarê Krefeld ê Almanya Ugur Şakar bedena xwe da ber agir. Piştre li Girtîgeha Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebze Ayten Beçet, li Girtîgeha Oltu ya Erziromê Zehra Saglam, Li Girtigeha Mêrdînê Medya Çinar, li Girtîgeha Jinan a Şakranê Yonca Akicî li Girtîgeha Osmaniyê Siraç Yuksek û li Girtîgeha Xarpêtê Mahsum Pamay çalakî li dar xistin û li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. 
 
PIŞTÎ 37 SALAN ROJIYA MIRINÊ DÎSA DEST PÊ KIR
 
Ji ber hikûmetê gav neavêt li tevahiya girtîgehan bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê. Lê ji ber dîsa hikûmetê gav neavêt, piştî çalakiya 5 mehan a greva birçîbûnê vê carê piştî 37 salan dîsa li girtîgehan rojiya mirinê dest pê kir. Di 30'ê nîsanê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Asli Dogan û Ardil Çeşme; li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Zozan Çiçek, Şukran Aydin û Nesrin Akgul; li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Ahmet Topkaya, Ferhat Turgay, Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez û Ergin Akhan; li Girtîgeha Wanê Îhsan Bulut, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Erol Cengiz û Ahmet Anigi dest bi rojiya mirinê kirin. 
 
PIŞTÎ ROJIYA MIRINÊ DÎSA DEST PÊ KIR DI 2'Ê GULANÊ DE PARÊZER ÇÛN ÎMRALIYÊ
 
Piştî girtiyan di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê. Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di vê hevdîtinê de bi îmzeya girtiyên li Îmraliyê Hamîli Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş peyama ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Girtiyan dîsa diyar kirin ku heta Wezareta Dadê misoger bike ku tecrîd bi dawî bûye wê çalakiya xwe berdewam bikin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlamenterên HDPê Dersîm Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç û çalakgerên li derve jî heman peyam dan û çalakiya xwe berdewam kirin. 
 
Piştre di 10'ê Gulanê de koma duyemîn dest bi greva rojiya mirinê kirin. Koma duyemîn ku ji 15 kesan pêk dihat jî heman biryar danîn holê. Ji koma 2'emîn li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cinbaş, Muhammed İnal, Diyadin Akdemir û Engin Kahraman; Li Girtîgeha Boluyê Îbrahim Dogan, Ahmet Emin Eren û Mustafa Taştan; li Girtîgeha Patnosê Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şafii Kayhan; li Girtîgeha Tekîrdagê Reşat Ozdîl; Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz; û li Wanê Saît Ozturk  dest bi rojiya mirinê kirin. 
 
OCALAN DI HEVDÎTINA 22'Ê GULANÊ DE BANGA DAWÎKIRINA ÇALAKIYÊ KIR
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştdî di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê di 22'ê Gulanê de dîsa çûn Îmraliyê. Vê carê Ocalan bi rêya parêzeran xwest teqez girtî dawî li çalakiya xwe bînin û tenduristî, fîzîkî û ramana xwe biparêzin. Peyama Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê nivîsandibû jî wiha ye: 
 
“Rêhevalên Hêja; 
Li ser pêşniyara min we dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Ev helwest xwedî girîngiyeke dîrokî û bi wate bû. Ez weke helwesteke pir binirx dibînim û spasiya we dikim.  Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim. Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin. Silav û hezkirinên xwe yên daîmî ji we re dişînim." 
 
 
Piştî peyama Ocalan a 22'ê Gulanê girtiyan di 26'ê Gulanê de dawî li çalakiya xwe anîn. Malbatan di 5'ê Heziranê de li gel Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayri Konar, Veysel Aktaş û Hamili Yildirim  hevdîtin kirin. Parêzer di 12'ê Hezîranê û di 18'ê Hezîranê de dîsa çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. 
 
Piştî çalakiya Rojiya mirinê ya 14'ê Tirmeha 1982’an 37 sal şûnde dîsa li Girtîgeha Amedê çalakiya rojiya mirinê dest pê kir û pitî deriyê Îmraliyê li Abdullah Ocalan vebû çalakî bi dawî bû. Lê niha her çend derî hatibe vekirin jî dîsa di serlêdanên dawî de hêj hevdîtin pêk nehatiye û fikarên gel didomin." 
 

Sernavên din

17/07/2019
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê
13:06 Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
13:01 Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
12:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir
11:19 Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyazi û encûmenên şaredariyê dirêj kirin
10:35 Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin
10:00 Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn
09:25 2 hezar gurzê giha şewitî
09:24 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
09:01 ‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’
09:00 Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN
14/07/2019
20:32 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
19:54 Di pevçûna li Colemêrgê rû da 3 leşker mirin
19:09 Ciwanê ket Çemê Dîcle winda bû
17:53 Ji Heskîfê bang kirin: Heskîf li cihê xwe xweşe
17:37 Xwendekarên ODTU li dijî talankirina Kavaklikê meşiyan
16:48 Dolmîşa rêwiya qulipî: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
16:41 Ji bo Heskîfê xwe avêtin Bahra Marmarayê
15:44 Koçyîgît: Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje
15:29 Hatimogullari: Ger em xwe birêxistin nekin emê winda bikin
14:33 Rojnameger Kanbal wê sibê îfadeya wî bigirin
14:32 Cenazeyê ciwanê ku şandin ser întîharê 2 meh şûndê dîtin
14:24 Guven bang li Barzanî kir: Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin
13:26 Li Endonezyayê erdheja hêza wê 7.3 pêl rûda
12:59 14'ê Tîrmehê li Wanê hat bibîranîn
12:58 Şaredarî kirin qereqol
12:47 HDP'ê ji bo 14 Tîrmehê daxuyanî da: Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye
12:27 Operasyona leşkerî li Pîranê dest pê kir
11:14 Cenazeyê zarokên di bendavê de winda bûn hatin dîtin
10:29 Hevalê Kiliç ê kawîşê Îrfan Kiliç vegot
10:28 Li Wanê jinek din jî bi şik û guman jiyana xwe ji dest da
09:54 Agahî ji 3 zarokên ketin bendavê nayê girtin
09:54 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên KCD’ê kir
09:32 Li Zozanên Çewlikê di demsala havînê de bihar
09:06 Astengiya li ber çûyîna Îmraliyê rabû, lê vê carê jî astengiyeke kêfî ket dewrê
09:05 Eren Keskîn: Ji bo îktîdarê AKP û 'dewleta kûr' li hev kirin
09:04 Ji bo dev ji hevjînê xwe berde wê serî li AYM'ê bide
09:03 'Jiyana li gund aramiyeke pir xweşik li min peyda dike'
09:01 Nav û tahma nanê Çewligê heta Ewropayan jî çûye
09:00 Çelebî: Em ê tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexne bikin
09:00 Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2019'AN
13/07/2019
19:21 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat binçavkirin
17:37 HDP: Hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e
16:47 Li ser komkujiya Zîlanê axivîn
16:11 Li Dersimê malbata ku gef lê hat xwarin serî li dozgeriyê da
15:35 Iraq jî beşdarî operasyona TSK’ê ya li Kurdistana Federe dibe
15:34 'Bijîjk jî tevlî polîtîkaya paşguhkirina girtiyên nexweş bûn'
15:11 Çalakgerên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
14:44 33 sal in mafê mirovan diparêze
14:21 Morning Star: Girtina Aykol êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji daxwaza adaletê bernedin
14:02 Di çalakiyên Xizmên Windayan de bertek nîşanî operasyonan dan
13:29 Li ODTU'yê meş: Kok banga berxwedanê dikin
12:05 HDP'a Amedê banga tevlêbûna mîtînga ‘Li dijî şer çareseriya demokratîk" kir
11:54 Zarokên di keştiyê de rastî tacîzê hatin ji ber polîs nehatin glî nekirin
11:45 Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê girêdayî destûrê kir
11:30 37 salên Girtîgeha Amedê û greva birçîbûnê
11:23 Li Hênê 693 kesî di GBT'ê re derbas kirin
11:09 'Kelepçeyê wisa şidandin kirin ku qevdên destên wî xwîn bibin'