Arslan: Ocalan ji ber berpirsiyariya li hemberî civakê çareseriya bi aştiyê tîne rojevê

  • rojane
  • 10:44 30 Hezîran 2019
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser rol û rista Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peyamên wî yên dawî û wiha got: "Brêz Ocalan, AKP, CHP û MHP’ê baş nas dike. Lê ji bo êşên din pêş nekevin û ji bo rola xwe ya li hemberî civakê pêk bîne di çareseriya aştiyane û demokratîk de israr dike û tîne rojevê."
 
Piştî bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin grevê, parêzer piştî 8 salan di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî cara duyemîn di 22'ê Gulanê de disa parêzeran bi Ocalan re hevdîtin kir, Ocalan bi rêya parêzeran bi taybet xwest çalakgerên greva birçîbûnê dest ji grevê berdin. Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran re, ji bo aştî, demokrasî û çareserî pêş bikeve 7 xal pêşniyar kiribûn. Têkildarî 7 xalên çareseriyê yên ku Ocalan pêşniyar kir Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser rol û rista Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peyamên wî yên dawî. Mehmet Arslan, têkildarî peyama Ocalan a "Muzakereya Demokratîk", "Aştiya bi Rûmet", "Siyaseta Demokratik" û "Lihevhatina civakî" nirxandin kir. Arslan, diyar kir ku Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiye bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe bi salan e têdikoşe û wiha got: "Tu projeya AKP'ê ya ji bo pirsgirêka Kurd ji kok ve çareser bibe tune ye. AKP, dem bi dem ji bo piştgiriya aliyên nijadperest û şovenist bistîne li dijî Kurdan polîtîkayê pêş dixe. Di serî de li dijî Birêz Ocalan tecrîdê kûr dike." 
 
'OCALAN HER DEM ERKA XWE YA LI HEMBERÎ CIVAKÊ PARAST' 
 
Aslan, destnîşan kir ku ji 1999'an heta niha hemû partiyên hatine îktîdarê li ser Ocalan tecrîdê dimeşînin û wiha axivî: "Brêz Ocalan tevî van polîtîkayên tecrîda kiran û redkirina aştî û çareseriyê dîsa dema bi malbat û parêzeran re hevditin kir, di her hevdîtinê de got 'Ji bo çareseriya demokratik û bi taybetî pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe amade me gavan bavêjim' Di vê mijarê de her dem bi rêya malbat û parêzeran erk û berpirsiyariya aştiyê ya li hemberî civakê anî ziman. Ji sala 2015'an heta niha li ser Ocalan tecrîda mutlaq hebû. Di vê pêvajoyêde Kurd rastî projeya komkujiyê hatin. Dewletê Kurd ji bo xwe wekî tehdît pênase kir. Birêz Ocalan dîsa di her firsetê de xwest pirsgirêkên civakî yên li Tirkiye bi rêya aştî, demokrasî, aştiya bi rûmet û lihevhatinê çareser bibin. Birêz Ocalan ji sala 1993'an heta niha dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn çareseriya demokratîk pêşniyar dike." 
 
'OCALAN ÇARESERIYÊ DI AŞTIYÊ DE DIBÎNE' 
 
Aslan, destnîşan kir ku her çend şer, rageşî û tundî hebe jî Ocalan dîsa çareseriyê di aştî û demokrasiyê de dibîne û wiha lê zêde kir: "Ji ber Ocalan ji çareseriya aştî û demokratîk bawer dike di lihevkirina demokratik û aştiya bi rûmet de israr dike. Ocalan, AKP, CHP û MHP'ê baş nas dike. Êş û azara anîne serê Kurdan baş dizane. Lê ji bo civakên li Tirkiye êşên girantir û janên bi êş derbas neke ji bo gelên Tirkiye û gelên Rojhilata Navîn çareseriya aştiyane û demokratîk pêşniyar dike." 
 
Aslan, bilêv kir ku ji avakirina Komarê heta niha dewletê hebûna Kurdan ji bo xwe gef dîtiye û xwest êdî vê ferasetê terk bikin. Tirkiye ji bo Kurd nebin xwedî maf rê li pêş mafê Kurdan ên çandî, siyasî û civakî digire. Di hemû hevdîtinên bi DYA û Rûsya de hewl dide rê li pêş mafên gelê Kurd bigire. Ev polîtîkayan tu carê pirsgirêkên li Tirkiye çareser nake. Îro sedema krîza sereke ya li Tirkiye neçareserkirina pirsgireka Kurd e. Dijminantiya li dijî Kurdan e. Niha pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka HDP, DBP û PKK’ê ye. Îro ev rêxistinên navborî tune bin jî dîsa wê pirsgirêka Kurd li ser vê axê rû bide. Ji ber ku pirsgrêka Kurd li ser vê axê pirsgirêkek civakî ye." 
 
KURD DI SEDSALA 21'AN DE LI PÊŞ ÇAVÊ CÎHANÊ LI JÊRZEMÎNAN ŞEWITANDIN
 
Aslan, bal kişand ser polîtîkayên li dijî gelê Kurd û wiha berdewam kir. "Ji avakirina Komarê heta îro her dem komkujî liser Kurdan ferz kirin. Her dem polîtîkayên înkar û îmhayê ferz kirin. Lê tu carî Kurdan dest ji têkoşîna hebûnê û parastina çand, ziman û nirxên xwe berneda. Herî dayî li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Gever, Sîlopî û Şirxenê kevir li ser kevir nehişt. Bajar xera kirin. Kurd di sedsala 21’an de li pêş çavê cîhanê li jêrzemînan şewitandin. Îro em di hilbijartinê de dinerin ew mirov tevî hilweşandina bajar, kuştin û rewşên Awarte dîsa ji AKP’ê dûr ketin û dîsa dengê xwe dan partiya xwe. Em dixwazin hikûmet û nûnerê dewletê li gorî zagonan pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em bi hevre li rê û rêbazên çareseriyê bigerin. Brêz Ocalan, nasnameya Tirkiye û Rojhilata Navîn ya pir zimanî, pir çandî û pir civakî baş dizane. Ji bo hemû reng, bawerî û nasname bi hevre di nava aştiyê de bijî têkoşiya. Brêz Ocalan herî dawî got "Tirk bêyî Kurd û Kurd jî bêyî Tirk nabin. Ji ber vê yekê divê têkiliya Kurd û Tirkan mirov tenê ji serdema Komarê ve negire dest. Brêz Ocalan rastiya îktîdarê û dewletê ya li hemberî gelê Kurd û gelên din dizane. Lê dîsa bawer dike ku bi înkar, red û tunekirinê pirsgirêk çareser nabe. Bawer dike ku di sedsala 21’an de çareseriyê bi muzakereya demokatîk û aştiyene pêş bikeve. Ji bo vê yekê diyar dike ku Tirk bêyî Kurdan û Kurd bêyî Tirkan nabe. Ev îtîfaq wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn serkeftinê bi xwe re bîne. Îro Ocalan hemû hêza xwe ji gel distîne. Ocalan, li Tirkiye ewil li dijî feodalizmê şer pêş xist. Li dijî eşîrvanî û malbatiyê têkoşiya. Di têkoşîna Brêz Ocalan de şerê ji bo ronakbirî, rewşenbirî, zanebûn, pêşxistina vînê zêde ye. Brêz Ocalan siyasetmedar û siyaseta ku hişmendiya demokratîk pêş naxe rexne dike. Destnîşan dike ku yê hişmendiya demokratîk pêş nexe nikare çareseriyê jî pêş bixe. Ji ber vê yekê Ocalan, qala valahiya bîrdozî û polîtîk dike. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç 
 
 

Sernavên din

01/07/2019
15:49 Di doza Ergenekonê de biryar derket
14:18 MYK’a HDP’ê û koma wê ya Parlamentoyê civiyan
14:10 Karkerên 10 metre li bilindahiyê dixebitin ewlehiya wan tune
13:55 Ciwanan li dijî êrîşan Hêzên Xweparastina Biradost û Behdînan ava kirin
13:45 Kotaya çayê daxistin 400 kîlogramî
12:23 Di 6 mehan de li 41 rojnamegeran 119 sal û 3 meh ceza birîn
11:57 Li Çemçê tevgera hewayî
11:54 Tirkiye dixwaze xeta sînor bêmirov bihêle
11:48 Li Serêkaniyê dema binçavkirinê dirêj kirin
11:33 Hat tespîtkirin karkerê ku serokê AKP'î ew girtiye kar nayê şarederiyê
11:28 26 meh in hêj dernexistine pêşberî dadgehê
10:31 Li dijî operasyonên dersînor bang
10:09 Li Elbakê qezaya trrafîqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:24 'Ji bo hilberîna xwecihî divê teşvîq bên zêdekirin'
09:24 Ji qeyûmê Dêrikê ji bo hîbeya wesayîtan civîna 'awerte'
09:23 Weşanên Sor dosyayên helbestan ên Arjen Arî dike set
09:22 Ekolojîst Barka: Heskif di bin avê de bimîne wê mirov bifetise
09:21 Bavê Mesûtoglûyê di greva birçîbûnê de: Komplo li kurê min çêkirin
09:20 Altiok: Gotarên kînê ji Madimakê heta niha her ku diçe zêde dibin
09:20 Girtiyê felç: Tecrîdê di nava tecridê de dijîm
09:19 Teqawîd: Em miriyên ku dijîne!
09:17 'Ji heman malbatê 4 kes tev li DAIŞ'ê bûn'
09:04 Waliyê Colemêrgê 5 herêm ji ketin û derketinê re qedexe kir
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2019'AN
30/06/2019
16:13 TJA'yê Zîlan bibîr anîn
14:23 Girtiyê doza Nisêbînê hişê xwe winda kir
14:02 Yuksekdag: Em hatin duriyanek nû û girîng
13:04 Davutoglu: AKP ne partiya yek kesî ye
Êdî hûn nikarin rê li pêş perçekirine bigirin
12:11 Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dê gelek çalakî li dar bixe
12:08 Erdogan li Trump zîvirî!
11:09 Îsal berhema nîskan kem e
10:44 Arslan: Ocalan ji ber berpirsiyariya li hemberî civakê çareseriya bi aştiyê tîne rojevê
10:24 Polisan li Enqereyê 4 xwendekar binçav kir
10:15 Ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniya Kortekê
10:14 Komeleya Lêkolînên Kurdî dest bi waneyên havînê kir
09:16 Îdia: Li Dersimê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:13 Wê Meclîsa Ciwana a HDP'a Cizîrê li dijî fuhûş û tiryakê tûrnûvayekê li dar bixe
09:12 Yilmaz: Dozger got 'Tu ketiye greva birçîbûnê divê tu bimire'
09:08 Farisogûllari: Divê îktîdar dev ji polîtîkayên tasfiyekar berde û gavine demokratîk bavêje
09:06 Sewalvan ji niha ve ketine etra Cejna Qurbanê!
09:05 Orhan: Sirgûnkirina mamosteyê bi kurdî axivî nayê qebûlkirin
09:03 Paletiya gihayê li Colemêrgê dest pê kir
09:02 Nelirêtiya şaredariya AKP'î 12 sal şûnde derket holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANÊ
29/06/2019
20:14 Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
20:02 Orhan Dogan hat bibîranîn
18:07 Dest danîn ser wesayîta meqamê ya Şaredariya Panosê
17:09 Hejmara duyemîn a Kovara Folklora Me derket
16:59 DBP'ê binçavkirina rêveberên xwe şermezar kir
16:49 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:22 Çiyayê Cudî dişewite
16:17 Gelê Ranya li dijî komkujiya Kortekê meşiyan
16:17 ‘Girtiyê nexweş Şahîn ê emeliyata wî nebaş derbas bû nayê dermankirin’
16:06 Xizmên Windayan li Amed û Êlihê xwestin kujer bên darizandin
15:45 ‘Dibin kontrola leşkeran de dirûna dexl û danên xwe didirûn’
15:33 305 rêxistinên civakî piştgirî dan deklerasyona Ocalan
15:32 Li kujerên Alî Uygar pirsîn
15:12 Di "Rûniştina F" de xwestin girtiyê nexweş Alkiş bê berdan
14:41 Gelê herêmê li dijî operasyonên TSK'ê bi bertek in
14:23 Taşdemîr: Em bi ser ketin ê ji îro û şûnde jî bi serkevin
14:18 Şewata li Dersimê hildan bin kontrolê
13:57 Dayikên Şemiyê: Bila şûna gora Demîray bê eşkerekirin
13:46 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:45 Rojnameger Demirhan serbest berdan
13:32 Komeleya Karkerên Mezopotamyayê serdana Mertalên Zindî kir
12:55 Mîlîtanên Taliban bi ser qereqolê de girt: 25 kes mirin
11:54 Şagirtên MA Muzîkê mezûn bûn: Em bimirin jî em ê stranên kurdî bêjin
11:49 Festîvala Qersê bi dîmenên rengîn ên gelan dest pê kir
11:47 Piştî operasyona eskerî hemû çandiniyê welatiyan şewitîn
11:26 Pirsa ku 94 salin nayê bersivandin: Gora Şêx Saîd li ku ye?
11:23 Rastiya li pey kuştina du xwişkan
10:21 Taşdemîr: Divê muxalefet banga Îmraliyê baş binirxîne
10:12 Rojnameger Yaşar û Hacioglu hatin berdan, Çelebî nehat berdan
10:00 Girtî Sedat Atsiz sewqî Boluyê kirin
09:59 3 sal û mehek ceza dan Dûymak a hevjînê xwe di jêrzemînên Cizîrê de winda kir
09:12 Li Rihayê, ji 2 xebatkarên tenduristiyê yek jê bi mobîngê re rû bi rû dimîne
09:11 Togrûl: Divê îtifaqa demokrasiyê ji bo qanûnek bingehîn a nû gav bavêje
09:11 'Divê îtifaqa demokrasiyê dewam bike'
09:10 Dayikên Laçik Spî xêz kirin: Min xwest li gor ruhê demê tev bigerim û wijdanekî biafirînim
09:09 ATK'ê polîsê Hantaş kuşt tespît nekir
09:08 'Li dijî cinayetên jinan divê torek hevpar û yekîtiya refleksî pêk bê'
09:07 Kesên teqawidbûyî: Ji bo debarê em ji her tiştî kêm dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANÊ
28/06/2019
18:53 Edîtorê Sendika.Org Alî Ergîn hat binçavkirin
17:48 Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê Ender hat berdan
17:12 7 kes hê jî di bin çavan de ne
17:03 Di hefteya 90’emîn de qurbaniyên Roboskî hatin bibîranîn
16:57 Bi derfetin xwe birayên ku fetisîn ji avê derxistin
16:53 Belgefîlma ‘Gîtmek’ li Şîşliyê hat qedexekirin
16:46 Li Şırnexê agir bi daristanê dora qereqolê ket
16:45 Cîhan Aydin: Dixwazin cînayeta Elçî di tariyê de bihêlin
15:48 Li Newala Qesaba du viyadûk tên çêkirin
15:40 Rojnameger ceza kirin û berdan
15:39 Li Qersê mihrîcan sibê dest pê dike
15:34 Bertek nîşanî tacîz û tecawizê dan: Divê dewlet berpirsiyartiya xwe bi cih bîne
15:18 Dozên Hevserokê DBP’ê Arslan kirin yek
15:03 Prof. Dr. Acemoglu: Pirsgirêka aboriya Tirk kûr e
14:39 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Xeta sêyemîn îtîfaqa dîrokî ya bindestan e
14:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:18 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê Şengul hat binçavkirin