'Xwezî Nesrîn bibûya kesa dawî’ 2019-07-10 09:56:03 AMED – Dayika Nesrîn Teke ya ji bo radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şewitandina bedena xwe protesto kir, Nezahat Teke got: “Xwezî Nesrîn bibûya kesa herî dawî ya jiyana xwe ji dest bida.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi organîzasyona navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Li dijî radestkirina Ocalan gelê kurd kampanya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dan destpêkirin. Nûnera Kovara Ozgur Halkê ya Amedê Nesrîn Teke jî tevlî vê kampanyayê bû û di 9’ê tîrmeha 2000’î de bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Bi ser kuştina Teke çalakiya xwe li ber çavê dayika xwe Nezahat Teke pêk tîne û 19 sal derbas bi ser re derbas bû. Dayika Nesrînê Nezahat Teke di wê serdemê de ji bo kesên din jiyana xwe ji dest nedin û li dijî şer derkeve beşdarî Dayikên Aştiyê bû.    Nezahat Teke behsa çalakiya keça xwe û guhertinên piştî wê pêk hatin kir. Teke bi bîr xist ku li Sûrê kuştina 3 kesan ji aliyê polîsan ve pêk hat bandorek mezin li ser keça wê kiribû û keça wê ji bo bêdengiya civakê ya li dijî wê kuştinê protesto bike demek ji odeya xwe derneketiye û bi kesî re neaxiviye.    Teke da zanîn ku keça wê di 18 saliya xwe de li Kovara Ozgur Halkê dest bi wezîfetiya nûnertiya Amedê kiriye û got: “Rojek min jê re got ‘Nesrîn tu çidikî ji van kovaran û tu çi jê fêm dikî?’ Wê jî ji min re got ‘Dema mezin bibe tu yê fêm bikî.’ Demek jî çû Êlihê xebitî. Ez lê geriyam û min jê re got ‘keça min dê ezmûnên te yên zanîngehê dest pê bikin, tu yê wisa bi gerê di ezmûnan de bi ser bikevî.’ Nesrîn wiha bersiva min da ‘Dayê ez ê ezmûna mezin qezenc bikim.’ Min jî ji wê gotina wê bawer kir û gelek kêfa min hatibû. Min ji ku zanibû ezmûna keça min wê ev yek be. Keça min bi van gotinên xwe dersek mezin da min. Nexwê dayikek jî dikare hin tiştan ji zarokên xwe hîn bibe.”    'BERXWEDAN JIYAN E'   Teke destnîşan kir ku keça wê bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Kes nikare roja me tarî bike" bedena xwe daye ber agir û got: “Bavê wê û birayê wê mudaxele kirin û vemirandin. Pişt re me wê rakir nexweşxaneyê. Polîs li ber deriyê nexweşxaneyê li benda me bûn û gotin ‘te vê yekê jî kir Nesrîn xanim?’ Nesrîn ji wan re got ‘hûn min nas nakin, tişta ez bixim hişê xwe ez ê bikim.’ Wê kêliyê çiqas zor jê re bihata jî lê bi zorê diaxivî. Nikaribû nefesê bide û bistîne. Ji min re got ‘Dayê negirî Berxwedan Jiyan e.’ Min destê wê vekir di destê wê de nîşana partiyê derket.”    'XWEZÎ JI BILÎ CANÊ MIN TIŞTEK DIN HEBÛYA MIN BIDABA’    Teke anî ziman ku piştî dermankirina li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi hêceta cih tune ye me sewqî nexweşxaneyek taybet a li Edeneyê kirin û di pêvajoya 28 rojan a dermankirina Nesrînê de Ocalan ji bo keça wê peyamek şandibû. Teke diyar kir ku Ocalan di peyama xwe de keça wê Nesrînê silav kiriye lê ew çalakiyê bi vî rengî guncan nabîne û şaş dibîne. Teke da zanîn ku keça wê ji bo peyamê wiha gotiye: “Silavên Serok min gelek şanaz kir. Lê belê ji bilî ez ê bedena xwe bişewitînim tu vebijêrkek din tune bû. Xwezî ji bilî canê min tiştek min dinê hebûya ku min bidabayê.”    'PIŞTÎ 28 ROJAN JIYANA XWE JI DEST DA’    Teke anî ziman ku piştî dermankirina 28 rojan rewşa keça wê ber bi başbûnê ve diçû û piştî hat emeliyatkirin êdî nehat ser hişê xwe û jiyana xwe ji dest da. Teke got piştî emeliyatê bijîk ji holê winda bû û carek din wî nedîtin. Teke diyar kir ku wan cenazeyê Nesrînê û nûçegihanê Ozgur Halkê Mahmut Yener ê bi heman armancê di 22’ê hezîrana 2000’î de xwe şewitand li Goristana Deriyê Mêrdînê di 11’ê tîrmeha 2000’î de veşartin.    'EZ Ê TÊKOŞÎNA WÊ DEWAM BIKIM’   Teke destnîşan kir ku ew ê têkoşîna keça xwe berdewam bike û wiha got: “Piştî mirina keça xwe ji bo zarokên dayikên din nemirin û şer bi dawî bibe ez beşdarî Dayikên Aştiyê bûm. Keça min her tim ji min re digot ‘Dayê tu y3e bibî xebatkara kovarê.’ Wê demê tişta tenê ji destê min dihat ku ez dikarim çawa bikim bila dayik negirîn. Xwezî Nesrîn kesa ku herî dawî jiyana xwe ji dest bidaba. Xwezî hêsirên çavên dayikan nerijiyana. Her cara ku tecrîd pêk tê û parêzer nikarin biçin Îmraliyê ez ditirsim. Qey ez dibêjim kezeba min dike di devê min de derkeve. Ez hêvîdarim wê êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Lê her carê hin kes jiyana xwe ji dest didin û heman êş xwe li me dubare dike. Înşellah wê heq, hiqûq û edalet pêk were û çûnehata Îmraliyê jî dewam bike. Em hêvîdarin dê carek din tiştên wisa neqewime û tecrîd jî bi dawî bibe.”