Arslan: Ocalan ji ber berpirsiyariya li hemberî civakê çareseriya bi aştiyê tîne rojevê 2019-06-30 10:44:37   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser rol û rista Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peyamên wî yên dawî û wiha got: "Brêz Ocalan, AKP, CHP û MHP’ê baş nas dike. Lê ji bo êşên din pêş nekevin û ji bo rola xwe ya li hemberî civakê pêk bîne di çareseriya aştiyane û demokratîk de israr dike û tîne rojevê."   Piştî bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin grevê, parêzer piştî 8 salan di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî cara duyemîn di 22'ê Gulanê de disa parêzeran bi Ocalan re hevdîtin kir, Ocalan bi rêya parêzeran bi taybet xwest çalakgerên greva birçîbûnê dest ji grevê berdin. Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran re, ji bo aştî, demokrasî û çareserî pêş bikeve 7 xal pêşniyar kiribûn. Têkildarî 7 xalên çareseriyê yên ku Ocalan pêşniyar kir Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser rol û rista Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peyamên wî yên dawî. Mehmet Arslan, têkildarî peyama Ocalan a "Muzakereya Demokratîk", "Aştiya bi Rûmet", "Siyaseta Demokratik" û "Lihevhatina civakî" nirxandin kir. Arslan, diyar kir ku Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiye bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe bi salan e têdikoşe û wiha got: "Tu projeya AKP'ê ya ji bo pirsgirêka Kurd ji kok ve çareser bibe tune ye. AKP, dem bi dem ji bo piştgiriya aliyên nijadperest û şovenist bistîne li dijî Kurdan polîtîkayê pêş dixe. Di serî de li dijî Birêz Ocalan tecrîdê kûr dike."    'OCALAN HER DEM ERKA XWE YA LI HEMBERÎ CIVAKÊ PARAST'    Aslan, destnîşan kir ku ji 1999'an heta niha hemû partiyên hatine îktîdarê li ser Ocalan tecrîdê dimeşînin û wiha axivî: "Brêz Ocalan tevî van polîtîkayên tecrîda kiran û redkirina aştî û çareseriyê dîsa dema bi malbat û parêzeran re hevditin kir, di her hevdîtinê de got 'Ji bo çareseriya demokratik û bi taybetî pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe amade me gavan bavêjim' Di vê mijarê de her dem bi rêya malbat û parêzeran erk û berpirsiyariya aştiyê ya li hemberî civakê anî ziman. Ji sala 2015'an heta niha li ser Ocalan tecrîda mutlaq hebû. Di vê pêvajoyêde Kurd rastî projeya komkujiyê hatin. Dewletê Kurd ji bo xwe wekî tehdît pênase kir. Birêz Ocalan dîsa di her firsetê de xwest pirsgirêkên civakî yên li Tirkiye bi rêya aştî, demokrasî, aştiya bi rûmet û lihevhatinê çareser bibin. Birêz Ocalan ji sala 1993'an heta niha dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn çareseriya demokratîk pêşniyar dike."    'OCALAN ÇARESERIYÊ DI AŞTIYÊ DE DIBÎNE'    Aslan, destnîşan kir ku her çend şer, rageşî û tundî hebe jî Ocalan dîsa çareseriyê di aştî û demokrasiyê de dibîne û wiha lê zêde kir: "Ji ber Ocalan ji çareseriya aştî û demokratîk bawer dike di lihevkirina demokratik û aştiya bi rûmet de israr dike. Ocalan, AKP, CHP û MHP'ê baş nas dike. Êş û azara anîne serê Kurdan baş dizane. Lê ji bo civakên li Tirkiye êşên girantir û janên bi êş derbas neke ji bo gelên Tirkiye û gelên Rojhilata Navîn çareseriya aştiyane û demokratîk pêşniyar dike."    Aslan, bilêv kir ku ji avakirina Komarê heta niha dewletê hebûna Kurdan ji bo xwe gef dîtiye û xwest êdî vê ferasetê terk bikin. Tirkiye ji bo Kurd nebin xwedî maf rê li pêş mafê Kurdan ên çandî, siyasî û civakî digire. Di hemû hevdîtinên bi DYA û Rûsya de hewl dide rê li pêş mafên gelê Kurd bigire. Ev polîtîkayan tu carê pirsgirêkên li Tirkiye çareser nake. Îro sedema krîza sereke ya li Tirkiye neçareserkirina pirsgireka Kurd e. Dijminantiya li dijî Kurdan e. Niha pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka HDP, DBP û PKK’ê ye. Îro ev rêxistinên navborî tune bin jî dîsa wê pirsgirêka Kurd li ser vê axê rû bide. Ji ber ku pirsgrêka Kurd li ser vê axê pirsgirêkek civakî ye."    KURD DI SEDSALA 21'AN DE LI PÊŞ ÇAVÊ CÎHANÊ LI JÊRZEMÎNAN ŞEWITANDIN   Aslan, bal kişand ser polîtîkayên li dijî gelê Kurd û wiha berdewam kir. "Ji avakirina Komarê heta îro her dem komkujî liser Kurdan ferz kirin. Her dem polîtîkayên înkar û îmhayê ferz kirin. Lê tu carî Kurdan dest ji têkoşîna hebûnê û parastina çand, ziman û nirxên xwe berneda. Herî dayî li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Gever, Sîlopî û Şirxenê kevir li ser kevir nehişt. Bajar xera kirin. Kurd di sedsala 21’an de li pêş çavê cîhanê li jêrzemînan şewitandin. Îro em di hilbijartinê de dinerin ew mirov tevî hilweşandina bajar, kuştin û rewşên Awarte dîsa ji AKP’ê dûr ketin û dîsa dengê xwe dan partiya xwe. Em dixwazin hikûmet û nûnerê dewletê li gorî zagonan pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em bi hevre li rê û rêbazên çareseriyê bigerin. Brêz Ocalan, nasnameya Tirkiye û Rojhilata Navîn ya pir zimanî, pir çandî û pir civakî baş dizane. Ji bo hemû reng, bawerî û nasname bi hevre di nava aştiyê de bijî têkoşiya. Brêz Ocalan herî dawî got "Tirk bêyî Kurd û Kurd jî bêyî Tirk nabin. Ji ber vê yekê divê têkiliya Kurd û Tirkan mirov tenê ji serdema Komarê ve negire dest. Brêz Ocalan rastiya îktîdarê û dewletê ya li hemberî gelê Kurd û gelên din dizane. Lê dîsa bawer dike ku bi înkar, red û tunekirinê pirsgirêk çareser nabe. Bawer dike ku di sedsala 21’an de çareseriyê bi muzakereya demokatîk û aştiyene pêş bikeve. Ji bo vê yekê diyar dike ku Tirk bêyî Kurdan û Kurd bêyî Tirkan nabe. Ev îtîfaq wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn serkeftinê bi xwe re bîne. Îro Ocalan hemû hêza xwe ji gel distîne. Ocalan, li Tirkiye ewil li dijî feodalizmê şer pêş xist. Li dijî eşîrvanî û malbatiyê têkoşiya. Di têkoşîna Brêz Ocalan de şerê ji bo ronakbirî, rewşenbirî, zanebûn, pêşxistina vînê zêde ye. Brêz Ocalan siyasetmedar û siyaseta ku hişmendiya demokratîk pêş naxe rexne dike. Destnîşan dike ku yê hişmendiya demokratîk pêş nexe nikare çareseriyê jî pêş bixe. Ji ber vê yekê Ocalan, qala valahiya bîrdozî û polîtîk dike.    MA / Mehmet Şah Oruç