'Xwezî Nesrîn bibûya kesa dawî’

  • rojane
  • 09:56 10 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED – Dayika Nesrîn Teke ya ji bo radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şewitandina bedena xwe protesto kir, Nezahat Teke got: “Xwezî Nesrîn bibûya kesa herî dawî ya jiyana xwe ji dest bida.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi organîzasyona navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Li dijî radestkirina Ocalan gelê kurd kampanya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dan destpêkirin. Nûnera Kovara Ozgur Halkê ya Amedê Nesrîn Teke jî tevlî vê kampanyayê bû û di 9’ê tîrmeha 2000’î de bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Bi ser kuştina Teke çalakiya xwe li ber çavê dayika xwe Nezahat Teke pêk tîne û 19 sal derbas bi ser re derbas bû. Dayika Nesrînê Nezahat Teke di wê serdemê de ji bo kesên din jiyana xwe ji dest nedin û li dijî şer derkeve beşdarî Dayikên Aştiyê bû. 
 
Nezahat Teke behsa çalakiya keça xwe û guhertinên piştî wê pêk hatin kir. Teke bi bîr xist ku li Sûrê kuştina 3 kesan ji aliyê polîsan ve pêk hat bandorek mezin li ser keça wê kiribû û keça wê ji bo bêdengiya civakê ya li dijî wê kuştinê protesto bike demek ji odeya xwe derneketiye û bi kesî re neaxiviye. 
 
Teke da zanîn ku keça wê di 18 saliya xwe de li Kovara Ozgur Halkê dest bi wezîfetiya nûnertiya Amedê kiriye û got: “Rojek min jê re got ‘Nesrîn tu çidikî ji van kovaran û tu çi jê fêm dikî?’ Wê jî ji min re got ‘Dema mezin bibe tu yê fêm bikî.’ Demek jî çû Êlihê xebitî. Ez lê geriyam û min jê re got ‘keça min dê ezmûnên te yên zanîngehê dest pê bikin, tu yê wisa bi gerê di ezmûnan de bi ser bikevî.’ Nesrîn wiha bersiva min da ‘Dayê ez ê ezmûna mezin qezenc bikim.’ Min jî ji wê gotina wê bawer kir û gelek kêfa min hatibû. Min ji ku zanibû ezmûna keça min wê ev yek be. Keça min bi van gotinên xwe dersek mezin da min. Nexwê dayikek jî dikare hin tiştan ji zarokên xwe hîn bibe.” 
 
'BERXWEDAN JIYAN E'
 
Teke destnîşan kir ku keça wê bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Kes nikare roja me tarî bike" bedena xwe daye ber agir û got: “Bavê wê û birayê wê mudaxele kirin û vemirandin. Pişt re me wê rakir nexweşxaneyê. Polîs li ber deriyê nexweşxaneyê li benda me bûn û gotin ‘te vê yekê jî kir Nesrîn xanim?’ Nesrîn ji wan re got ‘hûn min nas nakin, tişta ez bixim hişê xwe ez ê bikim.’ Wê kêliyê çiqas zor jê re bihata jî lê bi zorê diaxivî. Nikaribû nefesê bide û bistîne. Ji min re got ‘Dayê negirî Berxwedan Jiyan e.’ Min destê wê vekir di destê wê de nîşana partiyê derket.” 
 
'XWEZÎ JI BILÎ CANÊ MIN TIŞTEK DIN HEBÛYA MIN BIDABA’ 
 
Teke anî ziman ku piştî dermankirina li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi hêceta cih tune ye me sewqî nexweşxaneyek taybet a li Edeneyê kirin û di pêvajoya 28 rojan a dermankirina Nesrînê de Ocalan ji bo keça wê peyamek şandibû. Teke diyar kir ku Ocalan di peyama xwe de keça wê Nesrînê silav kiriye lê ew çalakiyê bi vî rengî guncan nabîne û şaş dibîne. Teke da zanîn ku keça wê ji bo peyamê wiha gotiye: “Silavên Serok min gelek şanaz kir. Lê belê ji bilî ez ê bedena xwe bişewitînim tu vebijêrkek din tune bû. Xwezî ji bilî canê min tiştek min dinê hebûya ku min bidabayê.” 
 
'PIŞTÎ 28 ROJAN JIYANA XWE JI DEST DA’ 
 
Teke anî ziman ku piştî dermankirina 28 rojan rewşa keça wê ber bi başbûnê ve diçû û piştî hat emeliyatkirin êdî nehat ser hişê xwe û jiyana xwe ji dest da. Teke got piştî emeliyatê bijîk ji holê winda bû û carek din wî nedîtin. Teke diyar kir ku wan cenazeyê Nesrînê û nûçegihanê Ozgur Halkê Mahmut Yener ê bi heman armancê di 22’ê hezîrana 2000’î de xwe şewitand li Goristana Deriyê Mêrdînê di 11’ê tîrmeha 2000’î de veşartin. 
 
'EZ Ê TÊKOŞÎNA WÊ DEWAM BIKIM’
 
Teke destnîşan kir ku ew ê têkoşîna keça xwe berdewam bike û wiha got: “Piştî mirina keça xwe ji bo zarokên dayikên din nemirin û şer bi dawî bibe ez beşdarî Dayikên Aştiyê bûm. Keça min her tim ji min re digot ‘Dayê tu y3e bibî xebatkara kovarê.’ Wê demê tişta tenê ji destê min dihat ku ez dikarim çawa bikim bila dayik negirîn. Xwezî Nesrîn kesa ku herî dawî jiyana xwe ji dest bidaba. Xwezî hêsirên çavên dayikan nerijiyana. Her cara ku tecrîd pêk tê û parêzer nikarin biçin Îmraliyê ez ditirsim. Qey ez dibêjim kezeba min dike di devê min de derkeve. Ez hêvîdarim wê êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Lê her carê hin kes jiyana xwe ji dest didin û heman êş xwe li me dubare dike. Înşellah wê heq, hiqûq û edalet pêk were û çûnehata Îmraliyê jî dewam bike. Em hêvîdarin dê carek din tiştên wisa neqewime û tecrîd jî bi dawî bibe.” 
 
 

Sernavên din

10/07/2019
13:04 Jin ji bo Şûle Çet lihev kom bûn: Heya edalet pêk were, em ê têbikoşin
13:03 HDP'iyan Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn
12:52 Rojnameger Çelebî hat berdan
12:36 Yavaş 25 roj in bersîvê nade malbatên zarokên wan li GAR'ê hatin kuştin
12:25 Kekê Îrfan Kiliç: Encama teqez dê ji otopsiyê derkeve
11:28 GDA'yê giliyê SETAê kir
10:41 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên Meclîsê dike
10:35 Hevşaredarê berê yê Qilebanê hat binçavkirin
09:56 'Divê CHP ji bo çareseriyê rola xwe bilîze'
09:56 'Xwezî Nesrîn bibûya kesa dawî’
09:15 TSK, li dervê sînor gundan vala dike
09:15 5 girtiyên hatin sewqkirin dest bi greva birçîbûnê kirin
09:15 Yolerî: Di nîqaşên qanûneke bingehîn de mijara sereke divê maf û azadî be
09:14 Qesra Biçûk li ber rûxînê ye
09:14 Li Sêrtê xizmeta sêzimaniyî dîsa dest pê kir
09:13 ‘Polîtîkayên PDK'ê zirarê didin yekîtiya neteweyî ya kurd'
09:06 Aydenîz: Xeta Ocalan jiyana bi hev re ya gelan e
09:03 Karker li Manisayê rastî cudakariyê tên
09:02 Saziyên ku qeyûm girtibûn dê ji nû ve bên vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:11 Esker li Zozanên Hîzanê derketin operasyonê
09/07/2019
16:57 Hikûmetê pêşniyara zemê ya ji sedî 5 li karkeran kir
16:20 Hejmara 9’emîn a Kovara Dilopê derket
16:20 Rêveberiya 10 Ekîm-Der'ê bi Temellî re hevdîtin kir
16:03 'Zîhniyeta serdest kujer û êrîşkaran wek qehreman nîşan dide'
15:45 Meclîsa ÎSÎG'ê: Karkerê ji qatê duduyan ket jiyana xwe ji dest da
15:41 EGEÇEP: Destê xwe ji daristanan vekişînin!
15:39 Jinan bang li şandeya dadgehê kirin ku ‘cînayetê asteng’ bike
15:30 Girtiyê nexweş rewşa wî giran e
15:07 Li dijî texrîbata kanên keviran derketin
14:58 Rêxistinên çapemeniyê: Tiştek bê serê hempîşeyên me berpirsiyar SETA ye
14:57 Zanîngehên li Stenbolê piştgirî dan ODTU’yê
14:18 Li Kanîreşê bablîsokek mezin rabû
14:01 Temellî: Pergala serokkomariyê rewşa nebirêvebirinê ye
13:58 Cezayê girtîgehê li bavê ku kurê xwe di Komkujiya 10’ê Cotmehê de winda kir birîn!
13:19 DMME di serlêdana Demîrtaş de Tirkiye mehkûm kir
13:18 Rêxistinên pîşeyî û sendîka: Bila xebatên derveyî qanûnan ên li dijî ODTU'yê bên rawestandin
12:50 Endamê Meclîsa Şaredariya Şirnexê yê AKP’î îstîfa kir
12:46 Dîlan Îzol: Ger em jibîr bikin emê dîsan wehşetê bijîn
11:49 Çalakiya xwendekarên ODTU didomin
11:49 Seroka PSAKD’ê ya Meletî û rêveberên wê hatin binçavkirin
11:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:42 Parlamenter Dag û Aydenîz dê derbarê polîsan de gilî bikin
10:21 Franceschi: Karê sereke yê dewletên navnetewî ewe ku erka xwe hiqûqî pêk bîne
10:02 Parêzer wê rapora pisporan a Şule Çet pêşkêşî dadgehê bikin
09:57 Baluken: Heke çareseriya rast tê xwestin divê ku rast bin
09:52 Encamnameya komxebata navneteweyî ya derbarê DAIŞ`ê de hat aşkerekirin
09:51 25 salin bi stranên xwe di dilê gel de dijî
Di nava aşrîva stranên Kurdî de cihekî taybet digire
09:38 HDP'ê şerh danî ser pêşniyara Ajansa Turîzmê: Pêşî Heskîfê biparêze
09:37 Li girtîgehê qedexeya pirtûkên kurdî û ferzkirina ‘por qûsandinê’
09:18 AYM, ji bo girtiyê 98 ji sedî astengdar e got: 'Tu talûkeyeke wî ya jiyanî tune ye'!
09:15 Ciwanên Taxa Şahîntepeyê ketine nav lepên tiryakê!
09:14 Li Îdirê esnaf hindik mane dikanên xwe bigirin!
09:12 Şaredariya Bismilê biryarên qeyûm betal kirin, lê qeymeqamtiyê îtiraz kir
09:11 900 zarokî serî li Dibistanên Havînê yên Werzîşê yên Şaredariya Sêrtê dan
09:10 Hevşaredarên jin ji bo projeyên xwe pêk bînin zend û bend badan
09:09 ‘Em berhev dikin lê hin kesên din qezenc dikin'
09:09 Alî yê bi îdiaya 'endamtiya YPG'ê' hatibû girtin, beraat kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08/07/2019
19:09 Dersîm Dag: Polisan bi zorê ez li maşina binçavkirinê siwar kirim
16:48 Senatorê berê yê DYE’yî: Ji bo xweseriyê divê me bi MSD’ê re rûnin
16:47 Baroya Enqereyê bertek nişanî SETA da: Tetîkêşiyek bê çawanî ye
16:32 Temellî hevşaredarên rastî lêdana polîsan hatin ziyaret kir
16:27 Bêyî ku sedema binçavkirina xwe hîn bikin hatin berdan
16:17 Gelê Silêmanî ji bo Diyar Xerib meşiyan
15:58 Ji DEDAŞ'ê parastina birîna ceryana MARSÛ'yê
15:51 Xwendekarên ODTU’yê: Em li vir in, dê berxwedan têk neçe
15:18 Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê: Ewlekariya canê 258 jinan di talûkê de ye
15:06 17 salan rastî lêdana wî hatim: Dixwazim wî berdim hemû jin dengê min bibhîzin
14:49 ‘Bila îdîaya tacîza li Zanîngeha Mûnzûrê ronî bibe'
14:48 Sazûmankarê AKP’ê Alî Babacan îstîfa kir
14:17 HDP’ê encamnameya komxebata xwe eşkere kir: Armanca me çanda rêveberiya demokratîk e
14:14 Rojnameger Ferhat Parlak hat berdan
14:14 Temellî: Werîn em di rêya sêyemîn de bigihijin hev
13:36 TGS'ê derbarê SETA'yê de serlêdana sûc kir
13:07 Rojnameger: Divê DAIŞ û alîgirên xwe bên darizandin
12:37 Amed reş û mor girê da!
12:30 Hevserok û rêveberên HDP'ê yên Alanyayê hatin binçavkirin
12:00 Derbarê Ayhan Bîlgen de doza Ozgur Gundemê vekirin
11:32 Projeya Şaredariya Pirsusê ya penaberan rastî astengiya Vakfa Şanliurfa hat
10:50 Zarokan bi 40 Wêneyan Amed raxist pêş çavan
10:38 Rewşenbîrên Helebê: Divê partiyên kurd li dijî êrîşan bibin yek
10:36 DEDAŞ li biryara dadgehê guhdar nake: Ev bû 2 roj Mêrdîn bêav e
10:35 Polîsan xwendekarên ODTU yên 55 rojin nobetê digirin dorpêç kirin
09:16 Rubîn: Divê Tirkiye gavekê jî nêzî herêmê nebe
09:04 Berteka rojnamegeran a li dijî SETA zêde dibe: SETA sûc dike
09:04 Çotkarên Baxçeyê Hevselê li bazarê digerin
09:04 Şaredariya Cizîrê cih neda HES'ê
09:04 Kesên ji doza Qeymeqam Safiturk beraet kirin wê dîsa bên darizandin
09:03 Kurkçu: Divê HDP rêya niqaşên Makeqanûna Nû ya nava gel veke
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2019'AN
07/07/2019
21:02 Girtiyê dermanê wî nedanê rakirin nexweşxaneyê
20:46 Pêşengeha 'Bi çavên zarokan Amedê' bi dawî bû
16:44 Temellî serdana sersaxiyê li malbata Temel kir
14:37 ‘Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji DAIŞ'ê xetertirin'
14:25 Karkerê 25 salî ket makîna hêrana pûşê garis û jiyana xwe ji dest da
13:55 Kurtulan: Divê her kes ji bo Makeqanûna Demokratîk sefer ber bibe
13:54 TGS dê derbarê SETA de serlêdana sûc bike
13:32 Li hember mirinê dengê xwe bilind bikin
12:56 DYE'yê ji bo Bakurê Sûriyeyê ji Elmanya leşker xwestin