'Xwezî Nesrîn bibûya kesa dawî’

  • rojane
  • 09:56 10 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED – Dayika Nesrîn Teke ya ji bo radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şewitandina bedena xwe protesto kir, Nezahat Teke got: “Xwezî Nesrîn bibûya kesa herî dawî ya jiyana xwe ji dest bida.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi organîzasyona navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Li dijî radestkirina Ocalan gelê kurd kampanya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dan destpêkirin. Nûnera Kovara Ozgur Halkê ya Amedê Nesrîn Teke jî tevlî vê kampanyayê bû û di 9’ê tîrmeha 2000’î de bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Bi ser kuştina Teke çalakiya xwe li ber çavê dayika xwe Nezahat Teke pêk tîne û 19 sal derbas bi ser re derbas bû. Dayika Nesrînê Nezahat Teke di wê serdemê de ji bo kesên din jiyana xwe ji dest nedin û li dijî şer derkeve beşdarî Dayikên Aştiyê bû. 
 
Nezahat Teke behsa çalakiya keça xwe û guhertinên piştî wê pêk hatin kir. Teke bi bîr xist ku li Sûrê kuştina 3 kesan ji aliyê polîsan ve pêk hat bandorek mezin li ser keça wê kiribû û keça wê ji bo bêdengiya civakê ya li dijî wê kuştinê protesto bike demek ji odeya xwe derneketiye û bi kesî re neaxiviye. 
 
Teke da zanîn ku keça wê di 18 saliya xwe de li Kovara Ozgur Halkê dest bi wezîfetiya nûnertiya Amedê kiriye û got: “Rojek min jê re got ‘Nesrîn tu çidikî ji van kovaran û tu çi jê fêm dikî?’ Wê jî ji min re got ‘Dema mezin bibe tu yê fêm bikî.’ Demek jî çû Êlihê xebitî. Ez lê geriyam û min jê re got ‘keça min dê ezmûnên te yên zanîngehê dest pê bikin, tu yê wisa bi gerê di ezmûnan de bi ser bikevî.’ Nesrîn wiha bersiva min da ‘Dayê ez ê ezmûna mezin qezenc bikim.’ Min jî ji wê gotina wê bawer kir û gelek kêfa min hatibû. Min ji ku zanibû ezmûna keça min wê ev yek be. Keça min bi van gotinên xwe dersek mezin da min. Nexwê dayikek jî dikare hin tiştan ji zarokên xwe hîn bibe.” 
 
'BERXWEDAN JIYAN E'
 
Teke destnîşan kir ku keça wê bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Kes nikare roja me tarî bike" bedena xwe daye ber agir û got: “Bavê wê û birayê wê mudaxele kirin û vemirandin. Pişt re me wê rakir nexweşxaneyê. Polîs li ber deriyê nexweşxaneyê li benda me bûn û gotin ‘te vê yekê jî kir Nesrîn xanim?’ Nesrîn ji wan re got ‘hûn min nas nakin, tişta ez bixim hişê xwe ez ê bikim.’ Wê kêliyê çiqas zor jê re bihata jî lê bi zorê diaxivî. Nikaribû nefesê bide û bistîne. Ji min re got ‘Dayê negirî Berxwedan Jiyan e.’ Min destê wê vekir di destê wê de nîşana partiyê derket.” 
 
'XWEZÎ JI BILÎ CANÊ MIN TIŞTEK DIN HEBÛYA MIN BIDABA’ 
 
Teke anî ziman ku piştî dermankirina li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi hêceta cih tune ye me sewqî nexweşxaneyek taybet a li Edeneyê kirin û di pêvajoya 28 rojan a dermankirina Nesrînê de Ocalan ji bo keça wê peyamek şandibû. Teke diyar kir ku Ocalan di peyama xwe de keça wê Nesrînê silav kiriye lê ew çalakiyê bi vî rengî guncan nabîne û şaş dibîne. Teke da zanîn ku keça wê ji bo peyamê wiha gotiye: “Silavên Serok min gelek şanaz kir. Lê belê ji bilî ez ê bedena xwe bişewitînim tu vebijêrkek din tune bû. Xwezî ji bilî canê min tiştek min dinê hebûya ku min bidabayê.” 
 
'PIŞTÎ 28 ROJAN JIYANA XWE JI DEST DA’ 
 
Teke anî ziman ku piştî dermankirina 28 rojan rewşa keça wê ber bi başbûnê ve diçû û piştî hat emeliyatkirin êdî nehat ser hişê xwe û jiyana xwe ji dest da. Teke got piştî emeliyatê bijîk ji holê winda bû û carek din wî nedîtin. Teke diyar kir ku wan cenazeyê Nesrînê û nûçegihanê Ozgur Halkê Mahmut Yener ê bi heman armancê di 22’ê hezîrana 2000’î de xwe şewitand li Goristana Deriyê Mêrdînê di 11’ê tîrmeha 2000’î de veşartin. 
 
'EZ Ê TÊKOŞÎNA WÊ DEWAM BIKIM’
 
Teke destnîşan kir ku ew ê têkoşîna keça xwe berdewam bike û wiha got: “Piştî mirina keça xwe ji bo zarokên dayikên din nemirin û şer bi dawî bibe ez beşdarî Dayikên Aştiyê bûm. Keça min her tim ji min re digot ‘Dayê tu y3e bibî xebatkara kovarê.’ Wê demê tişta tenê ji destê min dihat ku ez dikarim çawa bikim bila dayik negirîn. Xwezî Nesrîn kesa ku herî dawî jiyana xwe ji dest bidaba. Xwezî hêsirên çavên dayikan nerijiyana. Her cara ku tecrîd pêk tê û parêzer nikarin biçin Îmraliyê ez ditirsim. Qey ez dibêjim kezeba min dike di devê min de derkeve. Ez hêvîdarim wê êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Lê her carê hin kes jiyana xwe ji dest didin û heman êş xwe li me dubare dike. Înşellah wê heq, hiqûq û edalet pêk were û çûnehata Îmraliyê jî dewam bike. Em hêvîdarin dê carek din tiştên wisa neqewime û tecrîd jî bi dawî bibe.” 
 
 

Sernavên din

13/07/2019
10:14 Biryareke mînak a ji nû ve darizandinê
09:55 Li Enqereyê 3 kes hatin binçavkirin
09:54 Li gel mudaxeleya polîsan jî Cejna Evvel Temmuz pîroz kirin
09:02 Ji ber li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xistin doz li wan hat vekirin
09:02 3 sal in 921 malbat bê mal in
09:01 'Heta şer hebe wê krîza aborî jî hebe'
09:01 Li dijî rûxandina Heskîfê lîstikeke nivîsand
09:01 Hevşaredarên HDP'î: Em ê hewl bidin jinên hepsî malê hatine kirin xwedî gotin bin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2019'AN
12/07/2019
18:53 Mîr Dengîr Firat li Goristana Karşiyakayê hat veşartin
18:45 Hevseroka HDP'a Alanyayê Dalgiç hat girtin
16:52 Dîyar Xerîb bi merasîmeke bi heybet bi bîr anîn
16:09 Ji rojnameger Aykol peyam: Teqez bedela tiştên xweş heye
15:49 ‘Tirkiye ji bo parêzer û rojnamegeran bûye welatek talûke’
15:34 Derket holê ku Qada Spîndaran aydî Vakfa Pêşxistina ODTU ye
15:33 Piştî êrîşa li dijî notirvanan 9 kes hatin binçavkirin
15:00 Sariyildiz: NY erka xwe bi cih nayîn û cesaretê dide hikumetê
14:52 Ji Şaredariya Cizîrê biryara 8'ê Adarê û Newrozê
14:46 'Pênûsa Aykol pênûsa Musa Anter e nayê bêdengkirin
14:38 5 meh in ‘biryara nepeniyê’ li ser dosyeya Sîncar e
13:51 Cezayê girankirî dan bavê ku lawê xwe kuşt
13:11 Di doza Pirsûsê de dadgehê dîmen û qeydên deng daxwaz kir
13:04 Ji bo 'avêtina mezin' a Heskîfê bang kirin
12:55 Cenazeyê HPG’iyan 40 rojin li qada operasyonê tê rawestandin
12:53 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
12:53 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Emê Dengî Firat ji bîr nekin
12:22 ÎSÎG'ê rapora jahrîbûnê aşkere kir
12:10 Bi sewqiyata ber bi sînorê Rihayê ve çi tê armanckirin?
12:01 Li Sêrtê 6 kes hatin binçavkirin
12:00 Fermandarê qereqolê ji eskeran re gotiye ‘Çima hûn van nakujin’
11:50 Wezareta Parastina Milî: Teslîm kirina S-400 dest pê kir
11:38 Kubilay: Berpirsiyarê krîza aborî ne penaber in
11:23 Rêveberê DBP’ê bi lêdanê hat binçavkirin
10:54 Rojnameger, nivîskar, hiqûqnas û aktîvîstan bertek nîşanî girtina Aykol da
10:46 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:45 Malbat ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê serlêdan kirin
10:38 Li Şaxê şewata daristan û zeviyan
10:38 Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji NY re name şend
10:24 Yekemîn dewreya havînê ya Jineolojiyê li Minbicê dest pê kir
10:18 Tercîha kesên ku dixwazin piyê xwe hênik bigirin: Yemenî
10:14 Li Ege hemû karê çandinyê li jin û zarokan bar kirine
10:13 Rojnameger Hacioglu: Ji bo cîhanek xweştir emê bêtir têbikoşin
09:21 Nameya Kiliç ê li hepsê dawî li jiyana xwe anî derket holê
09:19 Dosyeya Îrcî yê 14 salî jî xistin nav dosyeyên kiryar nediyaran!
09:18 Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan: Qiyamet bû, zilm bû!
09:17 Ji ber nimêja înê ya sivîl 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn
09:17 ‘Ji mecbûrî em di van şert û mercan de dixebitin'
09:16 Li warê çandiniyê rewşa cotkaran ne tu rewş e!
09:15 Vegeriyan gundê xwe lê...
09:14 Taşdemîr: Wê pêşengê rêya sêyem jin bin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:25 Dengîr Mîr Mehmet Firat jiyana xwe ji dest da
07:26 Di teqîna li Qamişloyê de 12 kes birîndar bûn
11/07/2019
18:06 Rojnamevan Huseyîn Aykol birin girtîgehê
17:16 TGS û DÎSK: Huseyîn Aykol berdin
16:12 Doza qeymeqam Safiturk ji nûve hat dîtin
16:03 Bavê ku bi destûr ji girtîgehê derket kurê xwe ji dayika wî revand!
15:24 Xwendekarên ODTU partiyên siyasî ziyaret kirin
15:23 Kurdistanî dengê xwe bi radyoyan radigihînin: Me bi parêzin
15:09 Temellî: Niha dem dema demokrasiya radikale
14:49 Çiyayê Mazî wergeriya xweliyê: Zindewer bi saxî şewitîn
13:10 HDP’ê şandeyek şand Licê
13:09 Rojnameger Huseyîn Aykol hat binçavkirin
11:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
11:23 Beştaş: Divê demildest paketa darazê bixin rojeva Meclîsê
11:03 YSK'ê encamên Hilbijartina Stenbolê aşkera kir
10:58 HDP dest bi seferberiya gelek mijaran dike
10:53 Serokê dadgeha doza Geziyê guherî
10:34 Alî Îsmaîl Korkmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
10:34 Hevşaredarê Gogsiyê û encûmenên şaredariyê hatin binçavkirin
10:29 Li Licê zeviyên çandîniyê bûn xwelî
10:21 Polîsan li Mehsertê nivîsa ‘Pêşî Peya’ asteng kirin
10:16 Wezîrê berê Gunay: Pêwistî bi lihevkirinên mezin heye
09:59 Li Edene û Antalyayê 8 kes hatin binçavkirin
09:55 Gundê Sûryaniyan Killit li benda şênbûnê ye
09:06 Girtiyên li dijî zextan derdikevin wan diavêjin hucreyan
09:05 90 sal in goristana ermenan diparêzin
09:05 Li Amedê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike
09:03 Leyla Guven: Dema min sond xwar hemû jin hatin ber çavên min
09:03 Ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê sektora hêkan top avêt
09:02 Bi resmên xêz dike hesreta ji bo welat ditebitîne
09:01 'Wê li Qereyaziyê deng û rengê jinê kêm nebe'
09:00 Temel: HDP, cihê kesên ne mecbûrî du blokan bixwe ye
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2019'AN
10/07/2019
19:14 Guven: Niha derî li ser kêlekê ye, ji niha û pê ve girêdayî hewldana me ye
17:13 Yên di facîaya Soma de xelas bûn, ji bo tazminatê meşiyan
16:48 Li Bûrsayê jinek bi derpkirinê hat qetilkirin
16:41 Karkerê bi ceryanê xwe zeliqî jiyana xwe ji dest da
16:34 Malbata Aydemîr têkildarî mirina keça xwe li rayedarên nexweşxaneyê gilî kirin
16:06 Traktorek qelibî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:05 Çiyayên Cûdî û Mazî dişewite!
15:35 Gundên Licê di bin gulebaranê de ne: Agahiyê ji gundiyê birîndar nayê girtin
15:28 Dayikên Aştiyê bang li Barzanî kirin: Ne xizmeta şer xizmeta aştiyê bike
15:10 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên Meclîsê kir
15:09 21 rêxistinên rojnamegeriyê yên cîhanê bertek nîşanî SETA’yê dan
14:20 Kozagaçli: Ewraqên dozê nîşanî min nadin
14:09 Danişîna Şûle Çet dest pê kir
13:04 Hat angaştkirin ku girtiyê nexweş Başaran hatiye derpkirin
13:04 Jin ji bo Şûle Çet lihev kom bûn: Heya edalet pêk were, em ê têbikoşin
13:03 HDP'iyan Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn