37 salên Girtîgeha Amedê û greva birçîbûnê 2019-07-13 11:30:33 AMED - Li Girtîgeha Amedê ya Hêjmar 5, di 14'ê Tîrmeha 1982’an de pêşengenên PKK'ê li dijî îşkence û zilma li wan hat kirin ketibûn rojiya mirinê. Piştî 37 salan vê carê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî çalakî li hemû girtîgehan belav bû û bi biryar berdewam kirin, parêzeran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Çalakiya piştî 37 salan a bi “Ruhê 14'ê tîrmehê" dest pê kir, derî li Îmraliyê vekir.    Di serdema Serokomar Kenan Evren de li Tirkiye contaya leşkerî serdest bû. Di serdema contaya eskerî de darbeya 12'ê Îlona 1980’an pêk hat. Piştî Kenan Evren dest danî ser rêveberiya Tirkiye zextên li ser gelê Kurd û pêşengên gelê Kurd zêde bûn. Gelek kadro û dildraên PKK'ê wê demê hatin binçavkirin û girtin. Rastî îşkenceya gelek giran hatin. Pêşengên PKK'ê li dijî îşkenceya li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê di 14'ê Tîrmeha 1982’an de dest bi rojiya mirinê kirin. Li dijî zilma Serbaz Esat Oktay Yildiran dest bi çalakiyê kirin û xwestin ev îşkence û zilma li ser girtiyan bi dawî bibe. Ji ber îşkenceya li Zindana Amedê, Girtîgeha Amedê di nava girtîgehên cîhanê de di rêja 10'emîn a girtîgehên herî xerab de cih girt. Girtiyên PKK'ê yên ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan, bi vê berxwedana xwe ya li dijî zilmê bûn sembolê jiyanê.    Dîsa pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, di Newroza sala 1982'an de bi 3 darikê çixatê bedena xwe da ber agir û bû sembola Newrozê. 58 roj şûnde agirê çaran Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengîn û Necmi Oner bedena xwe dan ber agir û dawî li jiyana xwe anîn. Di 14'ê tîrmeha 1982’an de li dijî îşkenceyê pêşengê PKK’ê Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Alî Çiçek dest bi rojiya mirinê kirin û deriyekî nû li têkoşîna gelê Kurd vekir.    37 SAL ŞÛNDE LEYLA GUVEN DERIYÊ ÎMRALIYÊ HATIBÛ GIRTIN VEKIR   Piştî deriyê Îmraliyê bi temamî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin û şûnde dîsa çalakiyên li dijî tecrîdê dest pê kirin. 37 sal şûnde Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li Girtîgeha Amedê ya berê navê wê "Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê" bû ev kevneşopiya berxwedanê berdewam kir. Di 8'ê mijdara 2018’an de bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Guven ku di danişîna doza 7'ê Mijdarê de li hemberî heyeta dadgehê diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe ji niha û şûnde dernakeve danişînê û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dike. Guven, anî ziman ku ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vebe dest bi vê çalakiyê dike. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir Endamê HDP'ê Nasır Yagiz jî li Hewlerê dest bi grevê kir û li Girtîgehan jî di 16'e Kanûna 2018'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin di 17'ê Kanûnê de li Strasburgê 14 kesan û li Gallerê jî Îmam Şiş bi heman armancê dest bi grevê kirin. Piştî li girtîgehan çalakî belav bû di 12'ê Çile de birayê Ocalan Mehmet Ocalan şandin girtigeha Îmraliyê û hevdîtin kirin. Lê girtiyan û hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kirin ku heta bi temamî tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiyê bernadin û çalakî berdewam kirin. Ji ber ku hikûmetê û dewletê gav neavêt di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger . Li gelek bajar û welatên din çalakiya greva birçîbûnê berdewam kir. Di meha Adarê de parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Dayikan li derve dest bi çalakiyên nobetê kirin. Gelek caran dayik rastî êrîşên polîsan hatin. Li girtîgehan ji ber ku gav nehatin avêtin li bajarê Krefeld ê Almanya Ugur Şakar bedena xwe da ber agir. Piştre li Girtîgeha Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebze Ayten Beçet, li Girtîgeha Oltu ya Erziromê Zehra Saglam, Li Girtigeha Mêrdînê Medya Çinar, li Girtîgeha Jinan a Şakranê Yonca Akicî li Girtîgeha Osmaniyê Siraç Yuksek û li Girtîgeha Xarpêtê Mahsum Pamay çalakî li dar xistin û li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn.    PIŞTÎ 37 SALAN ROJIYA MIRINÊ DÎSA DEST PÊ KIR   Ji ber hikûmetê gav neavêt li tevahiya girtîgehan bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê. Lê ji ber dîsa hikûmetê gav neavêt, piştî çalakiya 5 mehan a greva birçîbûnê vê carê piştî 37 salan dîsa li girtîgehan rojiya mirinê dest pê kir. Di 30'ê nîsanê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Asli Dogan û Ardil Çeşme; li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Zozan Çiçek, Şukran Aydin û Nesrin Akgul; li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Ahmet Topkaya, Ferhat Turgay, Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez û Ergin Akhan; li Girtîgeha Wanê Îhsan Bulut, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Erol Cengiz û Ahmet Anigi dest bi rojiya mirinê kirin.    PIŞTÎ ROJIYA MIRINÊ DÎSA DEST PÊ KIR DI 2'Ê GULANÊ DE PARÊZER ÇÛN ÎMRALIYÊ   Piştî girtiyan di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê. Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di vê hevdîtinê de bi îmzeya girtiyên li Îmraliyê Hamîli Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş peyama ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Girtiyan dîsa diyar kirin ku heta Wezareta Dadê misoger bike ku tecrîd bi dawî bûye wê çalakiya xwe berdewam bikin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlamenterên HDPê Dersîm Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç û çalakgerên li derve jî heman peyam dan û çalakiya xwe berdewam kirin.    Piştre di 10'ê Gulanê de koma duyemîn dest bi greva rojiya mirinê kirin. Koma duyemîn ku ji 15 kesan pêk dihat jî heman biryar danîn holê. Ji koma 2'emîn li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cinbaş, Muhammed İnal, Diyadin Akdemir û Engin Kahraman; Li Girtîgeha Boluyê Îbrahim Dogan, Ahmet Emin Eren û Mustafa Taştan; li Girtîgeha Patnosê Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şafii Kayhan; li Girtîgeha Tekîrdagê Reşat Ozdîl; Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz; û li Wanê Saît Ozturk  dest bi rojiya mirinê kirin.    OCALAN DI HEVDÎTINA 22'Ê GULANÊ DE BANGA DAWÎKIRINA ÇALAKIYÊ KIR   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştdî di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê di 22'ê Gulanê de dîsa çûn Îmraliyê. Vê carê Ocalan bi rêya parêzeran xwest teqez girtî dawî li çalakiya xwe bînin û tenduristî, fîzîkî û ramana xwe biparêzin. Peyama Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê nivîsandibû jî wiha ye:    “Rêhevalên Hêja;  Li ser pêşniyara min we dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Ev helwest xwedî girîngiyeke dîrokî û bi wate bû. Ez weke helwesteke pir binirx dibînim û spasiya we dikim.  Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim. Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin. Silav û hezkirinên xwe yên daîmî ji we re dişînim."      Piştî peyama Ocalan a 22'ê Gulanê girtiyan di 26'ê Gulanê de dawî li çalakiya xwe anîn. Malbatan di 5'ê Heziranê de li gel Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayri Konar, Veysel Aktaş û Hamili Yildirim  hevdîtin kirin. Parêzer di 12'ê Hezîranê û di 18'ê Hezîranê de dîsa çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.    Piştî çalakiya Rojiya mirinê ya 14'ê Tirmeha 1982’an 37 sal şûnde dîsa li Girtîgeha Amedê çalakiya rojiya mirinê dest pê kir û pitî deriyê Îmraliyê li Abdullah Ocalan vebû çalakî bi dawî bû. Lê niha her çend derî hatibe vekirin jî dîsa di serlêdanên dawî de hêj hevdîtin pêk nehatiye û fikarên gel didomin."